خانه > داستان - چۆرک - Çorik > Ji çîrokên gelêrî yên kurdî li Xorasanê; Bizin û gur

Ji çîrokên gelêrî yên kurdî li Xorasanê; Bizin û gur

Ji çîrokên gelêrî yên kurdî li Xorasanê; Bizin û gurElî Recebzade – Gulîl – Rojekê ji rojan gur û bizinekê bi hev re soz u peyman girêdan ku li hev xerabî û xiyanetê nekin. Li bihar û tavistanê bizin li mêrg û çiyan digeriya û diçêriya û xwe têr dikir. Lê gur jî rojan radiket û şevan derdikt û diçû nîçirê. Roj û hefte û hîv hêdî hêdî li pey hev derbas dibûn heta ku zivistan hat. Bi hatina zivistanê hewê sar kir û berfeke giran herd sipî kir. Bizin rojê diçû ber qontara çî û bi xwarina serê hefşanan û tîkanên reş zikê xwe têr dikir. Gur jî ji ber rewşa xerab a hewê û nebûna nêçîrê di kuna xwe da dima û dernediket. Çend roj li dû hevn derbas bûn ku gur êdî birçî bû û soz û peymanê xwe tev bizinê ji bîr kir.

Wî li bizinê mane digirt û digot: Bizinê! Tu çima xweliyê li ba dikî ku toz bikeve çavên min!!!?

Zêdetir jhi Elî Recebzade

  1. علی کشوری
    ۱ بهمن ۱۳۹۴ در ۱۸:۲۲ | #1

    mal awa.. heval Eli
    اهتمام و جدیت در جمع آوری و نقل قصه ها و داستان های فولکلور اقوام شمال خراسان با توجه به خوانش ها و روایت های متفاوتی که از آن ها وجود دارد، به ویژه گنجینه ای که در صندوقچه ی خاطر بزرگانمان به امانت حفظ شده، حرکتی ارزشمند و حیاتی ست.
    سپاس..

  2. Elî Recebzade
    ۱ بهمن ۱۳۹۴ در ۱۴:۳۸ | #2

    Silav û rêz
    Mihemed can sipas ji nêrîna te
    Lê li zivistanê de toz tine gur mane li bizin digirt ku soza xwe
    di bin lingên xwe de

  3. Mihemed
    ۳۰ دی ۱۳۹۴ در ۲۲:۳۲ | #3

    Silav u dembaş heval Elî
    Min gelekî hez kir.
    Tenê min fam nakir ku çawa toz dikeve çavên gur?