خانه > داستان - چۆرک - Çorik > Çîrokek ji Xorasanê: Pîrika jîr û roviyê fêlbaz

Çîrokek ji Xorasanê: Pîrika jîr û roviyê fêlbaz

Çîrokek ji Xorasanê: Pîrika jîr û roviyê fêlbazPîrika jîr û roviyê fêlbaz – Elî Recebzade – Gulîl

Bi navê Xwedê

Royek je royan pîrikekê ku keça xwe ya ciwan li gundê hember dabû mêr, sewa dîtina wê hinek rûn û şîr hilanî û berê xwe da wî gundî. Dema ku di rê da dimeşiya rastî roviyekî hat. Ji nîşkê çavê rovî li pîrikê hingift û ji wê ra got: Pîrê oxir be; xêr e tu ku da terî? Pîrê got: Ez dixwazim herim mala keça xwe. Rovî got: Lê rehma min bi te ra tê; Tu êdî pîrî û nikarî bimeşî, rûn û şîrê xwe bide min, ezê heta derê mala keçika te ji te ra bibim. Rovî kozika rûn û feraqa şîr ji destê pîrikê girtin û hevra bi rê ketin. Hewa hinekî sar bû û ji ber sirr û sexemê erd cemidîbû. Riya gundê hember ji kêleka çêm derbas dibû. Ewna hinekî rê da çûn û roviyê fêlbaz ji pîrikê ra got: Pîrê min bibore, ez dixwazim ji ber hiceta ku ji min ra çê bûye, herim ber avê û zû vegerim. Pîrikê qebûl kir. Roviyê fêlbaz dakete ber avê û pîrik jî li benda rovî li ser rê ma. Rovî qey ku ji çavê pîrikê bi dûr ket, zûka xwe gihand paş dareke biyê û bilezûbez nexşeya xwe ya qirêj cih anî. Wî derê kozikê vekir û rûna têda xwar. Dû ra derê feraqa şîr jî vekir û heta çilka dawîn a şîr kişande serê xwe û li şûna rûn gûbeqên nav çêm kirin nav kozikê û dewa şîr jî ava gemar û genî ya delavekê rijande nav feraqê û ewna bi devê xwe girtin û bi bazdanekê xwe gihande ustî çêm û nêzikî pîrikê bû.

Pîrikê ku çend xulekan westiyana xwe hilanîbû ji herdê rabû û hevra bi rê ketin, heta ku gihîştin nêzikî gund. Rovî got: Pîrê bibore ji vir şûnda ez nikarim hevrêtiya te bikim, ji ber ku tirsa min heye ku kûçikên vî gundî rapê min bikin. Feraqê şîr û kozika rûn dan destê pîrikê û xatir ji pêrikê xwest û ber bi newalekê li tenişta gund va da revê. Pîrik jî piştî sipasiya ji rovî ber bi mala qîza xwe va bi rê ket heta ku gihîşt derê mala keçika xwe û li dêrî da. Keçika wê derî li ser vekir û piştî silav û xêrhatinê, pîrikê jê ra got: Keçê min sewa te rûn û şîr aniye. Wê kozika rûn û feraqê şîr jê istand û bir ku li xanîya paşîn dayne. ji ber ku gûbeq û ava di nav kozikê da diçelqiyan û deng jê dihat, bala keçikê çû serê û meraq kir ka bibîne rûna ku dayîkê jê ra aniye çawa ye. Lê dema derê kozikê vekir, bêhneke pîs jê fûriya û rind ku li nav kozikê mêze kir dît ku dewsa rûnê zer, gûbeq di nav kozikê da ye. Hinekî tevlihev û matmayî bû. Bilez derê feraqa şîr vekir û baş ku lê nihêrî dît ku ew jî tijî ava genî û gemar e.

