Di hemêza te da ; Lorka Sibîtî Heyder

Lorka Sibîtî HeyderDi hemêza te da
Ba diwezî,
Stêrk diçirûsîn,
Heyvê ron dida.

Di hemêza te da
Ava çeman bi kûrî diherikî,
Derya bi pêlên xwe diorîn,
Û
Erd di gerîngeha xwe da digeriya.

Di hemêza te da
Her tişt di rêka xwe da dimeşî,
Lê evîn bê liv û tevger bû.

#Lorka Sibîtî Heyder

Wergêr: #Berat Qewîendam

#Lorka_Sibîtî_Heyder helbestvana libnanî ji devera Cebel Amila Libnanê; Bûka Rojhilata Navînê; Welatê xweşikên ereb; sala 1979`an hat dinyayê.
Ew helbestvana çarçovên nû di helbetsa ereban da ye.
Lorka Sibîtî Heyder helbestvanan herî nêzik a ereb e ku kariye bi başî sînorên helbestvanên jin û nûxwaz ên ereb derbas bike û ziman û têgehên taybetî xwe biafirîne.
Wê li zanîngeha Bêyrûtê felsefe xwendiye û şopa nêrîna felsefî di nava helbestên wê da tê dîtin.