خانه > داستان - چۆرک - Çorik > Anons – Hesenê Metê

Anons – Hesenê Metê

Anons - Hesenê Metê Anons – Hesenê Metê  

Piştî anonsa xwe nameyek kete destê wî, weke bersiv wî jî nameyek bi pejnên evîndariyeke xurt bi rê kir û li gor gotinên wan yên di namê de, bi qasekî din jinik ê bihata mala wî.

Karûbarên xwarina bi jinekê re hati bû kirin. Tiştê ku di vê gavê de bihata kirin; rastkirina masa xwarinê, tevkirina kinc û berhevkirina tiştên li ser dîwançê, sandalî û masa nivisînê bû. Lê kêfxweşiya hevdîtina wî û jineke nenas an jî nû, dest û lingên wî li hev gerandi bû. Lewra dema dixwest ku beroşa xwarina germ bîne û li ser masê dayne, destik ji bîr dikir û he­ta ku lepê wî neşewutiya bi xwe ne dihesiya. An jî di dagirtina piyala şerabê de xwe ji bîr dikir, ew heta nîvî vedixwar, ji na­ma jinikê hevokek dihanî bîra xwe: «Ji bo vexwarina jin û mêrekî, piyalek tenê têr dike.» Dûre li wê hêla masê cî dida wê piyala nîvçe, di dilê xwe de: «Xuyaye jineke romantîk e.» di­got, ji ber masa xwarinê diçû ber pencerê, bi çavekî bendewar li derve dinêrî, avdana kulîlkên pencerê diket bîra wî, diçû ku avê bîne, lê li wir bi tiştekî din mijûl dibû û venedigeriya. Serxweşî, bêbiryarî, giraniya hêvîdarî û tevliheviyekê girti bû ser laşê wî.

Ji nişka ve zengilê deriyê wî lêket. Bi deng re, we ew rewşa wî bidîta! Dilpekiyeke bextiyar li ruyê wî dabû der, bi pişirîn ber bi derî çû û zûzûka vekir.

Jineke barîk bû. Bejinzirav, çavşîn, kej û ciwan bû. Di nava kincên xwe yên sipî de, rengê wan jinên di evînromanan de dida. Bi silavên germ bergitî hev bûn, xêrhatin û xweşî li hev kirin û jinik bi kerem derbasî hêla hundur bû. Di devê derî de weke pelapîtkekê kûvî kûvî li ba diket. Lê Bedran ew dabû pêş û wî jî li paş carina destê xwe li vê hêlê û li wê hêlê li ba dikir, û ji wî wetrê ciyekî rûniştinê rayê jinikê dide. Di ber re jî dipeyivî û:

–       Bibore, jiyana… jiyana merivekî bê jin, wek ku Xwedê jî pê dizane ji herkesî ve xuyaye, got û xwarî şekalên li ber devê derî bû, ew rast kirin, bêyî ku li ruyê jinikê binêre dîsa destê xwe ber bi oda rûniştinê kir û domand:

–       De… fermo! Kerem bike, tu danişe… ez…

Li ser dîwançê çavên wî bi derpê û kirasê wî yên vacabûyî ket, zûzûka çû ew rakir, dewusand kefa destê xwe û ber bi deriyê serşokê çû. Piştî ku di serşokê de jî tiştên li ber lingan da ser hev, rabû di neynikê de li xwe nêhirî, hinek lewante jî di xwe da û derket. Jinik di dîwançê de rûnişti bû, li diwarên hundur, li pirtûkxanê, li Incîl û çend kaxizên ser masa nivîsê û li nînogên tiliyên xwe dinêrî. Bedran bi pişirîn ber bi dîwançê hat û li ser lingan:

– Tu bi xêr hatî, xatûnxan, got. Hêvîdar im tu ê jiyana min ya li ber lingan, li min negirê. Tu bi xwe jî dizanî ku rengê jiyaneke bi rêkûpêk, bi jinê dibe. Ew jî di vê malê de tune, ez çi bikim! Ya rastî min jin hebû, ne ku tune bû. Lê… lê em nu­ha dev ji van tiştan berdin. Min xwarinek çêkiriye, tu fermo em bi hev re bixwin.

