خانه > عمومی > Roja Nûçegihanan pîroz be

Roja Nûçegihanan pîroz be

Roja Nûçegihanan pîroz beÎro 17`ê Meha Mordadê (۸`ê Tebaxê) li Îranê wek “Roja Nûçegihanan” hatiye binavkirin.

۱۹ salan berî niha çend nûçegihanên îranî ji wan Mehmûd Sarimî di encama êrîşa Talibanê li bajarê Mezarşerîfa Efxanistanê jiyana xwe ji dest dan û bi vê boneyê ev roj bi navê Roja Nûçegihanan tê naskirin.

Ev roj li hemî kesên ku erka ragihandinê pêk tînin, bi taybet li hemî nûçegihanan pîroz be.

***

Serokomarê Îranê, Hesen Rûhanî îro bi vê boneyê postek li ser Instagrama weşand û nivîsî:

Karek ji “Qelema Işkestî” û “Devê Girêdayî” nayê

Wî di dewamê da viha nivîsî:

“Werin em pênûsan bi mehneyên pûç neşkênin û devan bi mehneyên ne-durust girênedin. Em bihêlin bila li vê civakê “Azadiya bi Berpirsiayrî” hebe”.