خانه > * ادبیات - Wêje - وێژه > Wê şevê ; Bavê_Sebrî

Wê şevê ; Bavê_Sebrî

Wê şevê ku tu rastî min hatî, dilê min hindik mabû bisekiniya. Êdî min ji çavên  xwe bawer nedikirin.
Gelo ew tu bûyî an xewnekê xweşik bû, êdî çi bi min dihat min nedizanî !

Ez dikarim rûyê te yê xweşik xet bi xet çêbikim. Biriyên te, çavên te, lêvên te, porê te, gûliyên te .

Li cem te tiştekî din hebû ku dilê min dikişande xwe.  Sekina te, nêrînên te, axavtina te û zîz bûna dengê te!

Jiyana min ji nû ve bişkivî, ji nû ve kulîlk da û hêviyên mezin dilê min dîl kiribûn. Bi tenê min dixwest ku tu bibî hevpara jiyana min.

#Bavê_Sebrî