Bi vê gotina xwe re destê xwe dirêjî jinikê kir, du dest bi evîneke germ bi hev bûn û bi hev re ber bi masa xwarinê çûn. Bedran jinik li hêleke masê da rûniştandin, kir ku ew jî li pêşberî wê rûne û dest pê bike, lê dît ku gelek tişt ji ser masê kêm in. Bi şermesarî serê xwe li ba kir, ber bi ciyê kêr û kevçiyan çû, di vegerê de ew gotinên piştkuliya xwe carand û got:

– Tu dibînî… tu dibînî malek bê bermalî çawa mêrekî gêj dike, ne wusa? Lê divê tu li min negirê.

Jinik bi pişirîn û dengê jineke barîk:

– Tew xem nake. Ez te fam dikim. Ji xwe di nama te de jî min tê derxistî bû. Ji bo min jî hevalekî îdeal pêwîst e. Li gor min jiyaneke îdeal jî bi jin û mêrekî îdeal pêk tê.

Ev peyvên bi vî dengî, dilê Bedran ewqas xweş ewqas xweş kiri bû ku tavilê pişirînek li ruyê wî xuya bû û dest pê kir:

– Te qala namê kir… çer ku min nama te xwend, ez têgêhîştim ku bi destê jineke nadîde hatiye nivisîn. Bi rastî jî ew peyvik û hevokên ku te li pey hev rêz kiri bûn, ne karê her ji­neke ye. Dema min xwend pêjnên helbestvaniyê li min rabûn. Min kir ku ez… Ez pir ji tiştên wusa hez dikim. De fermo tu kerem bike, ji xwe re xwarinê bikêşe ber xwe. Ax, ax!…

Jinika nadîde bi pişirînên serê lêvan ji hêlekê ve xwarin dikêşand ser namkiya xwe û ji hêlekê ve jî li Bedranê çavreş dinêrî, gelek pirsên sergirtî di serê wê de diliviyan û di dilê xwe de digot: «Xortekî dilovan û dilpak e. Lihevhatî ye. Lê çi karî dike? Qala jinekê kir lê nîvçe hişt û kat ne kir.» Bi xwarin û vexwarinê re jinikê pirsên xwe yên sergirtî hêdî hêdî dipirsî û bi Bedran re li ser dipeyivî.

Di piyalekê de tenê vedixwarin û carina jî bi hev dikeniyan. Piştî nîv saetekî serî li herduyan jî germ bû bû, şorgermî, henek û tinaz jî li ser masa wan xuya dibû. Mîna ku ji berê de hevdu dinasin. Peyva şerm û biyanî ji ferhenga masa wan derketi bû. Lê li derekê mîna ku keti bin galegalên mijareke girîng, bi bal û bi giramî dipeyivîn. Jinikê weha digot:

–      Binere, canekem. Tu bi xwe merivekî oldar, dilpak û di­lovan î. Lê dîtinên te yên li ser jinan, bi rastî jî xirab in…

–      Rast e, xirab in… Ez dizanim xirab in. Lê ev ne dîtinên min in… rastiya jinê wusa ye.

–      Binêre, çewtiya te ya pêşîn ev e ku tu jinê tiştekî li derveyî civatê dibînî. Ya din, çima kêmasî û kêmaqiliya mêrekî nayê hişê te? Ya herî girîng jî… divê tu jinên çê û xirab ji hev cuda bikî.

Bedran rahişt piyalê, şûşe di ser de vala kir, piştî ku qultek di gewriya xwe de berda û bi milçîna devê xwe tam dayê, piyal ber bi jinikê kir, desten xwe bi herdu hêlan de vegirt û got:

–    Ez tênagêhîjim. Jin bi çêyî û xirabiya xwe jin e. De ka tu ji min re bibêje, jineke çê bi çi awayî ye.

