خانه > عمومی > Pişkek ji pirtûkekê

Pişkek ji pirtûkekê

Vê strana ku te belav kir dilê min hejand …
Gelo tu zanî “Tijîbûn” yanê çi? Min nedizanî!
Bavê min jî her dema ku dixwest li wêneyên xwe yên berê mêze bike, guh dida vê stranê. Wî gellek ji albûmên wêneyên xwe hez dikir, lê ya ku herî pirr jêr hez dikir, albûma dehsaliya sêyem a jiyana wî bû. Dema dor digihîşte wê albûmê, bêdeng dima, hêdî diçû ser wêneyên din û bi kesereka kûr dikete nav xeyalan. Min hertim jê dipirsî: Çima wêne û bîreweriyin visa xweşik te aciz û xemgîn dikin bavo? Ew jî vedigeriya û digote min ku wêneyên heyama bîst û çend saletiyê, min Tijî dikin, lê nizanim çawa bêjime te ku Tijîbûn yanê çi, divê tu bixwe wê hest bikî… .
Min sal li pey salan li dû xwe hiştin û gihîştime sih û çend saletiyê, jiyana min hema wisa bêyî tu guhertineka berbiçav derbas dibû. Tevî ku min Valabûna xwe bi hemî rih û canê xwe hest dikir, lê hîn jî bi rastiya wateya Tijîbûnê nehesiyabûm.
Heta wê demê ku rojekê li nav kolanê rastî naskiriyeka qedîmî hatim. Kesek ku bi salan berî viya min jê hez dikir û me rojên xweş bi hev ra derbas kiribûn; Lê wê rojekê nişkê va dev ji her tiştî berda û çû.
Riya me di tûştekê da bû û em qasekê bi hev ra çûn û peyivîn. Ji bîranînên xwe yên xweş, ji kenînên xwe, ji serxweşîyên xwe … . lê me her duyan jî fam kiribû ku êdî em ne yên berê ne, guherîne, mezin bûne û renge êdî em bo hevdu tenê naskiriyek xerîb in.
Piştî saetekê peyaçûn û axaftinê em ji hev veqetiyan û ew li erebeyê nişt û destê xwe bo min li ba kir. Dema erebe çû min baş nedizanî kanê hesta min çî ye. Çimku meriv pê nizane kanê dema piştî çend salan tûşî kesekê tê ku pêştir jê hez dikirye û paşê ji bîr kiriye,  bi çi hestî lê difikire. Tenha tiştê ku ez pê hesiyabûm eva bû ku hesteka ecêb di dilê min da çêbûye. Tu dibê qey vegeriyabûm berê û tûşî xwe hatibûm. Min navê Tijîbûnê li vê hestê kir. Tijîbûna ji berbihuriya ku meriv dihejîne.
Niha heke dibe ji kerema xwe dîsa wê stranê belav ke…

Antarctica 85 Pileyên Başûr

Wergêr: Berat Qewîendam