خانه > خبر - Nûçe نووچه‌ > Yezd jî kete nav Lîsteya Mîrata Cîhanî

Yezd jî kete nav Lîsteya Mîrata Cîhanî

Yezd jî kete nav Lîsteya Mîrata CîhanîBajarê dîrokî yê Yezdê di Lîsteya Mîrata Cîhanî ya UNESCO`yê da hat tomarkirin

Komîteya Mîrata Cîhanî li Saziya Zanistî, Çandî û Perwerdehiyê ya ser bi Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) li civîna xwe ya çil û yekem li bajarê Krakofa (Kraków) Polayê, bajarê dîrokî yê Yezdê (li navenda Îranê) di lîsteya xwe ya Mîrata Cîhanî da tomar kir.

Bi tomarkirina bajarê dîrokî yê Yezdêyekem dosyeya bajarekî dîrokî yê Îranê di Lîsteya Mîrata Cîhanî da hat tomarkirin.

Komîteya Mîrata Cîhanî ya UNESCO`yê roja Şemiyê jî sipasiya pêngavên Îranê li warê parastina qada kevnare ya Şûşê û Meydana Neqşê Cehana Isfehanê kiribû.

Komîteya Mîrata Cîhanî (the World Heritage Committee) ya UNESCO`yê her salê civîneke giştî li welat û bajarên cûrbicûr bi merema nirxandin û tomarkirina şûnewarên nasandî di Lîsteya Mîrata Cîhanî da li dar dêxe.

______

Yezd û Birca Îfelê

Heta niha 12 caran tîkeyên polayî li Birca Îfilê (#Eiffel_Tower) hatine guhertin;

Avahiyên bi kelpêçan li Yezdê ۸۰۰ salan ba û baran li pey xwe hiştin û hema wisa bedew û bi heybet mane.

Berat Qewîendam