خانه > ضرب المثل کرمانجی Gotinên Pêşiyan > یک ضرب المثل کُرمانجی و شرح مختصر آن Xwîn berdane dora guçikan

یک ضرب المثل کُرمانجی و شرح مختصر آن Xwîn berdane dora guçikan

Xwîn berdane dora guçikan در کرُمانجی خراسان ضرب المثل کنایه آمیزی وجود دارد که برای بیان حالت سستی و بی حالی در کسی جهت انجام کار و تلاش به کار می رود. وقتی کسی قدرت و اراده ی انجام هیچ کاری را ندارد غیر مستقیم به وی می گویند:

(Tu dekî ku) xwîn berdane dora guçikan خوین به‌ردانه‌ دۆرا گوچکان

Yan: Xwîn ji bin guçikan herikiye خوین ژ بن گوچکان هه‌رکیه‌

با این معنی که: انگار خون زیر گوشش جاری کرده اند، یا: انگار که خون زیر گوشش راه افتاده!

این ضرب المثل به صورت زیر نیز به کار می رود:

(Tu dekî ku) xwîn berdane binî qilêx  خوین به‌ردانه‌ بنی قلێغ

به نظر می رسد دلیل و فلسفه ی به کار بردن این مثل برای این حالت آن است که بر اثر حرکت خون زیر گوش (بر اثر زخم یا غیره) یک حالت کرختی و بی ارادگی به فرد دست می دهد و قدرت انجام هر گونه کاری از وی سلب می شود. (این یک حدس است)

گرچه این مثل بیشتر در زمان قدیم و بیشتر در رابطه با کار بدنی – به ویژه در زمان گرمای زیاد – به کار می رفته، لیکن می توان آن را در مورد زندگی امروزه و نقش و جایگاه افراد در زندگی فردی و اجتماعی نیز به کار برد.

Gotineke kurmancî li Xorasanê:

(Tu dekî ku) Xwîn berdane dora guçikan

Li kurmanciyua Xorasanê gotineke kinayedar û henekbar heye ku ji bo ravekirina rewşa sistî û bêmeraqiya li kesekî li bara cihanîna kar û xebatê tê bikaranîn. Dema ku vîn û iradeya pêkanîna kêr li kesekî tine, nerasterast pê ra dibêjin:

(Tu dekî yan tu dibêjî) xwîn berdane dora guçikan

Yan: (Tu dekî) Xwîn ji bin guh ketiye bin guh

Her wiha bi vî awayî jî bi kar tê:

(Tu dekî ku) Xwîn berdane binî qilêx 

Wer xuya dike ku egera bikaranîna vê gotinê ji bo vê rewşa meriv ev e ku ji ber herikîna xwîn li bin guh, bê iradetî û bêşiyaniyeke zêde li meriv çê dibe bi vî rengî ku nikare karekî bike.

Eger çi ku ev gotina piranî berê û zêdetir têkildarî kar û xebata bedenî – bi taybet ji ber germiya zêde – dihatiye bikaranîn, lê em dikarin wê yekê li bara jiyana îroyîn û li bara rol û cîgeha merivan li jiyana xwe ya takekesî û civakî jî bi kar bînin.

Berat Qewîendam

  1. صمد
    ۲۱ شهریور ۱۳۹۴ در ۰۶:۱۳ | #1

    سلام .
    این ضرب المثل به صورت ذیل نیز به کار می رود:”خین زبن گوچگکان گرتن”= یعنی از زیر گوشش خون گرفته اند. این ضرب المثل ،در خصوص قوچ هائی به کار می رودکه به دلیل تک بودن در گله در هنگام فحل میش ها در تابستان وتماس های بسیار با میش ها در گله ازتاب وتوان افتاده و نای حرکت ندارند. وهمین ضرب المثل به صورت طنز در خصوص جوانانی نیز به کار می رود که به دلیل افراط در تماس های جنسی در انجام هر کاری از خود ضعف وسستی نشان می دهند.

