Hinek kes hene ku

Roya Şah HusêynîHinek kes hene ku
Xwedê serê ewil çavên wan xuliqandine.
Bo mînak,serê ewil çavên min xuliqandin
Piştî hingê zîq bûye nav gilêlikên çavên min û
Bi xwe ra gotiye ku
Dibe tiştek weke baranê jî bixuliqînim ku
Desta serî wan du bazineyên xembar bernede…
Piştî hingê jibo çavên min dêm û rûvet xuliqand;
Dest,
Pê,
Dil,
Û got ku ev mirove divê bibe jin!
Ewreke mê ku
Di tevayê imrê xwe da bibare…
Hin caran li ser milê çîyayekî û
Hin caran di nav tenêbûnekî pirr kûr da!

Roya Şah Husêynî

Wergêr: #Neşmîl_Nizamî

 

خدا بعضی ها را
از چشمهایشان آفریده
اول چشمهای مرا آفریده مثلا
بعد زل زده توی مردمکهایم
و با خودش گفته
باید چیزی شبیه باران بیافرینم
که دست از سر این دو تا دایره ی محزون برندارند
بعد
برای چشمهایم صورتی کشیده
دست
پا
قلب
و گفته این آدم حتما باید زن باشد
ابر مونثی
که یک عمر ببارد
گاهی
سر بر شانه ی کوهی
وگاهی
در عمق تنهایی…

رویا شاه حسین زاده