Baran yanê tu vedigerî ; Nezar Qebanî

Baran yanê tu vedigerî ; Nezar QebanîBaran yanê tu vedigerî

Dîsa baran dibare
Baran evîndara min e
Li hîveronê terim pêşwaziya wê
Dihêlim bila rûyê min
Û kincên min bişû

Baran yanê vegeriyana hewaya mijdar
Baran yanê jîvanên şilbûyî
Baran yanê tu vedigerî
Helbest vedigere

Payîz yanê destên te yên havînê tên
Payîz yanê por û lêvên te
Lepik û baranîka te
Û bêhnxweşiya hindiya te ku min diperpitîne

Baran awazeke kûvî û resen e
Reqereqa daholên efrîqî ye
Ku wek erdhejê min dihejîne!
Reşaşeyek ji rimên çermsoran e

Evîn di awaza baranê da diguhere
Dibe semorek
Dibe hespê Niryanî yê ereban
An plîkaneke nav hîveronê!
Wisa ku asman dibe banek ji pembûyên gewr ên ewran

Û baran bi nizmî dibare
Ez wekî nêrkîviyekî dibezim nav zozanan
Li dû bêhna hêşiniyê
…û Bêhna te ku tev havînê
Ji vir koç kiriye!

Nezar Qebanî

Wergêr: Berat Qewîendam