Karwan Koçer, koça dawiyê kir

Karwan Koçer, koça dawiyê kirMirovê hêja û xwedîraman, birêz Seyid Husêyn Gîlanî (Karwan Koçer), wergêr û helbestvan û xwediyê bîr û baweriyên kurdayetiyê çû ber dilovaniya xwe.

Pênc şeş salan ber viya min ev mirovê hêja ra nas kir.
Tevî zehmetiya cotkarî û jiyana li gund (Gundê Jaravaya Ûrmiyê), lê hertim mijûlî xebatên çandî  û wêjeyî bû.

Rêzdarî û mêvanhezî û mêvanperweriya wî tu carî ji bîra min naçe; Mixabin ku derfeta kêm, rêya dûr û mijûlatiya zêde nehîşt zêdetir ji zanist û fikra wî hêjayî sûdê wergirim.

Ev e beşek ji helbesta wî ya bi navê Şûnwar

şevek dilteng, şevek sar
şevek xemgîn u xembar,
tenê borîm li şunwar,
bi bîra ronîya ruyê te ey  yar,

li şunwaran bi bîra te li çol mam,
hemî can bûme  çav u pey te geryam,

nizanî min çi avay bi ser kir,
dîsan dîn bum u bîra te beter kir
dilê min bu dihelya,
ji çav min dirijya

dihat bîra min ev şev
di jêr esman me xistî ser li bal hev.,
şev aram u zeman ram,
têrêjê heyvê dabu her derê tam..
tê bîra min te got wazê ji mi bîne.
Here ji warê min, min nehebîne,
evîna te bîna ava cobare
dibore, di her rojê bi dor e

Rehma Xwedê lê be; Bila serê zarên wî û malbata wî xweş be.

Berat Qewîendam