خانه > داستان - چۆرک - Çorik > Kurteçîrok: Gorî

Kurteçîrok: Gorî

  Gorî (bi wergera Berat Qewîendam)Gorî  (bi wergera Berat Qewîendam)
Dinya sirr û sexem bû. Sermê canê meriv dişewitand. Rûyê Muhsin şil bûbû. Ji ber tirsê, ji ber şermê. Dil dikire gursegurs û û tund tund lê dida. Derê erebeyê vekir û peya bû. Kalik li ser asfalta nav cadê ketibû. Muhsin hîn jî bawer nedikir ku bi leza 110 kîlomitrê li kalikekî daye … pir destpaçe bûbû. Dilopên baranê jî şilbûna şikilê wî ji ber şerm û tirsê dupat kiribû. Bilezûbez laşê nîvcan ê kêlik danî nav erebê û bi tirs û bêhedûriyeke zêde bi rê ket.–    Xwedêyo çima visa bû? Çima hakka bû? Çima nika? Çima vê çaxê? Nika ku ez dixwazim herim … .
Di riya nexweşxanê da du sê caran kontrola erebê ji destê wî derket û nemabû ku tûşî tesadufê were. Gihîşte nexweşxanê. Zûka kalikê nîvcan bire beşa orjansê. Peristar bervê hatin û bilez xwe gihande kêlik û zûka ew birin beşa CCU`yê. Muhsin ku tûşî rewşeke xerab a derûnî hatibû, bi şe kir ku li tevlihevî û qerebalixiya nav nexweşxanê riyeke bibîne û bêyî ku parêzvan û hêzên asayîşê yên nexweşxanê fêm bikin, bireve.
Tevî ku direviya jî, hey ji xwe ra digot: Nemêrê tirsonek, tu ku da direvî? Te pirande kêlik; Lê çima nagirî ustiyê xwe? Ma tu ne mêrî? Tirsonekê bêwijdan! Lê sewa ku ji revîna xwe ra hicetan bîne, got:
–    Baş e, min ku ji qest nepirande wî. EW bi xwe kete ber erebê. Vê çaxê şevê kalikekî şêst heftî salî li nav mezinriyê li çi digere? Baş e ku min qenciyek lê kir û gihande nexweşxanê.

______________________________
Muhsin şerpeze û perîşan gihîşte ber derê malê. Bi destên lerzonek zengilê derê malê lêda. Xwya ser şikilê xwe paqij dikir ku ji teqafil da, diya wî derî lî vekir û got:
–    Silav, te çi bûye?
Muhsin bişirîneke derewîn li ser lêvan xuya bû û got
–    S … Silav dayê, tiştek nebûye, asansor xerab bû; neçar mam ji rêpileyê werim.
–    Meger kilîda te tine Muhsinn can?
–    Çi bêjim dayê, min ji bîr kiriye!
–    Ji destê te çi bikim lawo!
Dê li halê ku ber bi metbexê va diçû, gote Muhsin:
–    Kurê min, zêdetir ji xwe seresa be, li xwe bipirse, tiştek nemaye … heftêk din dema sefera ta Inglîsê ye.
Muhsin dengê bavê xwe bihîst ku digot: Jinik! Qe te jî em kuştinî bi vê inglîsçûyîna lawê xwe.
–    Çî ye? Meger tu hez nakî lawê min dixwaze doxtoriyê bixwîne?
Muhsin ku teze bi hesiyabû ku bavê wî jî li mal e, got:
–    Silav bavo. Tu jî li malî?
–    Elek(eselam). Va ye ez li vir im! Qey nedikir, bila bimaya te sibê silav dida!
–    Muhsin te bavê xwe nedît?
–    Çima, çima min dît. Na, na min nedît. Yani min dît , lê …
Dê cama avê dirêjî Muhsin kir û got:
–    Min got ku çiqas perîşan û şerpeze yî.
Û ji merê xwe ra got:
–    Veqes lawê min aciz neke, ma tu nabînî ku rewşa wî xerab e?
