Bîranîn; Şêrko Bêkes

Şêrko BêkesGulê bîranînên xwe nivîsîn
Nîvê bîranînan
Li ser awira bedew a avê bûn.

Avê bîranînên xwe nivîsîn
Nîvê bîranînan
Li ser bejn û bala bêx bûn.

Bêx jî bîranînên xwe nivîsîn
Hemî bîranîn
Tevayê wan
Li ser dayîka dilbêş a azadiyê bûn!

#Şêrko_Bêkes