  2. سام خان
    ۱۷ شهریور ۱۳۹۴ در ۰۱:۵۷ | #2

    اسامی دانشگاه های ترکیه که دارای رشته زبان و ادبیات کوردی کورمانجی در سطح لیسانس، فوق لیسانس و دکتری را در لینک زیر مشاهده کنید:

    http://www.kurdpress.com/NSite/FullStory/News/?Id=46366#Title=%09%09%09%09%09%09%09%09Hevpeyvînek li gel Mustafa Aslan, Serokê nû yê beşa kurdî di Enistîtuya Zanîngeha Artûkluyê ya Mêrdînê de%0A%09%09%09%09%09%09%09

    Hevpeyvînek li gel Mustafa Aslan, Serokê nû yê beşa kurdî di Enistîtuya Zanîngeha Artûkluyê ya Mêrdînê de
    ۱-Dembaş mamoste, beriya her tiştî, ji kerema xwe ra, dikarî xwe ji xwendevanên me ra bidî nasandin?

    Ez Mustafa Aslan, ji Mêrdînê me. Min di sala 1986an de Lîsans û di 1989an de Lîsansa bilind li beşa Antropoloji (an go mirovnasî) ya Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnigarî ya Zanîngeha Ankara qedand. Di sala 1998an de jî min doktora xwe li Zanîngeha Aix-Marseille-III, li bajarê Marseille – Fransa qedand. Mijara teza min rola bijîşkî (ango dokorî/hekîmtî) ya gelêrî ya şêxên neqşebendî yên kurd e.

    Meha Sibatê ۲۰۰۹an min li beşa Sosyolojî (ango civaknasî) ya Zanîngeha Sêrtê (li bajarê Sêrtê) dest bi karê mamosteyîyê kir. Piştî çar sal xebat li vê beşê, sala 2013an ez derbasî beşa Ziman û Çanda Kurdî ya Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Mardin Artukluyê bûm.

    Ez bi giştî li ser têklîyên civakî û xwedîtî yên Kurdan û bi taybetî li ser çanda kurd ya gelêrî lêkolînan dikim. Ji xeynî vana, çend lêkolînên min li ser rewşa xebatkarên demsalî yên kurd, ku di baxçeyên fêkî û sebzeyan de kar dikin, hene. Her weha ez dersa wêjeya kurd ya gelêrî û û dersa Mirovnasîya Bijîşkî (ango medical anthropology) li Zanîngeha Artuklu didim.

    Ji serê meha Edarê ۲۰۱۵an û vir ve, ez li Enstitu ya Zimanên Zindî ya li Tirkîye serokê beşa Ziman û Çanda Kurdî me.

    ۲-Piştî damezirîna Komara Tirkiyê, zimanê kurdî, kurmancî û zazakî, rastî gellek astengiyan hat, hetanî axaftina wê jî hat qedexekirin, lê niha em dibînin ku li çend zanîngehên Kurdistana Tirkiyê, beşa ziman û wêjeya kurdî di astên lîsans, master û doktorayê heye, gelo çawan bû ku ev nêrîn hat guhertin?

    Bi nerîna min sedema bingehîn ev e ku desthelatdarî (ango hikûmet) û rêvbirên dewletê gihiştin wê hişmendîyê ku dijberî ya li hemberî gelê kurd an înkarkirina ziman û çanda wî feydeyê nade kesî. Watedar e ku bê bibîr xistin ku di vê naberê de rayedarên hikûmetê û hin sîyasetmedarên kurd jî dest bi hevdîtin û giftûgoyan kiribûn. Hem ev hevdîtin hem jî hişmendî ya navborî encam dan ji bo avêtina hin gavên fermî, yên weke vekirina kanala TV a TRT6 (navê êdî TRT KURDÎ ye..), destûra perwerde ya zimanê kurdî li dibistana navendî (ango kolej) û damezirandina enstîtuyên akademîk ji bo perwerde û lêkolînan derbareyê ziman û çanda kurdî de. Di sala 2009an pêşî Zanîngeha Mardin Artukluyê paşê jî zanîngehên din yên weke Zanîngeha Bîngolê, ya Mûşê, ya Wanê û yên din enstîtu damezirandin

    ۳-Niha di kîjan zanîngehan da, beşa ziman û wêjeya kurdî heye û gelo kurdî yê tenê di qada ziman û wêje da bê sînordarkirin an beşên din jî yê bi zimanê kurdî vebibin?

