خانه > * ادبیات - Wêje - وێژه > Merivan xatirxwestin çê kirin

Merivan xatirxwestin çê kirin

 Xorxê Loîs BorxisMerivan xatirxwestin çê kirin

Me li Pilazayê xatir ji hev xwest
Li wî aliyê kolanê
Min berê xwe vegerand
Û paş xwe seh kir
Tu vedigeriyayî
Û bi destan xatir ji min dixwest
Çemek ji erebeyan
Ji nav me derbas dibû
Saet şeş`ê berêvarî bû
Gelo me nedizanî
Ku paş wî çemê wek dujeha xembar
Em ê êdî qet hevdu nebînin
Me hevdu wenda kir
Û salek pey ra tu mirîbûyî
Niha ez
Bîreweriyên xwe seh dikim
Û bi çavên ziq li wan dinêrim
Ez bawer im ev şaşitiyek e
Ku meriv bi xatirxwestineke biçûk
Rastî cudatiya bêdawî bê
Şeva bihurî, berî şîvê
Ez ji mal derneketim
Min hewil da tiştinan fêm bikim
Min dawîn dersa ku Eflatonî fêrî mamosteyê xwe kir
Ji serî va heta dawiyê xwend
Min xwend ku dema cism dimire rih dikare derkeve
Rih namire
Xatirxwestin yanê tunehesibandina cudatiyê
Merivan xatirxwestin afirandin
Çimku difikirîn têk naçin
Tevî ku dizanîn jiyana wan yê bi dawî bê
Em ê vê hevpeyivîna nediyar
Li peravên kîjan çemî daynin?
Gelo em du kes
Deliya û Borxis
Xelkê vî bajarî nebûn ku yekcarî Li colgeyan wenda bû?

Xorxê Loîs Borxis

Wergerandin (Ji farsî): Berat Qewîendam