خانه > * ادبیات - Wêje - وێژه > آخرین نامه؛ شێرکۆ بێکه‌س / Dawîn name; Şêrko Bêkes

آخرین نامه؛ شێرکۆ بێکه‌س / Dawîn name; Şêrko Bêkes

Şêrko BêkesDi nameya xwe ya dawiyê da
Te ji min pirsîbû:
Ez çawa ji te hez dikim?

Delala min, mîna biharê
Ku ji esmanê reş û tarî hez dike.

Mîna minminîkekê li nav çol û beyaran da
An mozeke biçûk li kûrahiya cêngel,
Ku guleke sor
Û tama wê ya hingivîn
Dil jê biriye.

Erê delalê
Ez visa ji te hez dikim.

Mîna berfa li bilindahiya çî
An mîna kaniyekê
Ku li nav daristanê diherike
Û ji hîveronê hez dike.

Delala min, dipirsî çawa?
Wisa ku tu ji xwe hez dikî
Wisa ku ez ji xwe hez dikim
Wisa ji te hez dikim.

Wergerandineke azad ji ser helbesta #Şêrko_Bêkes

Wergêr: Berat Qewîendam

 

#شعر

در آخرین نامه ات از من پرسیده بودی
که چه سان تو را دوست دارم؟

عزیزکم، همچون بهار
که آسمان کبود را دوست دارد.

همچون پروانه ای در دل کویر
یا زنبوری کوچک در عمق جنگل
که به گل سرخی دل داده است
و به آن شهد شیرین اش.

آری، من اینگونه تو را دوست دارم.

همچون برفی بر بلندای کوه
یا چشمه ای روان در دل جنگل
که تراوش ماهتاب را دوست دارد

عزیزکم
آنگونه که خودت را دوست داری
آنگونه که خودم را دوست دارم
همانگونه دوستت دارم

شێرکۆ بێکه‌س

————-

اشعار و متون ادبی بیشتر در کانال تلگرام  Mêxek مێخه‌ک:

(@SSMexek)