Xwezî

XwezîXwezî ez hespek bûma
û evîndarek li  min niştiba

Xwezî ez hîliyek bûma
û bi dîwarê odeya jineke bedew va bihatima daliqandin

Xwezî ez guleke sor bûma
û roja evîndaran bo keçekê bihatima xelatkirin

Xwezî ez desteke nên bûma
Li ser sifra jineke birçî.

Xwezî ez çemek bûma
û di nava welatê xwe Kurdistanê da biherikiyama.

Xwezî bêyî ti şert û mercekê
Bo cara dawî
Min tu hemêz bikira
û Wê çaxê bimirama

Wergêrandineke azad ji ser helbesta Şêrko Bêkes :
Wergêr: Berat Qewîendam

*Hîlî: Neynik (#Xorasan)

@SSMexek