خانه > داستان - چۆرک - Çorik > Çîrok: Mirina Tewratê bi qelema Fevzi Özmen

Çîrok: Mirina Tewratê bi qelema Fevzi Özmen

Mirina Tewratê – Fevzi Özmen

Zivistana vê salê li Tewvratê pir dirêj kiribû. Ji xwe hemû zivistanan lê dirêj dikirin û wê bihar bi bendan dikişand. Her tim digot: „Bixêr îsal jî bihar bihata, belkî reşebaya min bi biharê re siviktir biba.“ Lê zivistana îsalî tiştekî din bû. Ew ne tenê bû. Ducan bû. Li aliyekî reşebayê, li aliyê din ducanbûna wê, ew lewaz kiribû. Taqet lê nemabû. Mal sar, ardû tunebû. Hele mala kirîvê Eşref carinan yek sepet sergîn nedaba wan, ew ên wê zivistanê hemû ji serman bimirana. Elîcanê teral jî nediçû, ji çolê bi pişt êzing nedianîn. Tenê kulê xwe xwar dikir, destê xwe dida paş pişta xwe, bi kincên xwe yên qetiyayî, tî û pirçî di nav gund de wek sûtalan digeriya. Di bîst û çar saetan de tenê carekê xwarin dixwar. Bilî şîva miriyan arvanê wan jî, tunebû. Di hefteyê de carekê, rojên pêncşemiyan, çend nanên hişk, hinek toraqa tisî û carinan jî sawar û zadên din bidest diketin. Şîva miriyan têra çar canan nedikir. Zaro hûr, zaro birçî, zaro tazî û pêxas bûn. Pozê Elîcanê teral nedişewitî. Tewrat jî, nexweş û ducan… Nuha ew reşebaya dest û pêyên wê nebûya, ew ê biçûba, ji cîranan re kar bikira, lihêf bikirana, gore çêbikirana. Qet ne carinan zaro jî digirtin ji wê mala tarî ya bi rewa derdiket, diçû malên cîranan. Li malên cîranan hinek hewa digirt, xwe germ dikir. Zaroyan jî zikên xwe bi kûtan têr dikirin. Bi rasti kûtên amojina Porsor, ji yên dinan pir sortir û xweştir bûn. Wê ti caran kût nedişewitandin.

Bihar hatibû. Meha gulanê bû. Xem û xeyalên Tewratê zêdetir bûbûn. Caneke din jî di rê de bû, an îro an sibe. Rojên wê bi hejmar bûn.

Elîcan êvarê bi pirçûmê sar hat mal. Mal tarî bû. Çira vêneketibû.

„Ka va çira çima vêneketiye“ got ji Tewratê re.

„Me bi çi vêxista,“ Tewratê gote wî û domand, „ka di mala te de qazaxî hebû?“

„Erê, rast e.“ got û Elican ji mal derlet çû.

Piştî demekê Elican tevî şûşeyeke qazaxî bi şûn ve zivirî malê. Xwe bi xwe digot:

“Va kirîvê Eşref jî nebûya, wê halê me çi biba?”

Çira wan vêketibû. Ji bo xwarinê tiştek di mal de tunebû. Elîcan çira temirand, tevî zarokan bi zikê birçî ketin nav nivînên xwe û ketin xewê. Lê xewa Tewratê nedihat. Ew ditirsiya. Ji ber ku canêşiya wê dest pê kiribû. Ji xwe ew her tim ji şevên tarî ditirsiya. Wê şevê tirs û xofa wê zêdetir bûbû. Her diçû canêşiya wê jî zêdetir dibû. Serê wê balîf nedigirt. Carekê hewl da xwe ku rabe pê û di nav malê de bigere. Lê bi ser neket. Mal tarî û teng bû, jûniyên wê jî nedigirtin. Bê çare di nav nivînên xwe de rûnişt. Ditirsiya, diricifî û bi dengekî nizim dinaliya. Her diçû nalînên wê kûrtir dibûn. Ji bo ku bi dengê bilind ew nenale û zarok hîşyar nebin, wê didanên xwe dişidand û ber xwe dida. Lê êşê mecal nedidayê. Wê dengê xwe bilind kir û naliya; “wê dayê.. wêê dayêê.. ez mirim mirim! Ez miirim miriiim!“

Dengê wê dilerîzî û kelûgirî li qirikê hatibû pêçandin. Elîcan bi dengê wê re hîşyar bû û gotê:

„Wê dayê û kul û jan! Dîsa çi ye, çi bûye? Çi dayê daya te ye? Tu nahêlî hebek xew têkeve çavên me! Hetanî kengê em ê vê qareqara te guhdarî bikin? Dayê ha dayê! Nizam dayê li ku ye? Dayê xweliya li serê xwe kir, ew ê li serê te jî bike. Oof lo! Nizam ez ji destê vêya ku de biçim! Dayê ha dayê!”

