خانه > * ادبیات - Wêje - وێژه > Peyman / Qêyser Emînpûr

Peyman / Qêyser Emînpûr

Qêyser EmînpûrPeyman

Ey dara nasyar
Te şaxên xwe
Nişkêva
Li ku hiştin?
An,
Wek ku xûşka min Furûx dibêje,
Te destên xwe
Li kîjan baxçê evînê çandin?

Bila ev peyman,
Heta hetayê,
Navbera min û te da bimîne:
Çavên min dewsa destên te!
Ez avê didim destê te
Tu avrûyê bide çavên min!
Ez sozê didim Çavên te yên bêqirar:
Kokên me digihêjin avê
Şaxên me digihêjin tavê
Em ê dîsa şîn bibin!

Qêyser Emînpûr

Wergêr: Berat Qewîendam

Têbînî:
Amajeya Qêyserî bi vê helbesta Furûxê ye:

Ez destên xwe li baxçeyê diçînim
Ez ê kesek bibim, dizanim, dizanim, dizanim
Dê meqesok
Li kûriya pêçiyên min ên bi cewher
Hêkan daynin.

قرارداد

ای درختِ آشنا
شاخه هایِ خویش را
ناگهان کجا جا گذاشتی؟
یا، به قولِ خواهرم فروغ،
دست هایِ خویش را
در کدام باغچه عاشقانه کاشتی؟

این قرارداد
تا ابد میانِ ما
برقرار باد:
چشم هایِ من به جایِ دست های تو!
من به دستِ تو
آب می دهم
تو به چشمِ من آبرو بده!
من به چشم هایِ بی قرارِ تو
قول می دهم:
ریشه هایِ ما به آب
شاخه هایِ ما به آفتاب می رسد
ما دوباره سبز می شویم!

#قیصر_امین_پور

پ.ن:
اشارۀ قیصر به این شعر فروغ است:
دست هایم را در باغچه می کارم
سبز خواهم شد ، می دانم ، می دانم ، می دانم
و پرستوها در گودیِ انگشتانِ جوهری ام
تخم خواهند گذاشت.