خانه > * ادبیات - Wêje - وێژه > Bextewarî û lezzet

Bextewarî û lezzet

Bextewarî û lezzet leylan e; Leylan û rewrewka ku tenê ji dûr va tê xûyanê û dema em lê nêzik dibin, êdî ji nav tere. Berovajî wê, derd û renc rastî ye û rasterast xwe nîşan dide; Ne pewîstî bi wehm û xeyalê heye, ne hewcedara çaverêbûnê ye. Heke em vê yekê bizanin, êdî li dû bextewarî û lezzetê narin û dewsa wê zêdetir hewil didin ku pêşî li derd û rencan bigirin. Wê çaxê em ê têderxînin ku baştirîn tiştê ku li cîhanê heye û dikare bide me: Jiyana bêyî derd û renc e. Jiyaneka aram ku em bikarin tamil bikin. Loma em çaverêtî, hêvî û mirazên xwe sînordar dikin da ku ewna bi dilniyayî û xatircemiyeka zêdetir serê xwe bigirin. Ji ber ku “Baştirîn rê sewa ku em bextreş û bêpar nebin ev e ku nexwazin zêde bextewar bin”.

#Li_Ser_Hikmeta_Jiyanê

#Arthur_Schopenhauer

Wergêr: #Berat_Qewîendam