خانه > * شعر کرمانجی - Helbestên Kurmancî > Vê sibehê, Ehmedê Huseynî

Vê sibehê, Ehmedê Huseynî

Vê sibehê,
min pencereyên xemgîn ên dilê xwe
Li ber pêlên gulava te vekirin,
Min alên xwe yên rengîn radestî kurtepista silava te kirin,
Min dînbûn û dilbijîna xwe pêşkêşî çurisîna xunava lêvên te kirin,
Min Mem û Zînê, Ferhad û Şêrînê, ji behişta eşqê derkirin,
Û min hemî xewnên xwe di rûbarên gerdena te de werkirin.

#Ehmedê_Huseynî

  1. دومان
    ۲۹ آذر ۱۳۹۵ در ۰۰:۲۳ | #1

    سلام من مسلط به زبان کردی کرمانجی ام. باید الان چکار کنم