Tewratê dengê wî tew nedibihîst. Ew careke din qîriya: “Wêy ez mirim. Wîî.. ez mirim, miirim.“

Elîcan jî tevlixew bû û dikir pilepila xwe. Paşê pê werqilî ku dengê nalînên Tewratê ne wek dengê nalînên wê yên şevên berê ne. Her çiqas Tewratê ji ber êşa dest û pêyên xwe her şev digazincand, bi dengê bilind digiriya, Elîcan ji xewê hîşyar dikir, xewa wî direvand û wî dikir pilepil û niçeniça xwe jî, ew careke din diket xewê û xewa xwe didomand. Lê îşev dengê Tewratê ji dengê wê yê şevên borî cihêtir bû. Elîcên di tariyê de bîstekê guhên xwe da dengê wê. Pê bawer kir ku Tewrat bi rastî nexweş e. Wî hewl da xwe ku rabe çirê vêxe, lê bi rabûnê re; „wê bavo!“ got û kir ax û of. Serê wî li maxa xênî ketibû û şkestibû.

Bi nalînên Tewratê û axîn û ofîna Elîcan re Mixdo û Xelo jî, ji xewê hîşyar bûbûn. Zaroyên reben bêyî ku ji wê rewşê tiştekê fêm bikin, dest bi girî kirin: „Wê dayêê, wî bavooo..!” Li aliyekî nalînên Tewratê, li aliyekî qîrîna Mixdo û Xelo, li aliyê din axîn û ofîna Elîcan; tevliheviyeke nefambar pêk anîbû.

Elîcên, ji ber dengê giriyê zaroyan û nalînên Tewratê êşa serê xwe ji bîr kiribû. Di tariyê de li çirê digeriya. Wî çira dît, ew vêxist. Pişt re çû ba Tewratê li rûyê wê nerî ku reng û gwînê Tewratê çûye. Ew di nav kel û xwîdanê de maye. Lêv lê ziwa bûne û mijikê avitiye dora lêvên wê. Wê demê Elîcan jê tirsiya. Ew ji wan gotinên xwe yên ku ji Tewratê re gotibûn, poşman bû. Hedîka çû cem zaroyan û gote wan:

“Kurên min, netirsin, tiştek tune! Êşa diya we dest pêkiriye. Bîstekê bi şûn ve ew ê derbaz bibe.“

Di vê navberê de wî destê xwe bir serê xwe û bi şûn ve kişand. Destê wî şil bûbû, ji xwînê sor dikir. Serê wî şikiyabû. Xwîn herîkibû ser stûkura wî. Stûkura kirasê wî yê spî yê qirêj di xwînê de mabû. Lê zaro hêj aş nebûbûn. Nalîn û qîrîna Tewratê jî her diçû kûrtir dibû. Elîcan, li alîyekê xwîna serê xwe paqij dikir, li aliyê din diqîriya ser zaroyan û Tewratê. Dixwest ku wan aş bike. Lê ne zaro aş dibûn, ne jî Tewrat ditewiya. Vê tevliheviya ha gelekî domand.

Piştî aşbûna zaroyan, Elîcan çû ba Tewratê, li ber serê wê rûnişt û destê xwe da ser eniya wê. Xwidaneke sar jê diçû. Elîcan çû tasek av anî dayê, wê qultek jê vexwar. Di malê de bêdengî hebû. Ji nişka ve dîsa qêrinek ji Tewratê hat. Elîcan hilciniqî. Zaroyan dîsa deng bi girî kirin. Tewratê got:

“Hey marûmo, Rabe biçe gazî xaltiya Seyranê bike! Tu çi li ber serê min rûniştiyî? Tu ji halê min çi fêm dikî?“

Tewrat ketibû ber êşikan.

