خانه > عمومی > Peyv û têgeha “Beref” li kurmanciya Xorasanê

Peyv û têgeha “Beref” li kurmanciya Xorasanê

Berat Qewîendam

Li devoka kurmanciya Xorasanê peyv an baştir bêjim têgehek heye bi navê Beref ku jibo ravekirina xislet û taybetmendiyeke nerênî li mirovan bi kar tê (Elbete li Qûçanê min zêde bihîstiye; Cihên din nizanim). Wek mînak dibêjin: “Tu Berefî” yanê tu merivekî bêaqil, beredayî, bêyî cîgeheke baş li civakê, bêşiyan li warê biryardanê û hwd. An dibêjin: “Lê bifikire, Berefek çere ye” (Lê binêre, Berefek çawa ye).

Kanê em bizanin kok û reha peyv û têgeha Beref çî ye?

Koka peyva Beref heman lêkera Berhevkirin e ku dema tê bilêvkirin, dibe Berefkirin. Li gorî nêrîna min, têgeha nerînî ya “Beref” vedigere ser mirina mirovan û deb û rismên wê demê. Dema ku kesek dimire, xizm û derdorên kesê an kesa mirî dikevin liv û tevgerê da ku zûtirkê meytê miriyê xwe bişûn, kefen bikin û piştî oxirkirinê binax bikin. Bi giştî ev pêvajo wek Berefkikirina kesê/a mirî tê gotin. Loma dema ku kesek zêde aqilê xwe bi kar nayne, li warê biryardan û liv û tevgerên xwe li jiyanê lawaz û sist e, pêra dibêjin: “Beref” ; Yanê kesê ku jixwe “Berefkirî” ye. Ev peyv û têgeh carna wekî Nifir jî tê bikaranîn: “Herî ku Xwedê te ji ser herdê Beref ke! “