خانه > * ادبیات - Wêje - وێژه > Min bêriya te kiriye

Min bêriya te kiriye

Min bêriya te kiriyeMin bêriya te kiriye,
Sa ku bi kêfxweşî min bibînin
Şaxên daran
Bi forma navê te kesk dibin,
Balendeya biçûk ku navê wê nizanim
Tîpên navê te
Bi ser pirtûka min da direşîne,
Tav
Bi şekla minîkeke mîsîn
Li dora dengê min
Perên xwe dilivîne,
Û ez zanim ku bêdengî
Tenê ji ber xatira min bêdengî ye,

Min bêriya te kiriye
Helbestan dinivîsim
Û peyvên xwe didim alîkî
Da ku te bibînim.

Şems Lengrûdî

Wergêr: Berat Qewîendam