Şewaşkirin li dawetên kurmancî yên Xorasanê

Şewaşkirin li dawetên kurmancî yên XorasanêBerat Qewîendam – Kurd li her derê ku dijîn dawetên xwe bi coş û şahiyeke mezin bi rê dixinin. Kurdên Xorasanê – Kurmanc – jî dawetên xwe bi kêf û şahî û li gorî resm û rêceyên cûrbicûr bi rê dixinin. Bi giştî dawetên kurmancî hema bêje bi qasî du rojan dikişîne. Hin taybetiyên dawetên kurmancî hene ku hinek ji wan li seranserî deverên kurdnişîn li bakûrê Xorasanê hevpar in, lê hinek ji wan taybetî deverekê ne. Ez dixwazim li vê mijarê resm yan baştir bêjim qonaxeke daweta kurmancî li ba kurdên Xorasanê bi we ra bidim nasandin ku navê wê jî Şewaş yan Şabaşkirin e.

Şewaş yan wek ku li farsî dibêjin Şabaş dirav, sike, nuql û şirînî, zîv yan zêr heta gewher in ku didin kesê hunermend (reqas) yan li ser Bûk û Zavê dirijînin. Şewaşkirina dawetan bi giştî bi dayîna xelatekê wek dirav yan tiştek din bo kesên hazir dawetê ji stranbêj, debgbêj, bûk, zava, kesên di nav gûvendê yan hwd tê gotin. Lê mijara me şewaşkirineke taybet e ku şeva dawetê û li nav gûvendê pêk tê.

Ev resm li dawetên kurmancî li Xorasanê bi vî rengî ye ku di şeva dawetê da dema ku jin gûvend digirin û bûk û zava jî têda dilîzin, du yan sê mêrên zarxweş û jinek ji nêzikên xwedîdawet dikevin nav gûvendê û resma şewaşê bi rê va dibin. Helbet mêrên nêzik û xizmên bûk û zavê jî di nav govendê da hene lê piranî jin li nav govendê dilîzin û mêr û ciwan jî li dora govendê disekinin û dinêrin. Gûvenda jinan bi saz û qûşme û stranan û bi yekqerseya hêdî û nerm (yek ji şêwazên lîstinê li Xorasanê) (۱) digere û jin û keçik ku xwe bi cil û bergên kurmancî xemilandine bi rêzê û li dû hev dilîzin. Xelk li dora govendê berhev bûne û li tevgerên wan difikirin. Bûk û zavayê dawetê jî destê hev girtine û hevrê ligel yên din dilîzin. Şaleke sor li serê bûkê ye ku rûyê wê ji xelkê ra vedişêre. Her kes ku hez dike xelat yan diravekê bide kes, xizm, evîndar, xweng, dayîk, keçik, bûk yan her kesek din li nav govendê destpêkê xelata xwe dide jinikê û ew jî dibe dide mêrên nav govendê û ji wan ra dibêje ku ev xelata filan kesê/î daye û dixwaze ku bigihêje destê filas kesê.

Li hinek ji gundên navçeya Qûçanê şewaşkirin bi vî rengî ye. Yek ji mêran ku wê resmê digerîne dirêv digire destê xwe û li hewa li ba dike û bi dengê bilind dibêje û du sê mêrên din jî jê pirs dikin û bersivê didin:

Şewaaaaaş, şewaş … Lo biwînin, biwînin (Bibînin)

  • Lo çî ye, çî ye?!

Lo sed tomaniyeke zêrrîn e ! (2)

  • Lo ya kê ye, yak ê ye?!

Lo ya (navekî digire) Rostem e!

  • Rostem kî ye?!

Rostem lawê Memedbegê topî ye!

  • Lo sa kê ye?!

Sa (navê jin yan keçikekê) Gûhera qîzê Qurbîn e!