Elîcan hema fêm kir, hewl da xwe ku rabe biçe gazî meta Seyro bikê, êşa serê wî ket bîrê. Xwe xûz kir. Bêyî ku carek din serê xwe li maxa xênî bixe, ber bi derî ve çû.

Xaniyê wî yê yekçavî, wek pûnika mirîşkan nizm û tarî bû. Bi rojnigeke piçûk ji banê ronahî digirt. Diwarên wî yê yek di bin sergoyê ku havîn û ziwistanan wargeha ker û mirîşkan bû, da dima. Bayê jêrîn toz û xebara sergo hetanî hundirê xênî dianî. Gava ku mirov ji der ve biketa wî xaniyê tarî, bêhna tirşiya rewayê çavên mirov dişewitand. Deriyekî şirt î bi heriyê sewaxkirî li ber bû. Bana wî bi axê hatibû nixumandin. Sê diwarên wî di erdê de bûn. Tenê dîwarekî wî î bêsewax ku li başûr mêzedikir, dihat xûyakirin. Diwarên hundir jî, bê sewax bûn. Tendûreke biçûk di xênî de hebû. Ew jî, havînan di hefteyê de carekê, zivistanan jî, zêdetirîn sê caran dihat dadan. Dûyê wê arixa xênî û gont û martakên wî di quruma reş de hiştibûn. Du qat nivînên kevnên zirziliyên qilêr ên ku bi qîrika biharê lewitî bûn, di kuncikê xênî de didan serhev.

Saet hatibû nivê şevê. Elîcan derî vekir û stûyê xwe dirêjî der kir. Berî ku gava xwe bavêje wîyalî şêmûkê, li ezman nêrî. Ezman tarî, stêrk tunebûn. Mirov nikaribû gavekî ji xwe wêde tiştekî bidîta. Carinan ewr digurmicîn û brûskê vedida. Dil hebû baranê dest pê bikira. Elîcan hedîka gava xwe avêt wî alliyê şêmûgê, lingê wî yê yek çikî nav heriyê bû. Hewl da xwe ku lingê xwe bi şûn ve bikişîne, tewişî, lingê wî yê din jî ket nav heriyê û tê de çik bû. Hewleke din da xwe ku xwe ji nav heriyê bifilitine, lê mêzina xwe winda kir û li ser dev û rûyan çû erdê. Îcarê bi herdû lepên xwe ket nav heriyê. Bi hêza destan xwe bi şûn ve kişand. Herdû pêlavên wî yên qetiyayî jî, di heriyê de man. Xwarî erdê bû, di tariyê de bi lepan li pêlavên xwe geriya û ew dîtin. Heriya hundirê pêlavên xwe yên lastîk, bi destê xwe paqij kir û ew carek din kirin pê. Êdî tişta ku diviyabû biba, bûbû. Elîcan tevî pêlav û gorên xwe yên biherî yên şil da nava heriyê û berbi mala meta Seyro ve bibalkêşi hedî hedî meşiya. Lê serê wî jan dida. Destê xwe avêt telikê xwe ku ji serê xwe derbixe. Telik, bi porê wî ve zeliqî bû. Wî telik kaş kir, ji serê xwe deranî. Bi destê xwe yê bi herî ji bêrika şalê xwe destmala xwe ya qilêr a ku ji mehekê zedetir û pê ve bû nehatibû şûştin, deranî û xwest ku pê destên xwe yên bi herî û serê xwe yê bi xwîn paqij bike. Lê xwîn cemidîbû û kesek girêdabû. Bi destên xwe çend kesekên xwînê ji porê xwe derxist û avêtin erdê. Piştre careke din destmala xwe ya qilêr qat kir û xist bêrika şalê xwe.

Elîcan di tariyê de dimeşiya. Baranê dest pêkiribû. Ewr digurmicîn, brûskê vedida. Wî pêşiya xwe nedidît. Brûskê jî, hetika wî biribû. Piştî vedana brûskê bi qasî çend deqan çavên wî ti tiştek nedidît. Tirsa wî ji kendalê alî wî yê rastê ku çem di ber re diherikî, hebû. Heke lingên wî bişemitiyana, ew ê di kendal de gêr biba û biçûba ji kîsê heftê û heft bavên xwe.

