خانه > داستان - چۆرک - Çorik > Min hemîz ke; Kurteçîrokek bi kurmanciya Qûçanê

Min hemîz ke; Kurteçîrokek bi kurmanciya Qûçanê

Mi hemêz ke; Kurteçîrokek bi kurmanciya QûçanêZeynew jineke kelegî wû ki le omrê xwa qe sa carekê jî ki bûye gepeke xwaş ji mêrê xwa nebihîstiwû. Mêrê Zênê, Qurwîn ji malê dinê tenê mitireke xwa hewû û pê wê deçû şêhr û tişt miştên gerek je xwarinê bigir ta kinc û lêwîs sa mal dekirî û tanî. Royekê Zênê serêşanek girt û nexwaş ket. Qurwîn ki dî halê Zênê xeraw e pê ra got: ‘Xwa amade ke ki zûtirkê te bigînime şêhr, cem doxtorekî’. Jinikê qewûl kir. Kewnê xwa da serî xwa û çadirê xwa jî le pişta xwa girêda û aramkine le paş mêrê xwa siyarî mitirê wû; Lê weqes ki jineke şermokîn û destpaçe wû, nedezanî ki destê xwa le ku dayne ki je ser mitirê nekeve. Qurwîn mitir vêxist û we rê ket. Hîn je kuçê vernekitiwûn ki Qurwîn je teqafil da go: ‘Zênê mi hemîz ke! Hemîz ke bira nekevî!’

Zênê pirsî: ‘Te çi got?’

Û dema ki gepa mêrê xwa fam kir, şikil lî swîr wû. We şermeke zêde ji pa ra destê xwa je bin çengê Qurwîn hanîn pêş da û je kincê wî girt. Qurwîn welez mitir dacot û Zênê jî we destê xwe kincê wî berk girtiwû. Alieyê çepê yê şilika xwa dawû ser pişta wî û difkiriya kêleka rasta rê. Kêm kêm hêstiran şikila Zênê şil kir û hîqehîqa wê rabû. Qurwîn hay dendê mitirê aliş dekir û delezand ki zûtirkê Zênê bigîne şêhr. Xicawê mitirê bilind wû û qet pênehesî ku Zên kelagîrî wûye û degîri. Hîn le nîva rê bûn ku Zênê we destê xwe ser pîlê wî xist û got: ‘Qurwan! Ez pişîman wûm, were vegerinî.’

Qurwan ki we dest xwe da mawû, pirsî: ‘Çima? Tiştek nemaye bigîjinî doxtor.’

Zênê go: ‘Na! Gerek nini, halê min rind wû, de serê mi naêîşi’

Qurwîn ku dî hakka ye go Xwedêcan hezar car şukr! Berê mitirê taw da û riya kelê girte wer xwe. Lê qet pênehesiya ki wê gepa wî yani ‘Mi hemîz ke’ çiqes dilê Zênê şa kiriye û bûye bayîs ki serîşê wê rind biwi.

Têbînî: Ev çîroka çîrokek bi zimanê farsî ye ku min hinek hinek dirêj kiriye û bi zarave û devûka kurmancî li Qûçana Xorasanê nivîsiye.

Berat Qewîendam

Kurteferheng:

Mi: Min

Hemîz: Hembêz

Zeynew: Zeyneb

Kelegî: Gundî (Kele, Qel’e: Gund)

Ki: Ku – Le: Li – Je: Ji

Wû: Bû – Wûye: Bûye (Li Xorasanê carna dewsa B, W tê) – Hewû: Hebû – Mawû: Mabû

Gep: Gotin

Qurwîn: Awayê tewandî yê Qurwan (Qurban ku navekî mêran e)

Mitir: Motorsîklêt

Şêhr: Awayê tewandî yê Şehr (Şar: Bajar)

Lêwîs: Awayê tewandî yê Lewas (Lêbas: Kinc)

Royekê: Rojekê

Serêşan: Serêş, Êşa serî

Dî: Dît

Kews: Rûserî

Aramkine: Bi aramî, Bi hêdîka

Weqes: Ewqas

Kuçe: Kûçe, Kolan

Je teqafil da: Ji nîşkê va

Şikil: Rû

Swîr: Sor

Berk: Qahîm

Fikirîn: Li Xorasanê wateya nihêrîn û mêzekirinê jî dide

Alişkirin: Guherandin

Xicaw: Deng

Pîl: Mil

Hakka: Visan, Visa

Bayîs: Sebeb

  1. çiya kurmanc
    ۲۶ دی ۱۳۹۴ در ۰۹:۵۱ | #1

    silav û rêz û hurmet li giştî heval hemtûşan
    gelek sipas ji te hevalê berat
    min ku pir hez kir
    xwedê emira te dirêj bike
    mal ava

  2. ez jî heme
    ۱۸ دی ۱۳۹۴ در ۲۳:۰۷ | #2

    @علی
    سلام دوست گرامی . کاش شما الفبای کردی یاد میگرفتین!
    ممنون الله مزار

  3. علی
    ۱۷ دی ۱۳۹۴ در ۰۰:۰۵ | #3

    کاش فارسی ترجمه میکردین یا با الفبای فارسی مبود

  4. کرمانج خراسان
    ۱۶ دی ۱۳۹۴ در ۰۰:۰۳ | #4

    Lê pir rind û werefş bû

  5. کرمانج خراسان
    ۱۶ دی ۱۳۹۴ در ۰۰:۰۱ | #5

    Xîspe xîsp kurmancî
    Hiq hiq farsî