خانه > عمومی > Ey kesên pêşerojê

Ey kesên pêşerojê

Ey kesên pêşerojêEy kesên pêşerojê, ey kesên ku ji dilê bahozekê dipekin der
Bahoza Ku em daqurtandine.

Dema ku hûn qala qusûr û lawaziyên me dikin
Bila li bîra we hebe ku
Ji serdema me ya dijwar jî tiştekê bêjin.

Bînin bîra xwe ku me zêdetir ji solên xwe welat tevdan
Û meydanên şerê navbera qatên civakê bi bêhêvîtiyê li pey xwe hiştin,
Ciyê ku zilm û zordestî hebû, lê kes dengê xwe nedikir.

Em viya rind zanin:
Heta nefreta ji heqaretê jî
Dilê meriv req dike.
Heta hêrsa ji ber neberanberiyê jî
Dengê meriv zivir û çexel dike.

Wax li me;
Wax ku me xwest dinê sa qenciyê amade bikin
Heyf û mixabin ku me bi xwe bi şe nekir bibin kesin qenc û dilovan.

Lê hûn…
Dema ku hûn gihîştine wê rojê
Ku merivan destê hev girtin
Li bara me
Bi nermî û dilovaniyê dadweriyê bikin!

Bêrtûlt Brêşt

Wergêr: Berat Qewîendam

آهای آیندگان، شما که از دل توفانی بیرون می جهید

که ما را بلعیده است.

وقتی از ضعف های ما حرف می زنید

یادتان باشد

که از زمانه سخت ما هم چیزی بگویید.

به یاد آورید که ما بیش از کفشهامان کشور عوض کردیم

و میدانهای جنگ طبقاتی را با یأس پشت سر گذاشتیم،

آنجا که ستم بود و اعتراضی نبود.

این را خوب می دانیم:

حتی نفرت از حقارت نیز

آدم را سنگدل می کند.

حتی خشم بر نابرابری هم

صدا را خشن می کند.

آخ، ما که خواستیم زمین را برای مهربانی مهیا کنیم

خود نتوانستیم مهربان باشیم.

اما شما وقتی به روزی رسیدید

که انسان یاور انسان بود

درباره ما

با رأفت داوری کنید!

برتولت برشت