Mîna ku jinik hinekî enirî be:

–    Ku tu bixwazî tenê li ser doxîna jinê bisekinî, tiştê ku ez ji te re bibêjim, tune. Divê meriv bi her awayî tevayiya jinê vejîne, ne hêleke wê.

Bedran serê xwe kiri bû ber xwe, guhdariya wê dikir û di dilê xwe de: «Baş e ku we doxînsistî li xwe danî.» got û bi pi­şirîn berê xwe bi jinikê de kir û dîtinên xwe domand:

–    Na, canekem. Ez çêlî doxînsistiya wan nakim. Divê jin hay ji jinitîya xwe hebe û di her demê de rola xwe ya civakî bi­de xuyakirin, lê mixabin…

Jinik hêrs bû bû, loma peyva Bedran birî û got:

–    Lê mixabin… ev dîtinên te… ramanê ramanwerên welatekî paşketî ye. Lewra di roja îroyîn de gelek dijwar e ku yek li welatên weha şareza rabe û bi vî ramanên te bijî.

Vê carê jî Bedran bi enirîn berê xwe bi jinikê de kir û got:

–    Binêre, jinika welatê şareza! Tiştê ku ez dixwazim bibêjim, ne pirsgirêkeke roja îroyîn e, ne pirsa welatekî pêş û paş­ketî ye. Ez dibêm, dîroka jinê bi rûpelên qirêj dagirtî ye. Vegere û biçe ser çêbûna meriv. Bi Hewa û Adem dest pê kir, ne wusa? Hewa xatûn ne doxînsist bû, rast e. Lê şeytanek radibe wê dixapîne, bi sêvekê dixape… û ev yeka dibe sedema mirovatiya li ruyê dunyayê û em jî îro dixwînin, dibînin û dijîn, berxika min! Tu nikarî bibêjî: «Bila tevayiya merivan tazî bigerin. Tiştekî xwe ji hev veneşêrin. Bila bi ya dilê xwe bikin. Çi dikin bila bikin.» Civaka dîrokê ne civaka îroyîn e! Di roja îroyîn de jî… Dibe ku ez guhê xwe bixetimînim û tiştekî nebihîsim, çavên xwe derxim û tiştekî nebînim… Lê mafê jinan tu­ne ku banî hunermendan, niviskaran, helbestvanan, jinologan bikin û bibêjin çêlî rewşa me mekin!

Jinik diponijî. Li tiştekî digeriya ku weke bersîv bide. Dûre got:

–      Ez dizanim… jinên xirab hene, ne ku tunene…

–      Ez careke din bibêjim. Weke jin, di wexta xwe de li ruyê dunyayê Hewa xatûn tenê hebû. Em bibêjin ew jî xirab bû, baş e! Bawer im tu çîroka Hz. Lût û keçên wî jî dizanî. Navnotiya ku bi pey Meryem xatûnê ket, heta roja îroyîn jî ji bo ol û navê Isa yê reben rûreşiyeke mezin e. Di çîrok û dîrokan de meriv rastî gelek jinên împaratoran tên ku… serqisê: dotmîra împeratorê Romayê… Ma tu çîroka wê jî dizanî an ne?.. Dibin sedemên tac û textên mêrê xwe… ev yên ha hemî jî jinên bi nav û deng bûn. Ji xwe ji xêra vî nav û dengen wan çîrokên wan derketin holê, an ne ma ew ê kê pê bizani buya. Bi hezaran jinên bêreng fesadî, dizî, nerindî, bêbextî û gelek tiştên din kirine… dikin, lê dernakevin.

Jinikê xwe ji ber masê vekişand, hêz da xwe rabû û bi dengekî nîvçe got:

–    Ez bawer im ez ê êdî biçim.

