خانه > عمومی > Panîsm ji her kesî re jehr e

Panîsm ji her kesî re jehr e

Panîsm ji her kesî re jehr e

Tixûbên Faşîsma kor gelek nazik û nediyar in, loma mirov bi doza xwedîderketina li mafên neteweyî wan tixûban derbas dike.
Mirovên pan bi nedîtin û tinehesibandina gelên din ji bo xwe û netewa xwe dijmenên xeyalî û nepêwîst diafirînin.
Netewparêziya destpêkî ligel panîsm û faşîsmê cînar e. Mirov bi têgihîştin û naskirina Panîstan û kesên faşîst dikare xizmeta netewa xwe bike.
Mînaka herî berbiçav a faşîsama kor nazîsma Alamanê bû ku agirê şerê duyem ê cîhanî gurr kir.
Wekî din netewparêziya tirkan bû sebeba perçebûna qiraltiya osmaniyan a ku tirk tê de xwedî hêz bûn.
Roja îro domandina Panîsmê wê dîsan desthelata tirkan biçûk bike.
Ger tu min nebînî wê çavê min jî te nebîne.
Faşîsm parastina pergala zordariyê ye. Dewleta faşîst hemû mafên mirovahî û dêmokratîk binpê dike û cûre û bingeha wê dikare serhişkiya neteweyî, nijadî, bîrdozî û wêjeyî be. Weke nazîsmê.
Armanca xwedîramanên panîst yekîtiya mirovên hevnijad û hevziman û hwd ji bo rêvebirina netewekê yan nifşekê bi navê hêzeke neteweyî yan jî dewletekê ye.

Diyar Elîniya