خانه > عمومی > Kurteyek li ser Wergerandinê

Kurteyek li ser Wergerandinê

Wergêr: Berat Qewîendam

Maf û erkên kesên wergêr û kesên ku bi zimanekî biyanî nizanin û pêwîstiya wan bi wergerandinê û alîkariya wergêran heye.

Navcîtiya Zimanî (Wergerandin) dema hevpeyivîna te digel kesekî/a pispor (Dixtor, mamoste, polîs, kedkarên dewletê û hwd), heke zimanê te û wî/ê ne yek be, alîkariya te dike.

Wergerandin bi vê wateyê nîne ku kesê wergêr rola kesê pispor bigire ustiyê xwe.

Ev mafê te ye ku heta dema ku Zimanê Biyanî nizanî, bikarî digel dixtor, mamoste, kedkarên rêvebiriyê an kesên din ên pispor biaxivî. Yanê zanyarî û agahiyan bi awayekî rasterast ji wan werbigirî û daxwazên xwe jî bi vî awayî ji wan ra bêjî.

Pêwîst e dema gotûbêjê, kesê wergêr gotinên hemî beşdarên li vê gotûbêjê wergerîne. Lê mafê wergêr tune ku zanyariyên nerast raberî te bike. Wek mînak mafê wergêr tune ku têderxistina xwe li ser nexweşiyekê bîne zimên, an bêje te ku zarokên te divê çawa li dibistanê tevbigerin. An Rêvebiriya Karên Ciwanan navendeke çawa ye.

Her wiha divê tu bikarî der barê çaverêtî, xwestek, pirsgirêk an gilî û gazindeyên xwe biaxivî. Ji ber ku divê te jî ev îmkan û derfet hebe ku wekî her welatiyekî din, gotin û nêrîna xwe derbibirî.

Eva erka wergêr e ku sirr û nihêniyên kesên din li cem xwe ragire.

Nabe ku ew (wergêr) zanyarî û agahiyên ku di dema wergerandinê da ketine ber destê wî/ê, ji kesên din heta ji endamên malbata xwe ra vebêje.

Ev kar ji bo Parastina Qada Kesane anku Herêma Şexsî ya kesên wekî te pêwîst e.

Nabe ku wergêr van zanyariyan ji xwe ra bi kar bîne, an bide ber destê kesek din.

Piştî wergerandinê pêwîst e ku kesê wergêr her tiştî ji bîr û hafîzeya xwe “Paqij bike”.

Wergêr divê tevayê tiştên ku tên gotin, wergerîne.

Heta heke peyv û gotinên naşirîn û xerab bînî zimên, ewna jî dê bên wergerandin.

Her wiha her tiştê ku aliyê din ji te ra dibêje jî, tê wergerandin.

Dema ku kesê pispor wek mînak hevokekê pênc caran li pey hev dubare dike, ew hevok pênc caran tê wergerandin.

Lewma pêwîst e tiştê ku naxwazî were wergerandin, ji wergêr ra nebêjî.

Pêvajoya gotûbêjê divê bi awayekî be ku tu dibê qey zimanê her du aliyan yek e.

Wergêr divê bêla û serbixwe be; Îzna wergêr tune ku dema xebata xwe, nêrîna xwe tevlî gotinan bike.

Heke ray û nêrîna wergêr ji ya te cihê ye, îzna wî tune ku wê yekê bîne zimên.

Nêrîna kesê/a wergêr di heyama wergerandinê da ne girîng e; Ya girîng ev e ku tu û aliyê din bikarin digel hev pêwendiyê bigirin.,

Heke li ser mijarên gotûbêjê pirseka te heye, nabe ku di heyama gotûbêjê da ji wergêr bipirsî. Van pirsan ji aliyê din bipirse.

Kesê pispor bixwe xwedan zanyarî, hêjatî û ya herî girîng li ser mijara têkildar, Berpirsiyar e.

Helbet tu dikarî ji hevzimanên xwe jî alîkariyê bixwazî. Lê ev kar divê derveyî rol û berpirsiyariya Wergerandinê were raçavkirin.