Şev tarî bû, şev bêdeng bû, rê bi herî bû, baran dibariya, jinik tevî zaroyan di mal de tenê û nexweş bû. Xofekê Elîcan girt. Di dilê xwe de got: “Lê bimire!”

Şev ker bû. Tenê dengê çêm bêdengiya şevê diçirand. Wê şevê dengê çêm him zêdetir bû him jî, pir xerîb bû. Disa wî di dilê xwe de digot: “Gelo tu bê laser rabe? Ku ew rabe, ew ê pirê bide ber xwe û bibe. Ku laser pirê bibe, wê meta Seyro di vê şeva tariya bibaran de çawa karibe çêm derbas bike? Îşelah ew ê laser ranebe!”

Elîcên hewl dida ku bistekê zûtir xwe bigihêjîne mala meta Seyro. Lê heriyê mecal nedidayê. Hêj pire jî, li pêşiyê bû. Dîsa ket nav xeyalan. Tewrat û zarok ketin bîrê. Xortaniya wî û qîzaniya Tewratê hat bîrê. “Tewrat keçikeke çiqas bedew e jêhatî bû” di dilê xwe de derbaz kir. “Hetanî berî çend salan wê serbêrî dikir. Rojê du danan her carekê dikaribû bi serê çarsed-pêncsed pezî bigirta. Di bêriyê de bi stûyê peza her bêrîvanekê digirt û dida ber wan. Lê îro! Îro jî bindest bûye. Mirata reşebayê ew çiqas lewaz kiriye. Ji me kêmtir îcar zarokek din mabû. Ma qey me ew ên hene baş xwedî kirine, îcarê maye evê nû.”

Elîcên di dilê xwe de ji Xwedê jî gazin kir û got: „Xwedêyo! Tu mezin î. Hêza te ji her hêzê pirtir e. Tu her tiştî dibînî û dibihîzî. Tu her tiştî dizanî. Li her derê hazir û nazir î. Ma Tu halê me nabînî? Ez ji herkesî zêdetir dixebitim. Rojê pênc caran ji te re nimêj dikim. Rojiya remezanê qet naxwim. Pir caran serê sê mehan, şeşek û dehekên heciyan jî digrim. Rojê bi hezar caran navê te bi bîr tînim. Dîsa jî birçî me! Di gencîneya te de her tişt heye. Ma tu nikarî bi qasî têra me debara me bidî me? Heke gunehê te bi min û Tewratê nayê jî, bila bi zaroyan were! Zaro tî, birçî û pêxas in. Ma ev edalet e?” Lê ew di cî de ji van gotinên xwe poşman bû. “Tobe! Tobe!” got. “Ez çawa dikarim têkilî karê Xwedê bibim. Ma ev yek fermana Xwedê ye. Ji destê me çi tê!“  Û meşiya…

Hatibû nêzîkî pirê. Bi zorê karibû pêşiya xwe bidîta. Ji ber baranê ew pir şil bûbû. Ji kincê wî av diniqitî. Lê wî gazin ji vê rewşê nedikir. Hişê wî li mal mabû. “Lê tewrat bimire!..”

Diviya bû ew ji Newala Bitirs derbaz biba. Hemû gundî bişev ji vê newalê ditirsiyan. Digotin tiştine xirab di vê newalê de hene. Lewma navê wê lê kiribûn “Newala Bitirs”. Elîcan jî, ji vê newalê ditirsiya. Lê çare nîn bû, çi dibû bila biba, diviyabû ew wê şevê di wê newalê re derbas biba.

Hedî hedî berbi newalê ve dimeşiya. Dîsa Tewrat ket bîrê. “Nizam min ji Tewratê çi dixwest? Tawana wê çi bû? Çi xeta heye di xênî de ye. Ji xwe Tewratê ev îleta xwe ji vî xaniyê bêhewa û birewa girt. Di qîzaniya xwe de ew gelek çalak û jêhatîbû. Lê Îro?..“

Elîcên hinek din nêzîkî li Newalê kiribû. Mixdo ket bîrê. Mixdo hê çar salî bû. Zikê wî yê ji ber kurman perçifî yê weke zebeşên Amedê gir, hetanî ber qevsinga wî bilind bû. Bi çavên xwe yên bi şîlaq bi tirs li mirovan dinêrî. Zivistanan bi tena kiraseke kevin, serqot û pêxas derdiket ber derî û di nav berfê de wisa digeriya. Carinan jî ji xênî dûr diket. Diket nav şepeyên berfê û tê de çik dibû. Cîranên ku di ber re derbas dibûn, destê xwe diavêtin milên wî yên zirav ji nav berfê derdixistin û dibirin mala wan. Lê Mixdo ti qet talaş nedikir.

