خانه > عمومی > Delala Xorasanê û Delala Aynor Dogan

Delala Xorasanê û Delala Aynor Dogan

Delala Xorasanê û Delala Aynor DoganStrana folklorîk a “Delalê” ku xatûna stranbêj “Aynor Doxan” çend caran digel “Kêyhan Kelhor” mamosteyê binavûdeng ê Kemançeyê yê kirmaşanî strandiye.

Strana Delalê, straneke folklorîk a kurdî ya Xorasanê ye ku pêştir ji aliyê jineke stranbêj a xorasanî va hatiye xwendin;

Tevî ku “Delalê” bi performensa Aynor Dogan û Kêyhan Kelhor gellek baş hatiye sazkiirn; Lêbelê ez bawer im naveroka vê stranê anku helbest carcaran şaş tên xwendin:

Ya ku jina stranbêj a Xorasanî çendîn salan berî viya xwendiye viha ye, lê ya ku Aynor Dogan dixwîne hinekî ferq dike:

Pezî bavî te belek e; … Elêlê Delalê … Delalê, wexalê …
Le paş xaniyê me mexel ke … were Delalê .. Delalê
Le rakirinê mi xewer ke.. Delalê .. Delalê … wexalê …
Ay sîsebozê min mavî mere…. were Delalê … Delalê

Çiya pir e we delav e… Elêlê Delalê … Delalê hevalê ..
Ay durne tere zax le nav e … were Delalê .. Delalê
Refşê dunê biri çav e … Elêlê Delalê … Delalê, wexalê …
Ay canemergê mi mavî mere…. were Delalê … Delalê

Çador xetxet, Çador xetxet … Delalêêê … Delalêêê, wexalê …
Ay karê aşiq we tûlê ket … were Delalêêê .. Delalê
Melûm dewi karek daket…Elêlê Delalêêê … Delalêêêê, wexalêêê …
Ay sîsebozê min mavî mere….. were Delalê … Delalê

Her ku carê te dewînim…Elêlê Delalêêê … Delalêêêê, wexalêêê …
Ay ne demirim ne demînim … were Delalêêê .. Delalê
Extelatan we bîr tînim… were Delalêêê .. Delalê .. wexalêê
Ay sîsebozê min mavî mere…. were Delalê … Delal

Peyvnasî:

Wexal: Bixal (Kesa ku xal li rûyê wê heye)
Pezî bavî te: Pezê bavê te
Le: Li
Mi: Min
Sîseboz: Şikilsipî
Refşê dunê: Bedewiya dinyayê
Biri çav: Birî û Çav
Mi mavî mere: Min navêje, neçe/nere
Extelat: Gotûbêj
Dewînim: Dibînim
We bîr tînim: Bi bîr tînim
Melûm dewi: Diyar e
We tûlê ket: Dirêj bû/ Zêde domand

Berat Qewîendam

Hûn dikarin strana ku stranbêja xorasanî xwendiye ji vir daxînin:

http://s8.picofile.com/file/8291321334/Delal.mp3.html

Aynor Dogan – Keyhan Kelhor – 1

Aynor Dogan – Keyhan Kelhor – 2

  1. جلال دلایی میلان
    ۲ شهریور ۱۳۹۶ در ۱۹:۴۵ | #1

    سلام من جلال دلایی میلان از ماکو
    دلال یا همان درویش عبدی قدیمی ترین آهنگ از که در بین کرمانج راج دارد که روایت عشق و عاشقی دورش عبدی با عدوله دختر زور پا شای ملی است

  2. کرمانجم
    ۱۵ اردیبهشت ۱۳۹۶ در ۱۳:۴۲ | #2

    به به.عالی ا ن شا الله موفق بشید.