Ez ne li wir im…

Yexma GulrûyîEz ne li wir im…

Dev ji wî kevirê kuncê goristanê berde
Ez ne li wir im

Dema ku baran dibare
Destê xwe dayne ser şûşeyên terr ên pencereyê
Da ku te dêmên min
Tîmar kiribe.

Ev destên min in
Ku dema vegeriyana te ya malê
Di rofirînên payîzê da
Porê te bi ser eniya te da diweşînin
Ne ku nermeba.

Darên daristanê bipelîne
Ji bo hemêzkirina min.

Dev ji vê granîta tozgirtî berde
Ez ne li wir im!

Li bin vî kevirî
Tenê çend hestiyên rizyayî hene
Û kiloxek
Ku heta bişirînên min jî
Ji bîr kirine

Ji bo dîtina min
Berê xwe bide temaşeya deryayê
Ez jî soz didim
Li paş hemî peykên vala
Li benda te bimînim!

Yexma Gulrûyî

Wergêr: Riza Surûş