Havînan tazî şilfê canê xwe bû. Li ber derî di nav toz û xebarê de rûdinişt. Lîlika pozê xwe an bi zimanê xwe paqij dikir an jî, bi pişta destê xwe li rûyê xwe dida. Toraq û mastê ku havînan ciranan didanê, bi tena serê xwe nedixwar. Her tim curbecur mêhvanên wî hebûn. Yên yekem mêş, yên duyem mirîşk bûn. Carînan jî, se dihatin mêhvandariya Mixdo. Mêş li ser porê wî yê qurîşkê qilêrê bi rûn û li dor dev û pozê wî yê bi mast û lîlik dihêwirîn. Wan ji hev pir hez dikirin. Ew wek heval bûn. Hemû mêşên gund Mixdo nas dikirirn. Dihatin serdana wî û li laşên wî dihêwirîn. Laşê Mixdo hêwirgeha mêşan bû. Ne ji wan xû dikir ne jî, ew ji xwe dûr dixistin. Lê tama Mixdo ji destê dîkê mala mele û cewrikê apê Egît qet tunebû. Nan û kutên ku cîranan dida Mixdo, an dîk an jî, cêwrik dihat ji dest Mixdo direvandin.

Roja Mixdo ji dayîka xwe bûbû, Elîcan zaf pê şa bûbû. Wî digot: “Ji mêran kurên mêr dikevin. Ew ê rabe sûlala me bidomînê. Ew ê wek kalikê min ê Mixdat bibe mêrxasek.” Û navê kalikê xwe lê kiribû. Elîcan di vê dawiyê de ji wan gotinên xwe poşman bûbû. Tawan davêt ser Tewratê û digot: „De here lo! Kê dîtiye ji dêla tirek seyên gurêx bikevin. Tu li dê binêre û mêraniya Mixdo bihesibîne.”

Elican her tim reşebaya Tewratê dikir serhevde û dida rûyê wê: “Tu çi bûyî ku dewlê te bibin çi“ digotê.

Her çiqas Xelo dû salî bû jî, ew ji hemêza diya xwe dernediket. Hêj li ber pêsîran bû. Pirsgirêkên Xelo wek yên Mixdo zêde nebûn.

Elîcan pê ferqilî ku hatiye ber Newala Bitirs. Ava newalê rabûbû. Bi balkêşî di ser pêpanikan re derbas dibû. Bismîlahî digot û tifî dora xwe dikir. Di dilê xwe de jî digot: “Lê Tewrat bimire!.. Hey kevir li devê te keto! Devê xwe ji xêrê re veke!..”

Êdi hatibû ser pêpanika dawiyê. Dema ku cindik da xwe û xwe avêt wiyalî newalê, pê re li tiştekî ket. Dengeke wisa ecêb ji tişt terket ku porê serê Elican gij bû, ziravê wî qetiya, zimanê wî hat girtin. Ew çi bû gelo? Tişta xirab bû, çi? Elîcan viyana xwe winda kir û xeriqî.

Dema ku Elîcan bixwe hat, wî nizanibû dem çiqas derbas bûye. Di nav avê de bû. Cemidî bû, diricifî. Çeqeçeqa didanên wî bûn. Pir tirsiya bû. Çi bûbû, çi lê qewimîbû, pê nizanîbû. Ziman lê nedigeriya. Bi dengê banga dîkekî re bi xwe ferqilî. Dest pêkir û xwe bi xwe axifî. Di eslê xwe de nediaxifî. Dikir miremir û bixebix. Zimanê wî bi paş û pêşî hev diket. Di dawiyê de çend pêyvên ku wî jî jê fêm nedikir, ji dev derket. “Mme, mmee, mmet.. meetaa Seeyraan Tiştên xirab Xirab.. Tewrat..”

