“Karker”

 "Karker"“Karker”

Ji xwe dipirsim
Gelo ewên ku li karistanên çekan dixebitin,
Karkerên mirinê ne?
Ewên ku dûkanên alavên xemlê hene,
Karkerên bedewiyê ne?
Û ezê ku helbestan dibêjim,
Ezê ku rêz bi rêz li her helbestekê,
Xwe tenê û tenêtir dikim,
Karkerê tenêtiyê me?
Gelo ewên ku
Li nav zîdanê da ne
Karkerên azadiyê bûne?
Û kargêr
Bi jiyana karkeran dilîze?!
Pêwîstî nine teştekê bêjim
Em birçî ne
Û bi her bihayê
Û li her derê ku dibe bila bibe
Karker mijûlî xebatê ne.

*Kargêr: Derhêner

Helbesta Farsî: Muhsin Bîdwazî
Ji pirtûka Zîndexewê (Bîdarxwabî)

Wergêr: Berat Qewîendam

“کارگران”

از خود سوال می کنم
آیا آنان که در کارخانه ی اسلحه سازی کار می کنند،
کارگرانِ مرگند؟
آنان که فروشگاه لوازم آرایشی دارند،
کارگرانِ زیبایی؟
و من که شاعرم،
من که سطر به سطر در هر شعر،
خودم را تنهاتر می کنم
کارگرِ تنهایی ام؟
آیا آنان،
که خانه نشین زندان اند
کارگرانِ آزادی بوده اند
و کارگردان
با زندگی کارگرها بازی می کند!؟
چیزی برای توضیح نیست
ما گرسنه ایم
و به هر قیمتی
و در هر کجا
کارگران مشغول کارند.

محسن_بیدوازی
کتاب:بیدارخوابی