خانه > داستان - چۆرک - Çorik > Hirç Heywaneke Bi Serê Xwe Ye – Fevzi Özmen

Hirç Heywaneke Bi Serê Xwe Ye – Fevzi Özmen

Hirc Heywaneke Bi Serê Xwe Ye - Fevzi ÖzmenHirc Heywaneke Bi Serê Xwe Ye – Fevzi Özmen

Mewlo digot; “hirç hêkan dike”, Temo jî digot; “na, hirç diteliqe”. Bi salan bû, di ber hev didan. Kesekî/ê pirsgirêka wan çareser nedikir. Neçûbûn cem kê! Li ku derê rastî hev bihatana; yekî digot ”hirç hêkan dike, ha.” Yê din jî digot;”Hirç diteliqe, ha”. Vê yêkê di riya lodan de, dema ku dewarên xwe dibirin ser avê, li ber dangiyan, li odeya cîvakê, li her derê rû dida.

Gotin em herin cem rûsipiyê gund, ka ew ji mere çi dibêje.

Çûn cem Apê Rûsipî,:

“Apo! Tu rûsipiyê gundê me yî! Me şert girtiye. Em hatine cem te ku tu şer´eta me bikî. Ka hirç diteliqe, an hêkan dike?”

Rûsipî ji tirsa begê Gundê Mezin newêribû, bibêjê hirç diteliqe, an hêkan dike. Û dibêje:

“Ev tiştên ha karên Xwedê ne. Çi hedê min e ku ez bêjim, hirç dizê an jî hêkan dike. Ji xwe re biçin cem meleyê gund. Bila ew ji we re rastiyê bibêje!”

Îcarê herdû didin rê, diçin çem meleyê gund:

“Kekê mele! Em hatina cem te ji bo fetwayê. Ca tu dikarî xêra Kekê Meleyê Mezin fetwa me bidî?“
Mele tizbiya xwe çend caran di hundirê destê xwe yê çepê de dibe û tîne, lib û îmameya tizbiyê mist dide, çend tiştan dixwîne û pifî dora xwe dike û dipirse:

„Ka bibêjin! Şer´eta we çi ye?“

“Em dixwazin hîn bibin, ka hirç dizê an hêkan dike? Ji ber ku me qewl girtiye.“

Mele li pêşiyê destên xwe di hev dide, paşê rihê xwe çend caran mist dide, bi tiliyên xwe yên destê rastê, ya eşhedê û ya mezin bi koka pozê xwe digire û zexm diguvêşe. Herdû çavên xwe digre, çermê eniya xwe diqurçimîne û dibêjê:

“Ev yek fermana Îlahî ye. Hedê me qûlên gunehkar nîne ku em li ber fermana Xwedê serî rakin. Fermana Rebê jorîn çi be, dê ew bibe! Wekî din ez nikarim tiştekî din bibêjim.”

Di eslê xwe de Mele dizanibû tiştek bigota, lê bêyî ku haya begê Gundê Mezin ji tiştekî tuneba, ne mele ne jî kesekî din nikaribû li wê herêmê biryar an jî fetwaya tiştekî bidaba.

Mewlo ji mele dipirse:

“Ê Kekê Mele, em bi ku ve biçin? Ki dikare vê şer´etê bike? Ka de bêje, ez bi qûrban!“

Mele hinekê diponije. Mîna ku ji nişka ve tiştek were bîrê, bi çoş û peroş dibêje:

„Ha, dibêjin kitêveke pir mezin li ba begê Gundê Mezin heye. Ez dibêjim, hûn biçin wî gundî. Belkû beg ji we re karibe bibêje, hirç diteliqe an hêkan dike.“

Dora rojê bi şeveqê re Mewlo û Temoyê qewlgirtî dikevin rê. Hetanî êvarê berfa linavê diqelêşin û dimeşin. Bi êvarê re bi awayeke ji haldeketî xwe digihêjînin Gundê Mezin. Bi ewtina san û xirecira zaroyan re xwe nîvmirî davêjin diwana Begê Gundê Mezin. Beg beyî ku tiştekê ji wan bipirse, parçeyeke nanê tenûrê tevî tasek dewê tirş dide ber wan û wan bê nivîn li ser kulavê odeyê dike xewê. Sibêhê zû hêj kesek ji xewê hîşyar nebûye, Beg wan ji xewê radike û dîsa tasek dewê tirş tevî du nanên çewder ên tendûrê dide wan û jê dipirse:

„Hê xortino! We xêr bû? Hûn hatibûn çi?”

Mewlo xwe di bere dike:

“Begê min, ez bi xulam! Rûyê min li ber te reş e, qewlekî min û Temoyê hevalê min he ye. Em Hatine ba Beg, bila Beg şer´eta me bike, Ka hirç diteliqe, an hêkan dike?”

Beg:

“Kuro hûn hewimîne, çi ne? Ev pirseke zaf giran û dijwar e. Mirov nikane hema bersîva wê bide. Divê hûn biçin malên xwe. Heta hefteyekê ez ê bersiva pirsa we amade bikim û bidim we. Ha, divê hûn viyan jî ji bîr nekin, her yek ji bo destmiza min, ji min re beranekî bînin. Wê demê ez ê bersiva pirsa we baş bidim.”

Piştî hefteyekê Mewlo û Temoyê aqildar, her yek beranekî dide pêşiya xwe û di sazax û sermaya zivistanê de berê xwe didin Gundê Mezin. Bi tariya êvarê re xwe digihêjînin ber qonaxa beg. Xulam radihêlin beranan, dibin gomê. Wan jî dibin eywana diwanê. Dîsa bêyî ku beg tiştekî ji wan bipirse, du nanê hişk û tasek dew dide ber wan û wan li ser kulêv dike xewê.

Wê şevê xew çavên Mewlo û Temo nagire…

Bi tariya sibê re herdû hevalên qewlgirtî ji xewê şiyar dibin û li benda beg û bersîva wî dimînin. Piştî taştêya diyar, Beg gazî wan dike, tîne derzana eywanê û dipirse:

“We taştêya xwe xwar?”

Herdû bi hev re:

“Belê ez xulam!”

“We zikê xwe têr kiriye, ne wisa?“

Dîsa herdû bi hev re:

“Belê ez xulam, bila mala te ava be!”

“Guh bidin min, ez ê ji we re bersîva pirsa we bibêjim!”

Çavên herdûyan wek tasa vekirî li hêviya bersîva Beg dimînin.

Beg dibêje:

“Bi dilrihetî herin malên xwe! Hirç heywaneke bi serê xwe ye. Canê wê bixwaze diteliqe, canê wê bixwaze hêkan dike! De herin ji we re oxirbe!”

Herdu heval, bi dilxweşî û devbiken dikevin rêya gundê xwe!?..