Bawera faşîzmê

Bertolt Brecht`Bawera faşîzmê ev e ku li perwerdekirina kesên civakê kêmasî hebûye. Hêviya herî mezin a faşîzmê bandora li ser mejiya merivan û bidestxistina dilên wan e.
Faşîzm ji bilî tundî û hovîtiya li ser şikencegehên xwe li dibistan, rojname û şanoyan jî tundiyê hîn dike.
Belê, faşîzm tevayê gel visa perwerde dike û şev û rojê bê rawestan mijûlî vî karî ye.
Faşîzm nikare tiştekê bide gel, ji ber ku hemî hêz û şiyana xwe daye ser Perwerdekirina merivan.
Ew nikare zikê xelkê têr bike; Loma divê propaganda bihêzkirina viyanê û serdestiya li hemberî nefsê bike.
Nikare karê berhemanînê bi pergal bike û hewcedara şêrr e; Loma divê wêrekî û morala şervaniyê xurt bike.
Hewcedara fedakariyê ye; Loma divê hisê fedakariyê li nav xelkê berfireh bike.
Her yek ji van tiştan jixwe dibe ramanek; Şiyanin ku ji merivan tê xwestin û heta hinek ji wan wek raman û daxwazên bilind tên hesêb.
Lê em dizanin ku ev raman dikevin xizmeta kê, perwerdekar kî ye û çi kes ji perwerdehiyeke bi vî rengî behrê werdigirin:
Bêguman kesên ku sûdê jê werdigirin, ne ew kes in ku perwerde dibin.`

Axaftina Bêrtûlt Brêşt li yekemîn Kongreya Cîhanî ya Nivîskaran li Parîsê, Hezîrana sala 1935`an
Pirtûka Îniyê, Sala Yekem, Hejmara Yekem

📝 Wergêr: Berat Qewîendam

” فاشیسم معتقد است که در تربیت افراد کوتاهی شده. فاشیسم امید فراوانی به‌نفوذ در مغز انسان‌ها و تسخیر قلوب آنها بسته است.
فاشیسم، تعلیم خشونت در مدارس، روزنامه‌ها و تآترها را به‌خشونت حاکم در شکنجه‌گاه‌های خویش می‌افزاید.
آری، فاشیسم تمامی ملت را چنین تربیت می‌کند و در تمام طول روز، بی‌وقفه بدین امر مشغول است.
فاشیسم نمی‌تواند چیز زیادی به‌تودهٔ مردم بدهد، چون سخت سرگرم «تربیت» انسان‌هاست. غذائی برای مردم ندارد، پس باید تقویت اراده و غلبهٔ بر نفس را تبلیغ کند.
نمی‌تواند امر تولید را سر و سامان ببخشد و به‌جنگ نیاز دارد، پس باید به‌تقویت جرأت و روحیهٔ رزمندگی بپردازد.
به‌فداکاری نیازمند است، پس باید به‌تشویق حس فداکاری در افراد دست بزند.
اینها هم برای خود آرمان‌هائی هستند، توانائی‌هائی که از انسان‌ها خواسته می‌شود و بعضی نیز حتی آرمان‌ها و خواست‌های متعالی به‌شمار می‌آیند.
ولی ما می‌دانیم که این آرمان‌ها در خدمت کدامین هدف است، تربیت‌کننده کیست و چه کسانی از چنین تربیتی بهره می‌گیرند: بی‌شک بهره‌گیران، تربیت‌شوندگان نیستند.”

«سخنرانی برتولت برشت  در نخستین کنگرهٔ جهانی نویسندگان» پاریس، ژوئن ۱۹۳۵
کتاب جمعه سال اول شماره یک