خانه > عمومی > Netewe û Şanazî

Netewe û Şanazî

Netewe û ŞanazîŞanaziya herî xirab şanaziya bi neteweya xwe ye. Çima? Çim kesê ku şanaziyê bi neteweya xwe tîne, di hundirê xwe da tişteke binirx nabîne ku şanaziyê pê bike; Ku hebûya xwe nediavête bextê tiştekê ku bi hezaran hezar kesî li ser wê hevpar in.
Berovajî viya kesê ku di kesayetiya xwe da taybetî û serpişkiyên girîng hebe, kêmasî û şaşitiyên gelê xwe baştir ji yên din dibîne. Lê her nezanekî bêserûber ku ti şanaziya xwe li dinyayê tine, tenê riya ku li ber xwe dibîne ev e ku dest bavêje dawîna neteweya xwe. Kesekî viha ti wextî şaşitî û ehmeqiya gelê xwe nabîne; Belki çi ji destê wî bê dê bike da ku jê berevaniyê bike.

Arthur Schopenhauer

Pirtûk: Li ser Hikmeta Jiyanê – R.83

Wergêr: Berat Qewîendam