خانه > عمومی > Dirêjtirîn roja salê

Dirêjtirîn roja salê

Dirêjtirîn roja salêBerat Qewîendam

Îro dirêjtirîn roja salê li Nîvkoreya Bakur e; Li Rojhejmêra Rojî anku Tavî (Ser bingeha gerrîna erdê bi dora Rojê), îro, 1ê Meha Tîrê (۲۲ê Hezîranê) û destpêka Tabistanê (Tavistan, Havîn) ye. Li rojhejmêra kevn a Îranê “Cejna Çileya Temozê” germtirîn meha salê ye. Ev cejna yek ji cejnên kevnare bûye ku îro rojê ji bîr bûye; Lê li Başûrê Xorasanê (Rojhilata Îranê) hela jî tê pîrozkirin, lê ne weke Şeva Çileyê anku şeva Yeldayê (Destpêka Zivistanê). Çileya Temozê ji derdora 1ê Tîrê destpê dibûye û heta 10ê meha Mordadê (Destpêka Tebaxê) dihatiye domandin.

Cejna Nîlûferê
Cejna Nîlûferê têkildarî roja 1ê Temozê (۱ê Meha Tîrê) ye. Wer xûya dike Gula Nîlûferê li gorî bawerên kevnare peywendiya wê digel Rojê û Mîtra anku Mêhrê hebûye. Dema bişkivîna salê ya Gula Nîlûferê her wiha dema Bişkivîna wê yadi heyama rojê da digel tevgerên Tavê (Rojê) ra hevaheng e. Dema ku guldayîna wê di Çileya Temozê da (Dirêjtirîn roja salê) û di rojên ku roj herî zêde bi awayê tîkî û rast diteyîse û dema bişkivîna Gula Nîlûferê di heyama rojê da jî kêliyên hilatina Rojê û sipêdeyê ye. Ev taybetmendî bûne sedem ku Nîlûfer û Roj têkildarî hevdu bên hesêb û rêzgirtina li Nîlûferê rêzgirtina li Rojê bê zanîn. Perestişa Rojê ji yekem baweriyên mirov bûye û di serdema Mîtraîsmê da bi awayekî berfire li debûrismên xelkê bandor kiriye. Li gorî hin baweriyan Cejna Nîlûferê, roja 6ê Tîrê ye ku vê demê li deverên wek Ferahan, Xumêyn û Mehellatê li parêzgeha Merkezî ya Îranê (rojavaya Têhranê) bi rê ve diçe.

Dirêjtirîn roja salê
Cejna Tîrganê; ۱۳ê Tîrê
Cejna Tîrganê ji cejnên kevnare ye ku 12 rojên din yanê di Tîrrojê (Roja 13ê Meha Tîrê) da tê lidarxistin. Ev cejn jibo rêzgirtina li Tîşter (Stêrka Banarêner) di roja 13ê Tîrê da tê lidarxistin. Li gorî baweriyên kevn Tîrgan roja tîravêtina Areşê Kevandar ji ser Çiyayê Elborzê ye. Her wiha Ebu Rêyhanê Bîrûnî li pirtûka Asar El Baqiyê dinivîse ku ev roj li Îrana Kevnare, Roja rêzgirtina li Nivîskaran bûye.
Ev cejn li cih û deverên cûrbicûr ên Îranê bi taybet ji aliyê Zerdeştiyan va bi nav û debûrismên ciyawaz tê lidarxistin.
Li pirraniya deveran ev cejn bi avê ra têkildar e.

#Tîrgan #Îran

#بلندترین_روز_سال #اول_تیر #ایران #تیرگان #جشن_نیلوفر #نیلوفر