Li ser lepan xwe kişand, ji nav avê derket. Hedî hedî sibe ronî dibû. Baran jî rawestiyabû. Elîcan xwest ku bîstekê li serpişt ramede û bila hişê wî were sêrî. Dema ku wî serê xwe ji paş ve danî, serê wî çû li tiştekî nerm ket û kastinek pir bi robê hat guhên wî, ji tirsan mîna ku çend mirov bi hev re Elîcên ji ciyê wî rakin û disa berjêr bavên nav ava newalê, wî carek din xwe di nav ava newalê de, li ser dev û rûyan dît. Dev û didanên wî tijî xwîn bûbûn. Pir şerpeze bûbû, lê îcarê nexeriqî bû. Diricifî. Demeke dirêj bêyî ku xwe bilivîne, di ciyê xwe de ma. Paşê hişê wî hat serî. Sibe ronî bûbû. Wî xwest ku neyarê xwe nasbike ka ew çi ye. Xwe bi erdê ve kişand hat cem neyarê xwe ku çi bibîne. Ew tiştê ku ji nîvê şevê de ziravê wî qetandibû, Berazê mala xalê Wahab bû. “Wêy mêrato!” got, “çima te îşev ez qetandim! Hele hûn li halê min û vî mêratî binêrin!”

Di ciyê xwe yê rûniştî de, xîçek kevir ji nav avê girt ku pê ve wer bike, lê kevir bi Beraz havil nekir. Ji xwe vî jî nikaribû kevirê duyem bigre û bavêjiyê.

Elîcan hewl da xwe ku rabe pê. Lê taqet tê de nemabû. Dilolicî û diricifî. Kinc û kolên wî him şil bûbûn him jî, di heriyê de lewitîbûn. Destên wî û devdora devê wî di xwîn û heriyê de mewicîbûn. Xwest ku wan bişo, lê ava newalê tevahî lix û herî bû. Berê xwe da çêm. Ava çem jî, şêlû bû lê wek ya newalê nebû. Bizorê xwe gihand ber çem, hat tûncikan, destê xwe şûştin û kulmek av avêt devê xwe. Bêhna herî û reşikê jê dihat. Dilê wî jê li hev ket, tifî erdê kir û xwe bi xwe got: “Mêratê, çi tameke berbat jê tê”. Bê dil kulmek ava din jî girt, pê devdora devê xwe ji xwînê û heriyê şûşt. Bi çend kulm ava din jî şalê xwe û pî û pêşên çakêtê xwe şûşt. Wî çiqas ew dişûştin, her diçû ew di heriyê de dimeliqîn. Rabû ser xwe, ji jor ve li kincên xwe nêrî; “Ji berê xirabtir e” got û berê xwe da pirê.

Dema ku di ser pira ji du darên spîndar ên stûr û dirêj pêkhatî, re derbaz dibû, ji tirsan û sermayê jûniyên wî dilerizîn bi xwe jî diricifî û dilolicî.

Çû ber derê meta Seyranê. Êdî sibe têr ronî bûbû. Pişkên şiliyê davêtin. Dil hebû baran dîsa dest pêbikira. Elîcan serê xwe rakir, li ewran mêze kir. Ewrên reş ên bi hêrs û kerb, ber bi başûr ve direviyan. Di dilê xwe de: “Hele li van mêratan binêr! Mirov dibê qey gazî li pê ne. Tobe, tobe…” got û bi girmika xwe li derê mala meta Seyro xist. Piştre bi dengekî bêhêz î westiyayî bangî meta Seyran kir:

“Meta Seyran, meta Seyraan! Hûn hişyar in, an na?“

Ji hundir deng derneket. Carek din bi kulmên xwe yên bêhêz li derî xist, bi dengê xwe yê lerizî û tevligirî bang kir.

„Meta Seyraaan, meta Seyrooo…! Hûn hişyar in, an na?“

Dengekî mêran î stûr î xizok ji hundir hat.

„Çi ye loo? Çi tawa ye?” got û kuxik li qirêkê piçikî. “Tu kî yî? Uhuu uhuuuu.. vê  sibê zû,..uhuuu uhuuu, tu ji me çi dixwazî lo?“

Elîcan dengê Xalê Misto nas kir.

