Çend kurtehelbestên evînî ji Nezar Qebanî

 Nezar QebanîHelbestvan: Nezar Qebanî

Wergêr: Berat Qewîendam

Jin bedew in
Û
Ji wan bedewtir
Şopa wan
Di nav rêzên pirtûkan da ye…

***

***

Delala min dipirse:
Ferqa min û esmên çî ye?

Dibêjim:

Evîna min!
Ferq ev e;
Dema tu dikenî
Esmên ji bîr dikim!

***

***

Ti sirrekî min tine
Dilê min pirtûkeke vekirî ye
Xwendina wê ji te ra ne dijwar e.

Delala min
Jiyana min Ji wê rojê destpê dibe
Ku min dil da te.

***

***

Evîn;

Ya kesên wêrek e.

Yên tirsonek;
Diyên wan ji wan ra jinan tînin…!

***

***

Baran;
Yanê:
Tu vedigerî
Helbest vedigere…

***

***

Bibe şeydayê wê
Çimkû
Evîneke li gorî êqil
Tu jinekê efsûn nake…!

***

***

Tu
Jina herî bedew a cîhanê yî
Çimku
Ez
Ji te hez dikim…

Helbestvan: Nezar Qebanî

Wergêr: Berat Qewîendam