خانه > نثر ادبی Pexşan > Jiyan li gorî Artûr Şopênhawir

Jiyan li gorî Artûr Şopênhawir

Jiyan li gorî Artûr ŞopênhawirDîmenên jiyana me wek wêneyên resimkirî li ser kevirên zivir û çexel in. Dema ku em ji nêzik va li wan dinêrin tu bandorekê li me nakin û tiştekî bedew têda xuya nake. Lê dema ku em ji dûr va lê mêzedikin, bedewî û rintiya wan xwe dinimîne. Bidestxistina tişta ku me ji mêj va hêviya wê dikiriye, tenê û tenê vê rastiyê nîşanî me dide ku ev tişta çiqes pûç û vala bûye. Em bi giştî visan dijîn ku qey hertim li benda tişteke baştir in, tevî ku pirîcaran hêvî dikin mala ku vegerin berê û hertim di nav xem û kesera wê da ne.

Em visan li dem û zemanê dinêrin ku gerek zû derbas bibe û di vê navberê em bigihêjin armanc û xwestekên xwe.

Piraniya xelkê dema ku digihêjin dawiyê, bi awirekê li ser berboriya xwe têdigihêjin ku jiyana xwe yekser wek tişteke demkî derbas kirine û mat û ecêbmayî dibînin tişta ku sersar û bilez li pey xwe hiştine û qet jê hez nekiriye, jiyana wan bûye. Yanê ew tişta ku jêra jiyane.

Meriv hawar dike û diqîre ku hêvî û mirazan ew xapandine ta ku serencam di hembêza mirinê da bireqise! Ax ku çiqes meriv afirîdeyekî temakar û çavbirçî ye!

Artor Şopênhawir – Li bara bêhûdetiya wicûdê

Wergerandina ji farsî: Berat Qewîendam