خانه > داستان - چۆرک - Çorik > Çîrok: Hirç û rûvî

Çîrok: Hirç û rûvî

Çîrok: Hirç û rûvîHebû nebû, çêtir ji Xwedê nebû. Dibêjin Hirç û Rûvî destûbirayê hev in û Rûvî bi ser de jî şivanê sed pezê Hirçê ye. Mala hirçê şikefteke mezin e.

Bi hev re li mala hirçê dimînin tevî keçeke pirr bedew. Xwarina wan pirranî goştê beran e ku hirç bi rûn qenc diqelîne.

Rûvî sibehan diçe ber pezê Hirçê. Rojekê, Rûvî hişyar dibe, diçe ber pez. Hê roj lê nebûye nîvroj, du suwar di wir re bihurin. Çawa çav bi rûvî û pez dikevin, dibe tiqtiqa kenê wan. Rûvî dibêje:

-Hûn çima dikenin, sedem çi ye?

Suwar dibêjin:

-Erê welleh em dikenin, ma em ji bo çi nekenin! Kesî dîtiye li dinya û zemanan rûviyan şivantî kiribe. De îca nekene lo, rûvî û şivanî?

Rûvî qet madê xwe xera nake û bi xwînsarî li wan vedigerîne:

-Yê min, mezinê min heye, ew xwedî ye, ez şivan im.

Suwarên ku bi carekê meraqa wan zêde bûyî dipirsin:

-Mezinê te kî ye, çi kes e?

Rûvî dibêje:

-Mezinê min Hirç e.

Suwarên ku bi xwe li hirçekê digeriyan, pirsên xwe zêde dikin:

-Ê baş e, ew hirç niha li ku ye?

Rûvî dibêje:

-Hirç çûye nêçîrê.

Herdu bi hev re dipirsin:

-Gelo keçek jî li cem heye?

Rûvî dibêje:

-Erê welleh keçek li cem wan heye û hêja ye malê dinyayê hemûyî.

Yek ji siwaran dibêje:

-Ew keça min e.

Yê din jî dibêje:

-Ew jina min e. Em li dûv wê hirçê hatine da em keçê xilas bikin. Lê ka em çawa bikin Rûvî?

Rûvî xwe li wan giran dike, lê dibêje:

-Heke ez keçê bînim teslîmî we bikim, hûn ê çi bidin min.

Herdu dibêjin:

-Tu çi dixwazî em ê bidin te.

Rûvî hingê di serê xwe de dek û dolaba xwe digerîne û ji wan re dibêje:

-De bi min re werin, îşev di şikeftê de rakevin, li nav pêz. Hirç wê vegere mala xwe û li ser cihê xwe rakeve. Çawa bi xew ve çû em ê Hirçê bikujin.

***

Bi hev re tên şikeftê. Bavê keçê û mêrê wê li nav pêz radizin. Hirç ji nêçîrê vedigere, dîsa beranekî dixe sîtilê datîne ser êgir, têr rûn lê dike û diqelîne. Paşê dixe legenê û hersê bi hev re dixwin. Piştî xwarinê dîsa herkes diçe ser cihê xwe da ku binive. Hirç û keç li cem hev in. Rûvî bi xwe xewa wî nayê. Piştî qederekê radibe ser xwe, çirayê pêdixe û diçe li ser cihê Hirçê radiweste, Dihisîne da ku zanibe ka Hirç raketiye yan şiyar e. Çawa Hirç bi xew ve diçe, Rûvî diçe cem herdu zilamên di nav pêz de û bang li wan dike:

-Rabin, werin, hirç bi xew ve çûye, wê girêdin!

Herdu tên, lê belê herdu jî newerin gavê ber bi hirçê ve biavêjin. Herdu zilam jî li hêviya hev dimînin. Rûvî hema dilezîne, diçe werîsên Hirçê tîne û dike destê mêrê keçê. Zilam nemerdiyê nake, bi werîs ling û destên Hirçê girêdide. Herdu zilaman, keçik suwar kir û birin û pezê Hirçê jî bi Rûvî dimîne. Rûvî zêde li ber naxe, her sibe û her êvar bizinekê ser jê dike û dixwe. Heta ku bizinan xelas dike û pez bi xwe ve nahêle. Çawa pezê wî namîne, ew malê dinyayê di şikeftê de dihêrike, û berê xwe dide çiyê.

***

Diçe ji xwe re li dinyayê digere. Qederekê dimeşe, pêrgî du nêçîrvanan tê. Du tajî bi nêçîrvanan re hene, kîvroşkek girtine. Li ser wê kîvroşkê li hev nakin û pev diçin. Ew dibêje ya min e, û yê din dibêje, na ya min e. Rûvî ber bi wan ve diçe û dipirse:

-We xêr e, hûn şerê çi dikin, li ser çi li hev nakin?

Yek ji wan dibêje:

-Em hatin nêçîrê, tajiyê min ev kîvroşk girtiye, ew dibêje na yê min girtiye. Ji ber vê jî em li hev nakin ka kîvroşk a kê ye.

Rûvî got:

-Hey malnexirabno, ma ev sedema şer e. Hûn bibêjin erê, ez ê dadê di navbera we de bibirrim.

Nêçîrvanên metelmayî dipirsin:

-Qey tu dadger î?

Rûvî ji xwe razî bersiva wan dide:

-Bavê min qazî bû. Ez jî bi karê birrîna dadê, bi dadgeriyê dizanim.

Nêçîrvan dibêjin:

-Baş e, me qebûl e, de ka bibêje tu wê çawa hiqûqê pêk bînî!

Rûvî dibêje:

-Karekî zehmet nîne, hûn bi hev re hatine nêçîrê, we tajiyên xwe bi hev re berdane. Hingê kîvroşkê ser jêkin û goştê wê nîvî bi nîvî parve bikin.

Yek ji nêçîrvanan dibêje:

-Erê welleh xebera Rûvî ye, ji vê çêtir nîne!

Nêçîrvan goşt li hev parve dikin. Paşê berê xwe didin Rûvî û niyeta xwe lê xira dikin. Rûvî ji awirên wan têderxist ku niyeta xwe li wî xira kirine. Tirsiya û ji ber wan reviya. Reviya, lê nêçîrvanan jî tajiyên xwe li dûv wî berdan. Hê jî ew Rûviyê min û te ji ber tajiyan direve. Ez ji wê ve hatim, çîroka min li we xweş, bînin qetîtkek zebeş.

Çavkanî: http://www.yeniozgurpolitika.org/index.php?rupel=nuce&id=47915

  1. Elî Receb Zade
    ۱۷ آبان ۱۳۹۴ در ۱۶:۴۷ | #1

    Rêz û silav
    Çîrokek zef xweş bû lê dibe ku kurdên me
    yê xorasanê jî çîrokên wisan ku kal û pîrên
    me digotn kom bikin û bên nasandin
    Sipas ji berpirsê malpera
    ELLAH MEZAR Ê
    Malava