Ez jinbûn û jinantiya te diparêzim ; Nezar Qebanî

Nezar QebanîEz jinbûn û jinantiya te diparêzim
Wisa ku daristan darên xwe diparêze
Û Mûzexaneya Louvre`ê Mona Lisa`yê
Holanda Van Gog
Florans Mîkilanj
Salzburg Mozart
Û Parîs Çavên Êlzayê…
Jin weke rêzeke xwê ye
Ku laşê me ji genîtiyê diparêze
Û nivîsîna me ji kevnbûnê…

Nezar Qebanî

Wergêr: Berat Qewîendam

#Helbest

Têbînî:
#Mîkilanj: #Michelangelo (#Nîgarekêş û #Peykertiraş)
#Çavên_Êlzayê: #Les_yeux_d’Elsa (#Helbest)
#Van_Gog: #Vincent_van_Gogh (#Nîgarekêş)
#Mozart: #Wolfgang_Amadeus_Mozart (#Mûzûkvan)