„Xalo ez im, ez! Ez Elîcan im! Ca xêra bavê xwe derî veke! Ez hatime ji bo meta Seyran. Rûyê min li ber te reş e, zaroyên me di ber tengiyê de ne. Bila meta Seyran were jê re dapîriyê bike! Zû, zû! Ew pir nexweş e!”

Di hûndir de miremir û kuxekuxa Xalê Misto bû. Elîcan dengê wî seh nedikir ku ew çi dibêje. Paşê dengê meta Seyro bi ser wî ket.

“Elîcanê min, çi bûyê? Kurê min, te got Tewrat nexweş e?”

„Erê erê Metê! Zû bike zû! Ew pir nexweş e!“ gotê.

Di vê navberê de Xalê Misto jî, derî vekiribû. Gava ku çavên Xalê Misto li Elîcan û li vî halê wî yê şerpeze û belengaz ket, bi rastî qijiniyek bi dilê wî ket û gote wî:

„Way li min mal xirabî! Kuro çi bûye bi te? Va çi hal e hatiye serê te? Kê li te xistiye?“

“Xalo qet qal neke, kesekî li min nexistiye! Lê ya ku îşev ji êvar de hatiye serê min, bila neyê serê kevir û daran, bila neyê serê gurên serê çiyan! Destê te maç dikim! Li min bibore! Me ava rûyê xwe carekê rijandiye! Biraza te nexweş e. Ez ji êvar de, ji mal derketime. Edî miriye, maye, ez nizanim!”

Xalê Misto ne ji Elîcan ne jî ji gotonên wî tiştek fêm kiribû. Tenê serê xwe dihecand û dikir niçeniça xwe.

Meta Seyran jî hatibû ber dêrî. Wê jî, li halê Elîcan nêrî û dilê wê pê şewitî. Meta Seyranê serê xwe rakir, li ewr û ezmanan nêrî. Rewşa ewr û ezman ti ne rewş bû. Pirçûmê meta Seyran tirş bûbû.

„Di vê şilî û heriyê de em ê çawa karibin biçin, Kurê  min? Min taqet nîne. Çavên min ji min nabire ku di vê hewayê de ez werim“ gote wî.

Elîcan xwar bû, bi destên xwe yên ku di herî û xwînê de mabûn, rahişt destê meta Seyran û bi dengekî dilşewat û lerzok gote wê:

„Na na! Were, were metê! Tewrat pir nexweş e! Divê tu werî! Ez te pişt dikim. Ku tu werî pişta min, tu di heriyê de namînî.“

Bê çare meta Seyro razî bû. Lê Xalê Misto hêrsa xwe anî û qîriya:

“Kuro tu nikarî li ser pêyan bisekinî. Tu çawa dikarî Seyro li pişt bikî? Hespekî an jî tiştekî bibîne, bila Seyro lê siwarbe were.

Elîcan:

“Na, na xalo! Ez di vê sira misteqîm de hespan ji ku bînim? Tu dizanî hêspên ciranan gişk li serê çiyê ne. Tenê hespê mixtar di tewlê de ye. Ji xwe ew jî, nade.”

Dilê meta Seyro bi vê rewşa Elîcan şewitî û ji bo çûyînê razî bû. Elîcan ew pişt kir. Mala wê ji pirê pir dûr nebû. Her çiqas meta Seyran sivik bû jî, lê Elîcan hetanî ew anî ber pirê cermê eniya wî qetiya. Elîcan li pirê nêrî. Darên pirê pişkekê ji erdê bilindtir bûn. Di dilê xwe de got; “Ya Ellah” û gava xwe avêt. Lingê wî yê paşiyê pişkekê şemitî, lê Elîcan xwe ragirt, neket erdê. Gavekê du gavan bi şûn ve hat. Carek din hewl da ku pirê derbaz bike. Îcarê lingê wî yê çepê ku şil bûbû, di hundirê solê de şemitî, Elîcan mêzina xwe winda kir û tewişî li erdê ket. Cihê wan jî pişkekê kaş bû. Herdû di ser hev de gindirîn. Bi qîrîn û gazina meta Seyro û axîn û ofîna Elîcan re, herdû hetanî nav ava çem gilêr bûn. Şansê wan bû, ciyê ku ew ketinê pir kûr nebû. Di nav avê de bû bixebixa wan. Elîcan hetanî têde hebû hewl da xwe, hêza xwe tov kir, destê xwe avêt serê Meta Seyro ku serpişt ketibû nav avê, bixebixa wê bû û hinek mabû bixendiqiya, rakir û bi dengeke lewaz î tevgirî bang kir:

„Hewar e, hewar e gundînooo! werin, alîkariya me bikin, em dixendiqin!“

Dengê wî çû Gulehmedê biraziyê meta Seyro ku rabûbû nimêja sibê. Gulehmed, bi tena kiras û derpê bazda, çû gaziya wan. Ew ji nav avê derxistin.