Mîna Bedran têgîhîşti be ku dîsa çewtiyek kir, ew jî hêdîka rabû, destê xwe ber bi jinikê kir ku jê re bibê: «Ez viya ne ji bo te dibêm.» Lê xwiyê mêraniya wî ji ya xwe daneket û got:

–    Ez tênagêhîjim ku çima peyvên rast we jinan nerihet di­ke? Ku di van gotinên min de çewtiyek hebe… wê çaxê divê tu û jinên weke te, biçin gazinên xwe ji niviskarên pirtûkên pîrzozwer bikin. Tenê xwendevanek im ez. Min ew xwendine û li gor min jî rastiya jinê ew e, ewqas!

Jinikê hinekî bi hêrs û enirîn got:

–    Ez dizanim tu xwendevanek î. Lê tu xwendevanekî xirab î, canekem. Xwendevanekî paşdemayî! Ez bala xwe didime te… te xwe bi doxîna jinan ve girêdaye û tu rexnên xwe li du tilî giyanê wan digirê. Serê jinê heye, kezeba jinê heye, pêjn û dilê jinê heye… Çima tu çêlî devereke wê ya din nakî? Lê divê tu viya jî ji bîr nekî ku di şarezayiya civakên îroyîn de, ev tiştên tu dibêjî bi rastî jî nayê hişê kesekî. Ya rastî jin ne bi qasî mêran serhişk, ne bi qasî wan bêbext, û ne jî bi qasî wan xwînrij û devbixwîn in!… Jin kezebşewutî ne, dilê wan tenik e, ez ne bawer im ku jin rabin û merivan bikujin. Lewra ew dizanin… dizanin ku êş û azara hanîn û mezinkirina merivekî… ne tiştekî bi gotinê ye ezbenî! Neh mehan ez wî giyanî di zikê xwe de digerinim û dûre bi ruyê dunyayê dixînim. Lê tu çi di­kî, mêro! Tu jî, ji wan leşgeran çêdikî û wan berdidî hev. Tu dibêjî «Çavên hev derxînin!» Lê em jin wî tiştî nakin. Ku desthilatiya welêt di deste me jinan de be, ma tu dizanî em ê çi bikin? Wek ku di prensipên rêxistinekê de dihate gotin, em ê jî kincên leşger û polîsan biguherînin. Em ê kincên sipê li wan bikin. Dewsa keleşînkof û debançê em ê kirbît û hestan bidine destê wan û em ê wan berdin nava bajêr. Em ê ji wan re bibêjin: «Kîjan hemwelatî bixwaze cixarê bikêşîne, biçin cixarên wan vêxînin û alîkariya wan bikin…

Bedran bi mêrane, lê bi dengekî nizmtir peyva wê birî û got:

–    Baş e, ca hinekî rûne! Xwe ragirê, bêhna xwe teng neke! Ev tiştên ku ez dibêjim, min di pirtûkan de xwendine… ma wekî din… min çi jê ye!

Lê jinik rûnenişt. Bi hustuxwariyeke bêhêvî:

–    Li min bibore , got. Divê ez biçim. Hevaltiya me ê bi hev neke. Zimanê me, kultura me, dîtina me û bawer bike hertiştê me ji hev cuda ne. Bi xatirê te!

Jinik bi gavên hêvîşikestî ber bi derê derketinê çû. Bedran jî dabû dû, li pey wê dikir pilepil û digot:

–    Bawer bike, ez ne merivekî oldar im. Baweriya min jî ji hebûna Xwedê tune. Tenê min xwend. Ma gunehkarî ye ku meriv pirtûkên pîrozwer bixwîne? Ku tu dîtina min bipirsî, ez dibêm, bila herkes şilfûtazî bigerin, min çi jê ye? Tiştên ku Xwedê daye, meriv çima ji hev veşêrin!…

Bi van gotinên xwe re dengek bihîst: «Xwehafîz!» Jinika ku dîsa xwe wek horiyekê pêça bû, ji ber dêrî dûrket. Bedran li pey nêhirî û heta ku ji ber çavên wî wenda bû, gotinên xwe yên nîvçemayî xwe bi xwe didomand:

–    Serekî hişk û ehmeq! Divê meriv vî seriya bişkîne, bişkîne! Çewtiya Hewa Xanimê bi min ketîye, namûsa diya Isa bi min ketiye. Vireko!