Bilezûbez vegeriya bal diya xwe û jê ra got: Dayê kozika rûn tijî gûbeq û feraqa şîr jî tijî ava genî ye. Pîrik lê vegeriya û got: Wax li minê, ez dîsan bi dek dolaba rovî hatim xapandin; Ezê tola xwe jê hildim. Di vê navberê da tiştek ket bîra pîrikê. Bi xwe ra got van şevan hewa çaxûn e û ez bawer im ku rovî dê were û li ser têndûr razê. Rû dageriya êvarê û şev bi ser wan da hat. Pîrik wê şevê li ba keça xwe ma û ji ber hêrsa ji rovî heta sibê xew neket çavê wê. Sibê ji xewê hulistiya û piştî xwarina taştê xatir ji keça xwe û mêrê xwest û riya gundê jêrîn girte ber xwe. Agirê tolhildanê di dilê pîrikê da dişewitî û ji hundir va xwe dixwar. Riya ku hertim bi qasî du saetan dikişand, vê carê saetek nekişand ki qediya û pîrik gihîşt ber mala xwe.

Hedûr li pîrikê nemabû û li benda hatina şevê bû ku rovî têxe dafa xwe. Şev hat û çi şev bû, bayekî sar heta kûrahiya hestiyê meriv dişewitand. Pîrik ketibû girrê û dixwast ku bi her awayî tola xwe ji rovî hilde. Wê kinc û cilikên germ li ber xwe kirin û rahişte meqesa xwe û çû nav têndûr û li benda rovî ma. Hûvehûva bê ji kuleya têndûr dihat hundir û diket guhên pîrikê. Pîrikê pişta xwe kutabû dîwarê têndûr û meqesa xwe amade li kêleka xwe danîbû. Piştî saetekê fişefişa bayê bîvilê rovî hat û piştî çend kêliyan ku derûdora têndûr seh kir, hat li ser têndûr pal da û ket nav xeweke kûr û dûça wî dirêjî nav têndûr bû. Pîrikê ku dengê xirexira rovî dibihîst, dilniya bû ku rovî raketiye. Bi xwe ra got niha wext e ku diyana xwe li rovî bikim. Rahişte meqesa xwe û bi hêdika dest avêt dûça rovî û bi meqesê dûça wî ji kokê va jêkir.

Qijinî bi rovî ket û ji xewê veceniqî. Bi ax û wax bazda jêrî têndûr û dûr ket û bi qîrîn û girî da revê. Roviyê reben bi şermsarî û perîşanî çû cem hevalên xwe û dema ku ji nîşkê va çavê hevalan bi wî ket, hirehir pê keniyan û henekên xwe pê kirin. Ji vir şûnda roviyê belengaz bû pêkenokê hevalên xwe û wan laqirdiyên xwe pê dikirin.

Rovî ketibû fukaran û ji xwe ra got gerek ku ez vê kêmasiyê çare bikim. Loma biryar da vegere cem pîrikê. Bi dizî û bêyî ku hevalên wî fêm bikin vegeriya cem pîrikê û li ber wê ket û wiha got: Pîrê ez qurban! Hevalên min henekên xwe bi min dikin, ez bûme pêkenokê wan. Were qenciyekê li min bike û dûça min vegerîne min. Pîrik ku piştî çend rojan hinekî aram bûbû, wê kêliyê dilê wê bi rewşa rovî şewitî û qebûl kir, lê gote wî ku ez bi mercekê vî karî dikim û Merca min jî ev e ku tu herî û hinek şîr ji min ra bînî ta ku ez wî bikin rûn. Rovî got: Pîrê! Ez qurban! Lê ezê reben şîr ji ku derê bînim? Pîrikê got: Dibe ku tu herî cem bizinê û ji wê şîr bistînî.

Rovî bilezûbez ji wê hendê dûr bû û xwe gihande cem bizinê û pê ra got: Bizinê! Ez qurban! Dibe ku tu hinek şîrê xwe bidî min û ez bibim cem pîrikê ta ku dûça min li min vegerîne û hevalên min henekên xwe bi min nekin?

Bizinê got: Xêr e! Roviyê azîz! Erê çima ku nebe! Lê merceke min heye û ew jî ev e ku tu ji min ra hinek hêşinî bînin ta ez bixwum û guhandîlên min tijî şîr bibn û ezê bikarim şîr bidim te.