Deng ji meta Seyro dernediket û ti damareke canê wê nediliviya. Gulehmed ew di nav heriyê de, li ser dev û rûyan dirêj kir. Pişta wê mist da, tanek dudu lê xist. Hêdî hêdî xûzin bi meta Seyranê ket û ew bixwe hat. Bêyî ku dengê xwe bike li çavên Elîcên û Gulehmedî mêze dikir.

„Metirse metê metirse, her tişt derbaz bû!“ gotê Gulehmed.

Gulehmed bi awayeke şaşmayî, vegeriya li Elîcan nerî û pirsî:

“Kuro lawo çi bûye, çi qewimiye? Hûn di vê qiyametê de li çi digerin? Tu vê jinika pîr a nexweşa feqîr ku da dibî?”

Elîcan:

“Kekê Gulehmed, Tewrat, Tewrat nexweş e. Di ber tengiyê de ye. Zû bike, divê em biçin xwe bigihêjîninê! Ditirsim ku ew miribe!”

Gulehmed jî fêm kir ku jina Elîcan di ber êşikan de ye. Bêyî ku tiştekê din bipirse an bibêje wî meta Seyran a ku pejmûrde bûbû, avêt ser pişta xwe û da rê. Elîcên jî, bi halê xwe yê şerpeze da dûv wan.

Hatin ber derî, ketin hundir. Mala Elîcên bêdeng û tarîbû. Gulehmedî derî vekirî hîşt.

„Çira we li ku derê ye?“ ji Elîcên pirsî.

Elîcên ciyê çirê şanî dayê. Wî çira vêxist. Vîzinek ji nav nivînên Tewratê dihat. Gulehmedî ji meta Seyran a ku hişê wê hatibû serî, re got:

„Metê, ew vîzina dergûşê ye, ji bin lahêfê tê. Ca li wir binêre.“

Meta Seyro berbi nivîna tevratê ve çû. Lihêf rakir. Dergûş di nav rûvê de bû. Pir nemabû ku bixendiqe. Wê dergûş ji nav rûvê derxist. Ji Elîcên û Gulehmedî kêr xwest ku navika dergûşê bibire. Meta Seyro li aliyekê navika derkuşê bi qotê tirpaneke kevin dibirî, li aliyê din li çavên Tewratê yên vekirî yên ku bi hêvî li derî mêzedikir, dinêrî. Bangî wê kir;

„Tewrat, Tewrat!“ gotê.

Lê deng ji Tewratê derneket. Pişta Elîcên û Gulehmedî bi wan de bû. Meta Seyro;

„Şukur, şukur dergûş xweş e!“ got.

Tewrat bê deng bû. Êdî nedinaliya. Birînên wê jî nediêşiyan.

Deng ji Mixdo û Xelo jî, dernediket. Herdû li hev piçikî bûn. Ditirsiyan û diricifîn. Bêyî ku deng bikin li diya xwe dinêrin. Tewratê jî, li derî. Elîcan û Gulehmed jî, bêdeng bûn. Elîcên serê xwe kir nav herdû destên xwe û hat ser jûniyan. Lêvên wî dilerîzin. Girî li gewriyê piçikîbû, lê nikaribû bigiriya. Dimenê çend deqîqan domand. Piştre Elîcan, bi dengekî lewaz î stemkar:

„Xwedêyo! Gunehên min çi bû, te ez tevî sê sêwiyan di vî pûçê xênî de hiştim. Ez van sêwiyan çawa xwedî bikim? Pereyê kefen ji ku bînim?..“

Ji bilî giriyên Şukrî(!), bêdengiyeke dilkovan ketibû xênî…

Fevzi Özmen

Siyên Şikestî

Weşanên Pêrî-Stenbol, 2005