خانه > * ادبیات - Wêje - وێژه > Ez mirovek im Bi pênc awiran

Ez mirovek im Bi pênc awiran

Bo ciyawazbûnê jî be
Divê ez
Carekê
Mista xwe vekim

Ez mirovek im
Bi pênc awiran
Bi pênc kêrî li destan
Ku fikra xwe daye ser pênc kesan

Ser jinekê
Ku rêça wê
Di helbestên mêrane da dixuye
Li ser xetin ji helbestê
Ku dide gîriyan

Ser mêrekî
Ku tu şûnpiyî li pey xwe nahêle
Lê dilê gelek jinan biriye

Ser serokî
Ku CD’ya xîçxîçî ya wê fîlma cengê
Heşt caran dîtiye!

Ser mamosteyê dersa dînî
Ku gelek gotinên min pê ra hene

Û ser te
Ku li şanzdehsaliya xwe da
Ketî bin barê evînê

Ez
Mirovek im
Bi pênc destan
Ku destên xwe
Li pênc kargehên kêrçêkirinê
Tûj kirine
Û dixwaze
Destên xwe dayne nav destên pênc kesan.

Muhsin Bîdwazî
Ji pirtûka: Zîndexewî

Wergêr ji farsî: Berat Qewîendam

#Helbest