Rovî qebûl kir û bilez çû ku hêşiniyê bîne. Silavek da hêşiniyê û got: Dibe ku ez te ji bizinê ra bibim û bizin şîr bide min û ez şîrê ji pîrê ra bibim ta ku ew jî dûça min vegerîne min?

Hêşiniyê got: Çima nabe birayê rovî. Lê merceke min heye. Dibe ku tu herî ser kaniyê û sewa min hinek av bînî ta ez şîn û bilind bibim û tu parek ji min sewa bizinê bibî?

Rovî qebûl kir û bilez berê xwe da kaniyê. Dema ku nêzî kaniyê bû dît ku kanî miçiqiye û av lê tine. Silav da kaniyê û jê ra got: Kaniyê delal! Dibe ku hinek av bidî min ta ez bibim birijînim ber hêşiniyê ta şîn bibe û ez ji bizinê ra bibim û bizin bwixwe û guhandîlên wê tijî şîr bibin û şîr bide min û ez şîrê ji pîrikê ra bibim û ew jî dûça min vegerîne min?

Kaniyê got: Bi xêr hatî roviyê hêja! Hewcetî bi gotinê nine, tu bi xwe dibînî ku ez miçiqîme û ava min nemaye. Dibe ku tu herî û keçeke delal û bedew peyda bikî û bînî bila li ser min bilîze ta çaviyên avê li min bikelin.

Rovî bi hêviya ku keçeke delal û bedew peyda bike da ber rê û çû nav gundan. Li ser riya gund pêrgî keçekê hat û bi heman rêbazên xwe yên xapînok jê ra got: Rojbaş keça delal! Tu çiqas bedew û xweşikî! Dibe ku tu qenciyekê bikî û werî û li ser kaniya hana ku miçiqiye bilîzî ta ava wê bikele û avê bide min û ez avê bibim birijînim ber hêşiniyê ta şîn bibe û ez ji bizinê ra bibim û bizin şîr bide min û ez şîrê ji pîrikê ra bibim û ew jî dûça min vegerîne min?

Keçikê gotê: Çawa nabe; Lê merceke min heye ku eger tu cih bînî, ezê werim û li ser kaniyê bilîzim. Merca min jî ev e ku tu herî cem solçêker û jê ra bêjî soleke xweşik û ji çermê piling sa min ra çêbike û bo min ra bînî.

Rovî merca keçikê qebûl kir û çû cem solçêker û silavek dayê û gotê: Birêz solçêker dibe ku solek xweşik ji çermê piling ji min ra çêbikî ta ez bibim bidim keçeke delal ta were ser kaniyê bilîze û ava kaniyê biherike û ez hinek av jê hilînim û ez bibim birijînim ber hêşiniyê ta şîn bibe û ez ji bizinê ra bibim û bizin şîr bide min û ez şîrê ji pîrikê ra bibim û ew jî dûça min vegerîne min?

Solçêker gotê: Tu bi xêr hatî roviyo! Baş e, lê merceke min heye; Ev çend roj in ku min kêfa ji xwarina hêkên mirîşkê hatiye. Dibe ku tu herî û ji min ra çend hêkan bînî û ez bixwum?

Rovî merca wî qebûl û kir û çû li pey hêkan. Hindik çû û pirr çû ta mirîşkek peyda kir. Mirîşk ji nîşkê va ku çavê wê bi rovî ket, kire qîrîn û ji tirsan ket nav pindûkê. Rovî ku rewş wisan dît bi zimanekî xapînok û nerm gote mirîşkê ku: Ez qurban metirse, metirse, tenê daxwazeke min ji te heye. Mirşkê ji qliştîka deriyê pindûkê serê anî der û got: Ka bêje dîsan dixwazî çi bînî sere me fêlbazê gemar!

Rovî ku pirr ketibû dartengiyê û aciz bûbû, ji mirîşkê ra got: Mirîşka dengzelal! Ez qurban! Dibe ku tu hêkekê bidî min ta ku ez bibim bidim solçêker ta têr bixwe û soleke ji çermê piling ji min ra çêbike ta ez bibim bidin keçeke delal ta were ser kaniyê bilîze û ava kaniyê biherike û ez hinek av jê hilînim û ez bibim birijînim ber hêşiniyê ta şîn bibe û ez ji bizinê ra bibim û bizin şîr bide min û ez şîrê ji pîrikê ra bibim û ew jî dûça min vegerîne min?

