خانه > عمومی > Kêliya Kelecanê

Kêliya Kelecanê

Kêliya KelecanêEvîn û Ramûsan; Rêça ku heta radeyekê mirov ji hezge û çarçîka dubarebûn û nizimatiyê bifilitîne. Berî wê, her tiştî dengê stran û ahengên naşirîn ji vê jiyana xopan digihande guhê mirov. Jiyan tenê bi evînê dikare bê hembêzkirin. Tola hemî şaşitîyên nekirî yên vî bûnewerê dupê li dubarekirin û pûçbûnê, bêyî serê derziyek hêviyê, bêyî tu evîn û ramûsanê tê istandin.
Yûzif Ka tevî ku li ber qedera xwe çok li erdê danîbû, lê wekî tînûyekî ku bigihêje ser kaniyê û zimanê xwe yê hişkbûyî bi vexwarina avê şil bike, Bûrstnêrê radimûse. Ramûsan heta di cîhana Kafkayî jî da cihê kêfxweşiyê ne.
Evîn bi peyvan nayê derbirrîn. Ramûsan wekî çemekî mezin in ku hej û livên evîna navbera du awiran têda diherrikin. Lewma ramûsan wek rûdana herî giran û bitalûke navbera du leşan da tên zanîn. Çimku dema ramûsandinê her tişt pêngavekê paşve tê vekişandin û her tişt tenê bêhna ramûsaneka evînhez dide…

Ramûsan destpêka teslîmbûna li hember kesek din e. Gava ramûsandinê cîhan tevlihev û aloz dibe. Lêdana dilan ji vê kêliyê va dest pê dibe. “Dubûn” hemî bêwate dibin û du leş di bin esamnekî perûş û bi kelecan da, tê ku bibin yek. Evîn di vê govendê da bo cara yekê xûya dibe û her kêliyê nihênîbûna xwe bêtir diyar dike. Gava ramûsandinê leş dibin yek û bi hemî pişkên xwe li ser nuxteyekê dikevin govendê û direqisin. Evîn ji billî ramûsanê dibe ku çi bûya!! Wê çaxê ku du dil li nêziktirîn nuxteya vê bûnayetiyê heta asta yekbûnê sînorên navbera hevdu dibezînin û hemî evîndarên dinyayê jê mest û mendehoş dibin. Seyra li nav hembêza maşûqê û têgihîştina rastiya evînê ye ku zimên li wesifandina ramûsaneka bi evînî aciz dihêle û peyv her kêlîyê mukur li bêhêzî û biçûkatiya xwe tên.

Kêliya Kelecanê

Teslîmbûna li hember ramûsaneka evîniyê, destpêka têkçûn û tunebûnê ye. Tunebûna li her tiştî ku bo te dilhebîn û hezkirî ye. Kêliyên ramûsandinê da dinya diheje û dilê keserkûr ê dîrokê bo hemî hezkiriyên xwe diêşe. Pişk û para Romêo û Jolît ji vê evîna serneketî ew kêliya bû ku wan di şaneşîna koşka xwe da hevdu ramûsandin

Tarkûfskî li bişkivîna yekem ramûsanê di dilê dîrokê da difikire. Dîroka mirovahiyê ji wê derê dest pê dike ku evîn wek ramûsaneka ji dil û bi kêliyeka bi coş  û kelecan dipeke nav cîhanê.

Maks Êrnêst bi qelema xwe evînê resim dike û nîgareyek ji bûyereka mezin a evîndariyê dikişîne. Li vir sînorên navbera du mirovan tên rakirin û ramûsaneka wisa ji dil tirranên xwe bi hêz û desthilata cîhanê dike. Her tişt wekî hêvir dibe û germahiya kêliyeka agirîn, dilê vê cîhana ji kêvir disincirîne.

Li gorî Êrnêst,  du leş, yek wekî esamenkî şîn û yê din wekî erdê li hev dialin û gişt sînorên ji pêş diyarkirî yên vê cîhana xopan û wêran dibezînin. Ev nîgare her tiştî li nav sergerdaniyeka bêdawî dihêle û şiroveyek ji evîneka resen a esmanî ku koka wê di dilê keserkûr û pirrêş ê erdê da ye, radixe ber çavan.

Evîn bi navcîtiya hevdiliyekê dest pê dibe. Cihê ku di çend kêliyan da mesafe û dûrî gişt ji holê radibin û tenha rêya cîberzî û esmanîbûnê xeniqîn û tunebûna li maşûqê ye. Seyra evînê û Yekbûn; û di dawî da ketina nav tunebûneka bêdawî. Cihê ku du leş tên ku bibin yek û dîmenek ji qedexeyek platonî diafirînin.
Bila bîra me neçe ku gava ramûsandinê, şev têra xwe tarî nîne, tu dibê ev mirov dikare bi her awayî serî hilde.

#Maks_Êrnêst (Max Ernst)

#Hisam_Mihemedî

Wergêr: #Berat_Qewîendam