Amûrên bipêşvebirina zimên

Amûrên bipêşvebirina zimênKAMRAN SİMO HEDILÎ
Gelek amûrên ku ziman bi wan bi pêş dikeve û dewlemend dibe, hene. Mînak perwerde, aborî, rojname, kovar, tv û wekî din.
Lê ji bilî van amûrên bipêşxistina zimên, ez ê di bipêşveçûna zimên de li ser rola kesên mijûlî nivîsandina çand û huner in, bisekinim. Pêşî divê were gotin, ziman bi keda hunermendan, nivîskaran û helbestvanan xweşik dibe û dibe zimanê ku mirov jê hez bikin. Hunermend bi stranên xwe, nivîskar bi nivîsandina çîrok û romanên xwe û helbestvan bi helbestên xwe, zimanê civatan nû dikin û bi pêş ve dibin.

Ji bo ku karibin vê bikin, ji bilî helbestê divê ku beşên din ên cureyên nivîsê vekirî werin nivîsandin. Da xwendevan têbigihîjin û zanibin bê nivîskar çi gotiye. Nivîskar ku bi zimanekî dewlemend û lihevhatî hest û ramanên xwe li gorî demê, li gorî pêwîstiyên rojê bibêjin, xwendevan dê wan bi dilxweşî bixwînin. Wê demê dê bi guhertinên nû ji bipêşveçûna zimên re xizmetê bikin. Ne pêwîst e ku wekî helbestvanan bi sembolan û sergirtî nivîsên xwe binivîsin û xwendevan di têgihîştina wan de zehmetiyê bikişînin.

Ya girîng ew e ku bandora xwe li bipêşxistina ziman dikin û her wisa zimanê xwe nû dikin. Di nûkirin û bipêşxistina zimên de ne bi tenê avakirina hevokên nû çêdikin, di awayê gotinan de guhertinên nû dikin. Rêyên pevgirêdana gotinên nû derdixine pêş û êrîşî hin kevne-prensîpên tengkirina zimên dikin. Bi rêyên nû, bi peydekirina hevokên nû nivîsên xwe dinivîsin. Ev hevokên nû dibine bingehê dîwarên zimanê ku pê dinivîsin, bi wî awayî hem zimanê xwe û hem zimanê civaka xwe bi pêş dixin.
Ew zimanê xweşikkirî û zimanê ku berhem pê tê nivîsandin herdu hev xweşik dikin, dewlemend dikin, hêzê ji hev digirin, hev bi pêş dixin û ya herî hêja hev nû dikin. Mîna du xoşewîstên ciwan ku bi hev şad dibin û yên li derdora wan jî bi dilxweşiya evîndaran dilxweş dibin. Zimanê ku berhem bi zimanê xweşikkirî pê têne nivîsandin û zimanê civakê jî, bi hev şad dibin û mirovahî bi vê şabûnê re li xweşikatiya xwe digere.

Zimanê ku xweşik were bikaranîn, mîna baxekî gulan e ku bi destên baxvanekî zîrek were çandin û hemû hunerê xwe di ciwankirin û sipehîkirina baxî de bi kar bîne; li gorî ahenga rengan her rengî li cihê wan deyne; li gorî bejnbilindiya wan her yekê li cihê wan û li gorî mezinatiya bax her tiştên din bi zanîn bi cih bike. Dema ku mirov li kulîlk û gulistanê binêrin dê dilxweş bibin. Zimanê ku bi kar tînin û zimanê civaka ku pê têne nivîsandin jî, wisa li ber çavên xwendevan hev xweşik dikin. Heke her kulîlkek li cihekî cuda be, kulîlk ahengake xweşikiyê nadin. Dibe ku yeko yeko kulîlk xweşik bin, ji bo ku bi tenê ne mirov bi rihetî dikarê wan jêke û pêşkêşî hev bike. Lê ji ber ku di nav gulistanê de wisa xweşik hatine tevgerkirin, mirov bi tenê dihizirin ka hê baştir çawa dikarin wan bi cih bikin û li sipehîkirina gulistanê digerin.

Li ser cudabûna zimanê helbestê û zimanê cureyên din ên nivîsên cuda wisa tê ravekirin. Nivîskar di bingehê afirandina raman û avakirina hevokan de giraniya xwe didin bikaranîna lêkeran û naxwazin ji rêzimana heyî derkevin.
Lê helbest bi gotinên xweser, yên wategiran in ku di axaftina rojane de pirr nayên bikaranîn û bi pirranî bi hevokên bê lêker tê avakirin. Raman, hest û serpêhatiyên ku bi wî formî têne hunandin, zimanê helbestê ne.

Jean Cocteau ji bo bikaranîna vî zimanî dibêje, “Ne ji bo gotina masê peyva masê, ne ji bo gotina çûkan peyva çûkan, ne ji bo gotina evînê peyva evînê di helbesta xwe de bibêjin”…
Ev gotin ji bo nivîsandina helbestê gelekî di cih de ne. Ji helbestvanan re dibêje, bi îşaret û sembolên sergirtî li bipêşxistina zimanê di helbesta xwe de binêrin.
Zaneyekî din Roman Jakobson jî dibêje, “gava ravekirin û lêkolîna avabûna zimanekî bê kirin, divê lêkolîn û ravekirineke kûr di derbarê fonksiyonên helbestvaniya wî zimanî de bê kirin.”
Nexwe em dikarin bibêjin, hêza ku ramanê bi helbestvanan didê zayîn, zanîna bikaranîna zimên e. Amûra ku vê hesretê digihîne civatê û bi civatê dide hezkirin jî ziman e.
Ji ber wê, pêwîst e ku helbestvan, hunermend û nivîskar di nav demê de ziman nas bikin û zimanê xwe bikin amûra hezkirin û bi pêş ve birina civata xwe.