DIL JI MIN BIR

DIL JI MIN BIR - Melayê Cizîrî DIL JI MIN BIR – Melayê Cizîrî
Şoxê û şengê zuhre rengê,
Dil ji min bir, dil ji min,
Awirên heybet pilingê,
Dil ji min bir dil ji min.

Wê şepalê miskî xalê,
Dêm dorrê gerden şepalê,
Cebheta biskan şemalê,
Dil ji min bir, dil ji min.

Zulf û xalan nûn û dalan,
Wan ji min dil bir bi talan,
Goşeye qewsê helelan,
Dil ji min bir, dil ji min.

Dêm nedîrê bo enbîrê,
Xemrî û gîso herîrê,
Sîne kir armancê tîrê,
Dil ji min bir, dil ji min.

Sor şîrînî nazenînî
Kuştim û nakit yeqînî,
Wê bi çengela evînî,
Dil ji min bir, dil ji min.

Fitil û taban da xuraban,
Ebleq û cohtê şebaban,
Dame ber pence û kulaban,
Dil ji min bir, dil ji min.

Xoş xeramê, ez xulamê,
Nazikê şîrîn kelamê,
Tutiya eyvan meqamê,
Dil ji min bir, dil ji min.
…………….
Melayê Cizîrî

  1. ۵ بهمن ۱۳۹۴ در ۰۳:۱۰ | #1

    Ez evîndar û miriyê vê helbestê me! Ev helbest bi gellek şêwazên mûzîkê dikare bê gotin