______________________________
Qey ku çavê xwe vekirin, çav li saetê hemberî wî li ser dîwêr ket. Nîv saetekê zûtir ji xewê hulistiyabû. Loma lihêfê xwe kişande ser xwe û dirêj ket. Ji nîşkê va kaosa ku şeva çûyî dîtibû kete bîrê, kalik û tesaduf û …
–    Way Xwedê! Çiqes ez tirsiyam. Wax wax. çi dibe? weqes jî rewşa kêlil xerab nebû. Na, na. Kalik namire. Namire . bi hetim ji ber gotinên diya min bû ku eniya min û …
Heftêk derbas bû, lê çi hefteyek! Gişt bi tirs û kaosê.
Roja çûyîna muhsin jî hat. Îro dê ew bifirre. Muhsin ji giştan xatir xwest û isparte hemiyan ku wî oxir nekin.
Firoke ji erdê rabû. Dema ku hêdî hêdî ji Îranê bi dûr diket, tenê li qezaya êvara sêşemiya hefta pêş difikirî.______________________________
Sê sal debas bûn. Niha Muhsin doxtoriya xwe wergirtiye û vegeriyaye Îranê. Êdî niha kêmtir li bûyera tesadufê difikire. Piştî du hefteyan ji vegeriyana xwe karek baş û bi mewqî û derhateke minasib peyda kir û mijûl bû. Ji ber jîrî û şayîstetiya ku pê ra bû, zûka li karê xwe bi pêşda ket û çend caran hikma terfiyê wergirt û dereca wî li nav hevkaran bilindtir bû. Muhsin ji ber rastbêjî û reftar û xwînşirîniya xwe pêbaweriyeke taybet li nav hevkar û kedkaran bi dest xistibû û hemiyan rêz lî digirin. Sibê li ser wextê diçû ser kêr û bi giştî zêdetir ji saetên idarî û kivşkirî dixebitî.
Sibehekê dengê serokê şirketê dengê qerebalixa ku serokê şirketê çêkiribû bihîst ku dibêje çima xanima Nadirî (wergêra şirketê ku xanimeke serwext û birêkûpêk bû) wê rojê dereng hatiye. Roj pişîn bûbû ku xanima Nadirî hat nav odeya Muhsin.
–    silav birêz Mêhrzad.
–    Silav xanim Nadirî. Mandî nebî.
–    Sipas birêz Mêhrzad. Tu jî mandî nebî.
–    Çi bûye xanim Nadirî? Tiştek qewimiye? (Ew tiştek neasayî bû ku vê çaxa rojê, xanima Nadirî were odeya birêz Mêhrzad)
Muhsin pêhesiya ku çavên xanima Nadirî perçiftî û sor bûne.
–    Birêz Mêhrzad, ji kerema xwe alîkariya min bike … (Bi kelagîrî).
–    Ser çavan, lê ez dikarim çi bikim?
–    Birêz Mêhrzad ez nizanim çi bikim. Kesek ji te pêbawerkirîtir nabînim. Birayên min jiyan li min reş kirine. Ez bêyî destûra wan bi şe nakim heta avê vexwum. Têlêfonên min kontrol dikin …
Muhin piştî ku li bara reftarên birayên xanima Nadirî û bîr û nêrînên wan hinek tişt bi dest xistin, got: Xanim Nadirî ev karên ku ez ji te ra dibêjim heta heftêkê cih bîne, ta em bibînin çi dibe. ciyê xebatê yan hejmara birayên xwe jî bide min ta ez bi wan ra biaxivim.
Piştî heftêkê xanima Nadirî dîsan hat ba birêz Mêhrzad (Muhsin), lê vê carê devliken û bi rûyekî şa.
–    Birêz Mêhrzad, ez sipasiya te dikim, te qinciyek mezin li min kir. Reftara birayên min gelekî baştir bûye û ez vê yekê ji qenciya te dibînim.
–    Ez rica dikim xanima Nadirî. Min karek zêde nekiriye. Erka min bû. Ez hez dikim pirsgirêka hevkarên xwe çareser bikim.
Xanima Nadirî bi zîrekiyeke temam got: Birêz Mêhrzad, eger ji niha û pê va muşkileke min hebe, ez dikarim hêviya xwe li te girêdim?!
Helbet. Ez gelekî kêfxweş dibim ku bikarim alîkariyekê bikim.
***
Êdî xanima Nadirî zêdetir dihat ba Muhsin. Êdî hevdîtinan zûtir û dema wan zêdetir dibû. Gav û bêgav xanima Nadirî û Muhsin bi behaneyên cûrbicûr ên têkildarî karê şirketê û ne têkildar diçûn odeya hev û bi hev ra dipeyivîn.