Mirîşêkê gote rovî ku çima nabe, lê merceke min heye, ew jî ev e ku herî ji min ra hinek genim bînî ta ez çîne bikim û ji te ra hêkam daynim.

Rovî bêyî ku tiştek bêje merca mirîşkê qebûl kir û çû li pey gênim. Di rê da pêrgî kalikekî cotkar hat ku kulêşa xwe dikuta. Ew çû û xwe avêt ber lingê cotkarî û bi acizî û bi dengekî lawaz û bi girî û çavên bi hêstir ji wî ra got: Apê cotkar, Xwedê ku tu xisar û ziyan li zeviyên te nekeve û taxila te ya îsal ji giştan zêdetir be, were û qenciyekê li minê reben û belengaz bike û mistek genim bide min ta ez bibim bidim mirîşkê ta hêkan sewa min dayne û ez hêkan bibim bidim solçêker ta têr bixwe û soleke ji çermê piling ji min ra çêbike ta ez bibim bidin keçeke delal ta were ser kaniyê bilîze û ava kaniyê biherike û ez hinek av jê hilînim û ez bibim birijînim ber hêşiniyê ta şîn bibe û ez ji bizinê ra bibim û bizin şîr bide min û ez şîrê ji pîrikê ra bibim û ew jî dûça min vegerîne min?

Kalikê cotkar vegerande rovî û jê ra got: Xalê rovî! Xwedê xêr bide te! Tu dibînî ku kulêşê dikutim, dibe ku tu alîkariya min bikî ta em bi hev ra çend rojan gayan li ser kulêş bigerînin ta kulêş were kutan û dû ra em gênim ji kayê cuda bikin û hingê tu genimê xwe hilîn û here li dû çareseriya xwe.

Rovî ku êdî nêzikî bexta xwe bûbû, qîma xwe bi gotinên kêlik anî û wan be hev ra dest bi xermankutanê kirin û piştî çend rojan ku karê wan qediya, kêlik soza xwe cih anî û pûtek genim da rovî û rovî jî sipasiya wî kir û bi kêfxweşî û bi dilekî şad vegeriya.

Rovî hat ba mirîşkê û genim jê ra reşand ser herdê. Mirîşkê genim xwar û ket hêkan û hêkên xwe dan rovî û rovî jî xatir ji mirîşkê xwest û hat ba solçêker. Solçêker cotek solên bedew ji çermê pilingê çêkirin û dan destê rovî. Rovî sol wergirtin û bilez xwe gihande keçikê û pêşkêşî wê kir. Keçikê ku ji dîtina wan solan pirr kêxweş bû, xwe xemiland û çû ser kaniyê û list û list ta ku ava kaniyê bi rê ket. Ava kaniyê herikî û herikî ta gihiîşte hişiniyê. Hêşinî piştî çend rojan şîn û bilind bû û rovî qeftek hêşinî berhev kir û ji bibizê ra bir. Bizinê hişinî xwar û guhandîlên wê tijî şîr bûn. Rovî ku hêviya wî gelek mezin bûbû, şîrê bizinê dwît û çû ber mala pîrikê. Pîrikê ku bawer nedikir rovî şîrê wê vegerîne, feraqê şîr ji rovî istand û rijand nav berûşê û keland. Piştra sêpî li dar xist û kiya û kiya ta ku nivîşk amade bû. nivîşk xist nav sîtilekî û sîtil da ser êgir û piştî du saetan rûnê wê amade bû.

Pîrikê ku dît rovî merca xwe cih aniye, kêfxweş bû bi çend rojan dûça wî bi morî û mircan û zengilan xemiland û lê nosikand. Rovî êdî ji ber kêfxweşiyê virda wirda bazdida û bi dilekî geş û qurre çû nav hevalên xwe. Berî ku nêzikî hevalan be, dûça xwe hejand û dengê zengilan li nav nêwîl belav bû û bi carekî hemî roviyan berê xwe dan wî û li dor wî kom bûn.

