خانه > * ادبیات - Wêje - وێژه > Welatê min çavên te ne

Welatê min çavên te ne

Enwer_Selman (Helbestvanê libnanî)Welatê min çavên te ne

Welatê min çavên te ne
Gelek bajarên wî hene
Li bajarên wî malên kesk hene
Kes xwe navêje malên wî
Kes bi dizîka ji pencerên wî serê xwe naxe hundir

Li nav çavên te welatekî azad heye
Ku
Ti dîktatorek têda hukumdariyê nake
Gelê wî welatî serbest digerin
Rûyê hev radimîsin
Dibin evîndarên hev

Gelê çavên te
Zîndanê nas nakin
Li perravên deryaya şîn û bedew rûndinin
Kes qamçiyan li wan naxine
Nayên îdamkirin

Gelê çavên te tenê li ser olekê ne
Û baweriya xwe pê tînin

Erê
Welatê min çavên te ne…

Enwer_Selman (Helbestvanê libnanî)

Wergêr: Berat_Qewîendam

چشمان تو وطن من است
شهرهای بسیار دارد
شهرهایش خانه های سبز
به خانه هایش کسی سر نمی‌زند
از پنجره هایش کسی سرک نمی‌کشد

درون چشمان تو وطنی آزاد است
هیچ دیکتاتوری حکومت نمی‌کند
مردمش آزادانه به خیابان می‌آیند
روی هم را می‌بوسند
عاشق هم می‌شوند
مردم چشمهای تو زندان نمی‌شناسند
در ساحل دریای آبی و زیبا نشسته‌اند
تازیانه نمی‌خورند
اعدام نمی‌شوند

مردم چشمهای تو یک دین دارند
وبه آن ایمان دارند
وطن من چشمهای توست

انور سلمان شاعر لبنانی
مترجم (از عربی): بابک شاکر