Sê meh bi vî awayî derbas bûn. Heta ku van duyan his kirin ku hiseke taybet nav wan da şîn bûye. Êdî nika hevdu ne bi nasnavê ku bi navê bang dikirin. Helbet ku hevdîtinên nav şirketê fermîtir bûn.
Werhasil Muhsin çû xwazgîniya Sipêdê û piştî çend mehan destgirantiyê, hevdu xwestin.
______________________________
Çend meh ji jiyana wan bi şirînî û evîndarî û qenciyê derbas bûbûn. Êdî zarokek ji wan ra çê bûbû û gişt li bendê bûn ku biçûkek were dine, heta wê demê ku …
***
–    Muhsin dîsan sergiranî. Ka bêje li çi difikirî? Bi min ra bêje.
–    Tiştek nine Sipêde. Ma divê fikra çi bikim? Eger difikirî ku hewiyek heye! Tu şaşî, ne visa ye.
–    Muhsin ez ciddî bi te ra dipeyivim.
–    Mebesta te çî ye?
–    Guh bide Muhsin. Ev demek e ku gava qala tesaduf û van cûre tiştan tê kirin, tu dikevî nav bêdengiyeke kûr û fikir û xemgîniyeke giran. Heta ez pêhesiyame ku wan şevan heta şevînê pa dimînî. Rastiyê bi min ra bêje Muhsin. Bêje ka çi bûye. Ez û te ku evqas ji hev hez dikin û navbera me jî pirr xweş e …
Muhsin ji nîşkê va gotina Spêdê birrî û gotê:
–    Spêde! Te got kînga bavê te mir?
–    Ez bi te ra diaxivîm ha! Min çend caran ji te ra got, sêşemiyê, ۱۷`ê …
Muhsin êdî tiştek nedibihîst. Ziq li çavên Sipêdê mêze dikir. Devê wî nediherikî. Laşê wî cemidîbû …
Muhsin bi xwe ra digot:
–    Xwedêyo! Ma dibe? Meger mimkin e? kalikê ku min bi erebê lêda û gihande nexweşxanê, bemire û ez keça wî bixwazim? Xwedê ev çi qismt e ku te li eniya min nivîsiye?! Ev çi nesîb e! Xwedêêêêê!
–    Çi bû Muhsin? Te çi  bûye?
–    S … S … Sipêde .. E … Ez … Ez … Ez dixwzim …
–    Tu çi dixwazî? Bêje Muhsin, bêje. Te ez dîn kirin, te çi bûye?
Muhsin kelagîrî bûbû û bi gîrî û kela dil domand:
–    Sipêde, eger ez …
Sipêde got:
–    Negîre Muhsin, eger bigîrî ezê bigîrim …
–    Sipêde eger min gunehek kiribe û nika ji te ra bêjim, tu yê min bibaxşînî?
–    Tu? Ma çi guneh e? ev çi cûre guneh e ku gerê ez te bibaxşînim?
–    Têkildarî te ye.
–    Ka zelaltir bêje, ez tênagihêjim.
–    Li bara te, li bara bavê te, li bara mirina wî, tesaduf … .
–    Muhsin tu çi li bara mirina bavê min dizanî? Ji ku dizanî? Kê bi te ra gotiye? Muhsin ….
Muhsin dît ku Sipêdê mirûzê xwe tirş kir. Teesiba zêde û bêsînor a Sipêdê li ser bara bavê wê, visan ew hêrs û  esebî kiribû.
–    Sipêde; Wê şevê, êvara sêşemiyê, ۱۷`ê tebaxa 2000`î, ew kesê ku li bavê te xist, ez bûm … Sipêde! Bi canê te ku kesa herî azîz û nêzikî a minî, ji qest nebû. Min herî bilez ew gihande nexweşxanê … .
Sipêde bi dilgiranî li Muhsin nihêrî û kete nav bêdengiyeke kûr. Bêdengiya wê heta gavekê domiya. Yêkecarî kire çirrî û bi hers û xezeb hulistiya ser piyan. Mantûya xwe li xwe kir û bilez ji mal verket.
–    Sipêde … Sipêde … bi te ra me, Sipêde … ku da? Bisekin … .