Wan ecêbmayî li dûça xemilandî û bi morî û mircana rovî mêze kirin û ji wî ra gotin gelo te ev dûça bedew ji ku aniye?!

Roviyê çîroka me ku piştî salekê û bi dûça xwe ya zenegilîn vegeriyabû nav hevalan dîsan dest ji dek û dolabên xwe nekişand û ji wan ra got: Li vê nêzikiyê goleke avê heye ku ji ber sir û sexemê şevan dicemide, ez çûm min şevekê heta sibê dûça xwe xist nav ava wê golê û dema sibê min dûça xwe derxist, min dît tijî zengil û morî û mircan e.

Roviyên fêlbaz vê carê bi gotina hevalê xwe hatin xapandin û gişt bi hev ra çûn ber wê golê û heta sibê dûça xistin nav avê. Lê dema ku sibê bi xwe hesiyan û şiyar bûn dîtin ku ava golê cemidiye û dûça wan nayê der. wan her çiqas xwe bi vî alî û wî alî kişandin dûça wan ji nav cemedê nehat der û gişt dûça wan bizdiyan û bê dûç man.

Roviyê çîrokê ku tola xwe ji henekên hevalên xwe hildabû hat ser serê wan û dûça xwe li ba kir û bi wan keniya.

Kurmancistan: Ev çîrok li cî û deverên cûrbicûr li nav kurmancên Xorasanê bi ciyawaziyên kêm û zêde tê gotin. Ya ku li vir hatiye nivîsîn taybetî kurmancên herêma serheda Gulîlê ye. Li hinek deran ev çîrok hinek ciyawaziyên xwe yên biçûk hene. Wek mînak dewsa keçikekê çil keçik in, yan dewsa solekê çil sol in û hwd.

  1. Elî Recebzade
    ۵ مهر ۱۳۹۶ در ۱۸:۲۷ | #1

    وریا :
    با سلام
    آیا این داستان و احتمالا داستانهای دیگر کرمانجی بە زبان فارسی وجود دارد؟
    متشکرم

    سلام.
    هنوز به فارسی ترجمه نشده

  2. Elî Recebzade
    ۲ مهر ۱۳۹۶ در ۲۳:۰۸ | #2

    @وریا
    سلام.
    از این که در همه جای کره خاکی بعضی از قصه ها با هم شباهت دارند
    شکی نیست. البته من این قصه را در فارسی تا حالا نشنیدم.
    با سپاس

  3. ناشناس
    ۲ مهر ۱۳۹۶ در ۲۳:۰۶ | #3

    @وریا
    سلام.
    از این که در همه جای کره خاکی بعضی از قصه ها با هم شباهت دارند
    شکی نیست. البته من این قصه را در فارسی تا حالا نشنیدم.
    با سپاس

  4. وریا
    ۱۰ اردیبهشت ۱۳۹۶ در ۱۴:۵۵ | #4

    با سلام
    آیا این داستان و احتمالا داستانهای دیگر کرمانجی بە زبان فارسی وجود دارد؟
    متشکرم

  5. Elî Receb Zade
    ۱۵ آذر ۱۳۹۴ در ۰۰:۱۸ | #5

    .Dembaş
    Sipas ji nêrînê te hevalê Mihemed
    Pîşt re jî ez ne mamoste me û sipasiyê xwe ji hemî kesên
    ku li riya çand û wejeya kurmancî çalak in dişîn im û
    ji hevalê Berat ku li vê ćîrokê alîkariya min kir sipas dikim .bitaybet
    Mamostayê ku xwendin û nivîsîn hînî min kir
    …….Malava……..

  6. Mihemed Bihadurî
    ۱۴ آذر ۱۳۹۴ در ۲۳:۳۴ | #6

    Silav û rêz mamoste Elî Recebzade
    Ez nikarim pirr baş binivîsim û bixwînim, min heta niha çîrok nexwendê bû. Heval gelek kêfxweş bûm bi xwendin a vê çîrokê…
    Min pirr ji fêlbazî yê roviyê hez kir..