Hinga ev çend mêrên hazir li nav govendê bi dengê bilind û bi hev ra dibêjin:

  • Barîkella Rostemê Memedbegê

Û ew van gotinan dibêje:

Lawê mêran e, xwarziyê şêran e, neviyê xanan e, sifre tijî nan e

Û mêrên derûdor jî piştî her yek ji van gotinan bi tirkî dibêjin:

  • Toy Ulson, Qoy Ulson! (Hertim dawet û şahî be!) (3)

Mamoste Kelîmullah Tevehudî li pirtûka xwe ya bi navê: ‘Isferayîn, Dîrûz ve Êmrûz’ (Isferayîn, Duh û Îro) di rûpelên 222 û ۲۲۳`an da li bara resm û edeta şewaşkirinê li ba kurdên Isferayînê (bajarekî kurdnişîn li bakûrê Xorasanê) nivîsiye ku piçekî ciyawaz ligel ya Qûçanê ye. Li wir şewaşkirin visa ye ku kalik û pîrikek zarşirîn dikevin nav govendê. Yên ku dixwazin xelatekê bidin kesekê, xelat yan diravê xwe dibin didin pîrikê û ew dide kêlil. Kalik dirêv digire destê xwe û dibêje:

Lo biwînin Lo biwînin (Bibînin).

Pîrk dipirse: Lo çî ye, Lo çî ye?!

Kalik dibêje: Lo hêkekî zêrrîn e, hêkekî zêrîn e!

Pîrik dipirse: Lo yê kê ye, Lo yê kê ye?!

Kalik dibêje: Yê (navekî digire) Perwîzbegê Xoraskanî ye! (4)

Pîrik dibêje: Perwîzbeg kî ye? Perwîzbeg kî ye?

Kalik dibersivîne: Lawê Rostembegê, lawê Behmenbegê Xoraskanî ye!

Pîrik dipirse: Lo sa kê ye, sa kê ye (Ji bo kê ye)?!

Kalik dibêje: Sa Qunçegulê, keçika Cehramxanê sarikanî ye (4)

Wê çaxê yên amade li dawetê yekdeng dibêjin:

Aferîn (Bijî) Perwîzbegê Xoraskanî, barîkella Qunçegulê Sarikanî!

Dû ra pîrik diravê şewaşê ji kêlik destine û destê xwe tîne jêr û nîşanî giştan dide. Hînga ber ve Bûkê (Qunçegulê) tere û dirêv li guçê kevnê (Rûserî) wê girê dide. Eger şewaş ji hewrîşemê be li baska lêwik yan keçikê girê dide û bi dengê bilind dibêje: `Sifrê wan timêşe le meydanê wi` (Yanê Xwedê roziyê wan zêde bike). `Mala wan we kozî wi` (Yanê mala wan hertim tijî nêmet be)

Bi vî rengî merasima şewaşê bi dawî tê û gişt jin û keçikên ku li halê lîstinê li nav govendê ne kêm û zêde her kes li gorî heyîtiya xizm û kesên xwe şewaşê werdigirin.

Li Layîn û hinek deverên din li Xorasanê dewsa dirêv û hêkê dibêjin `Çilkek Zêr` (Lo Çilkeke Zêr e)

۱ – Lîstin û gowendgirtina kurmancan li Xorasanê bi çend cûre lîstikan pêk tê ku hinek ji wan ev in: Yek qerse, Du qerse, Sê qerse, Şeş Qerse, Diyanzdeh Qerse, Enarekî, Hengê Xanan û hwd.

۲ – (Toman yekîneya dirêv li Îranê ye, 100 toman, 1000 toman)

۳ – Helbet dewsa van gotinnê tirkî li hinek deverên Qûçanê dibêjin: Xwedê Bilewise! Ku renge ev gotin ji ber ku hin kes tirkî nizanin, guhertinek ji biwêja Toy Ulson, Qoy Ulson be!

۴ – Xorasakanlû û Sarikanlû navê eşîrên Sarikan û Xoraskan in

  1. çiya kurmanc
    ۲۶ دی ۱۳۹۴ در ۱۰:۱۸ | #1

    silav û rêz li giştî hevalên hêja bi taybet hevalê hija me berat

    gelek sipas diwêjim li hevalê berat ku pir rind şirovandiye
    her bijî
    mal ava
    bi xatirê te