Sipêde kelagîrî rê girtibû ber xwe û diçû …Muhsin bi xwe ra got:
–    Xwezayî ye. Ev tiştek ne hêsan e ku tamil bike. Nika tere mala diya xwe û baş ku aram bû, ez bi xwe terim redê û vedigerînim.______________________________

Sibetira din ku ji xewê hulistiya, hinekî dereng bûbû. Êdî Sipêde tinebû ku wî ji xewê hişiyar bike û bi hev ra taştê bixwun. Bilez kincên xwe li xwe kirin û bêyî ku tiştekê bixwe bi rê ket. Heta ku derî vekir û here der, pêrgî birayê Sipêdê hat.
–    Silav birêz Sohrab, rewşa te çawa ye? Xêr e! Vê serê sibê û vê derê …
Muhsin mijûlî gotina xêrhatinê li Sohrêb bû ku Sohrêb sîliyek pirandî.
–    Çi bûye Sohrab … .
Sohrêb bilez gotina wî birrî û gotê:
–    Tişt nebêje, kujer!
–    Kujer? Kujer kî ye? Kujer çî ye?
–    Kujer çî ye? Ezê nîşanî te bidim ku kujer kî ye? … ez bi xwe te dikujim. Bavê min dikujî û direvî?! Tirsonek! Bêwijdan! Bêşeref!
Sohrêb Muhsin avêt nav erebeya xwe û bire cem polîs.______________________________
Du hefteyan li nav zindanê bû. Çend caran têlêfonî mala diya Sipêdê kiribû, lê ji bilî dijûn û bêhurmetiyan tiştek ji dê û birayên wê nebihîstibû. Sipêdê jî bersiva wî nedida.
Pirr bîra Sipêdê dikir û jêra dilteng bûbû, lê gelek jî jê nerehet bûbû. Di dilê xwe da digot:?
–    Sipêde! Ez li benda vê reftara te nebûm. Tu bi xwe ku dizanî ez heta miriyan jî aciz nakim, çi ku ew kalikek bû. Çima te ez avêtim zindanê. Tu bi xwe ku zanî ez mirovek birûmet im … .
Lê dû ra dîsan bi xwe ra got:
–    Mafê wê heye, bavê wê ye, ez ku dizanim Sipêde weqes min dixwaze û weqes mentiqî ye ku fêm bike çi bûye.
Heftêk derbas bû, lê Sipêdê serî lî neda.
–    Xwedêyo, neke bira bela melakê bînin serê wê … .
Êdî hedûr lî nemabû. Ji hevalekî xwe ra got ku bila here tev Sipêdê biaxive.

Roj lî bûbûn şev û şevên wî jî bûbûn roj. Sebir û hedûr lî nemabû û timêşe li dêrî û dîwaran dinêrî û li benda dengekî ji aliyê ragihandina zinadê bû.
–    Muhsin Mêhrzad; hatine dîtina te.
Tu dibêjî qey li çoleke tarî çirûskek ronahiyê xuya bû. Ji şûna xwe veceniqî û di dilê xwe da got: Bi hetim Sipêde ye.
Lê dewsa Sipêdê Seîd bi rûyekî xemgîn û mirûztirş kete ber çavan.
–    Silav Seîd. Pes ka Sipêde? Nehat? Çi bû? Çi got? … .
–    Silav Muhsin. Muhsin ez tiştekî bêjim, ji kerema xwe li ser hemda xwe be. Sipêdê cot piyên xwe kirine nav solekê û tenê tiştekî dibêje û bes: Cudatî! Dibêje ez bi şe nakim tev kujerê bavê xwe bijîm… .
–    Na Seîd, tiştek visa nabe. Qet nabe. Ma dibe? Ew evîndara min e, ez evîndarê wê me. Ez wê hez dikim, ew min hez dike. Wê çaxê … .
–    Na Muhsin. Rast e. Heta çend rojên din karên pêwsît dikim ta ku ji zindanê werî der. Tenê gerê xwînbihayeke giran bidî… .
Ne xwînbiha, ne qelen û ne tiştekî din, sewa Muhsin êdî tu tişt girîng nebû, tişt … .
Ya herî girîng Sipêde bû, lê Sipêdê … .

Têbînî: Ev çîrok bi eslê xwe bi zimanê farsî û ji aliyê kesekî îranî va hatiye nivîsî. Mixabin ku ez her çiqes geriyam min nivîskarê vê çîrokê peyda nekir.