    Niha li Zanînangeha Mardîn Artuklu, li ya Wanê, ya Bîngolê, Muşê, Amedê (Zanîngeha Dîcleyê) enstîtuyên zîmanên zindî ku têde perwerde û lêkolînên asta lîsansa bîlînd dibin hene. Zanîngeha Sêrtê jî heman enstîtu vekirîye lê hîna dest bi perwerdeyîyê nekirîye. Ji xeynî bernameya lîsansa bilind tenê lî Zanîngeha Mardîn Artuklu beşa zîman û wêjeya Kurdî ku perwerdeya asta lîsansê dide heye. Vê beşê cara yekem îsal (2015) mezûn dan. Weke prensîp gerek e wezareta perwerdeyê ya Tirkîye mezûnê vê beşê û her weha mezûnên lîsansa bilind bêtez yên enstîtuyan weke mamosteyên perwerdeya zimanê kurdî (Zazakî û Kurmancî) li dibistana navendî wezîfedar bikira. Lê mixabin heta niha di vê xalê de ti gavên bingehîn nehatine avêtin. Mînak her çiqas dersa zimanê kurdî di bernameya dibastana navendî de weke dersa bijarte hatibe dayîn jî, ji bo hînkirina vê dersê heta nîha tenê ۲۵ mamoste (sala 2014an 18 û ya 2015an 7 mamoste) hatine wezîfedar kirin. Weke ku ev mînak jî destnîşan dike, bi kêmasî demeke din jî dê perwerdeya kurdî û lêkolînên derbareyê zimanê kurdî de li Tirkîye dê vê astê de dewam bikin.

    ۳-Em vegerin ser zanîngeha we, yanê Artûklûyê, ku ji giştan pirtir hatiye naskirin. Hûn çi dersan dibêjin?

    Weke ku min berî niha got, li zanîngeha me hem perwerdeya asta lisansê di bin banê beşa Ziman û Wêjeya Kurdî de û hem perwerdeya lîsansa bilind di bin banê beşa Ziman û Çanda Kurdî ya Enstîtuya Zimanên Zindî de heye. Weke beşa lîsansa bîlînd me du bername hene:

    ۱-Bernameya lîsansa bilind a bêtez; ev bername di sal û nîvekê (ango sê serdem) de xelas dibe. Sala pêşî ango du serdemên pêşî xwendekar dersên derbareyê ziman, wêje û çanda kurdî de dibinin. Mijar bi giştî gramera kurdî (zazakî û kurmancî) wêjeya klasîk, wêjeya nûjen û wêjeya kurdî ya gelêrî ne. Serdema sisiyan xwendekar di bin serperiştiya mamosteyekî de teza mezunêyetê di formata sipartekê de amade dikin. Heta îsal zêdeyî ۱۰۰۰ xwendekarî ji vê beşê mezun bûne.

    ۲- Bernameya lîsansa bilind a bitez; xwendekarên vê bernamê piştî ku du serdeman ders dîtin teza xwe di bin serperşitîya mamosteyekî de amade dikin û vê tezê li pêşberî lijneyeke akademîk, ku ji sê mamosteyan pêk tê, diparêzin. Piştî erêkirina lijneyê xwendekar mezûn dibin. Xwendekar li ser mijarên curbecur têkildarî ziman, wêje û çanda kurdî ya gelêrî lêkolînan dişopînin û tezên xwe amade dikin. Heta îsal nezîkî ۲۰۰ xwendekaran ev beş bi awayekî serfketî xelas kirine û zêdeyî ۱۰۰ xwendekarî jî xebat û lêkolînên xwe berdewam dikin.

    ۴-Hûn xwendekaran çawan werdigirin û di çi astê da kesên ne hemwelatiyên Tirkiyê jî dikarin bên û bixwînin û ji hêla mayînê û xercê xwendinê va eger agahiyên pêwîst hebin ji kerema xwe ra bibêjin.

    Belê, em xwendekarên ne welatiyên Tirkîye jî qebûl dikin. Ew jî weke yên ji Tirkîye karin li cem me bixwînin. Her sal em parek (ji % 20-25) ji kontenjana bernameya lîsansa bilind a bitez ji bo xwendekarên biyanî vediqetênin. Her sal di meha Tebaxê de (meha 8an) em di malpera enstîtuyê de şertên girtina xwendekaran îlan dikin. Xwendekarên endam serî lê didin. Piştî azmûna nivîskî, ku ji alî li lijneya akademîk ya beşê ve tê çêkirin, em ji xwendekarên serkeftên azmûnê li gorî kontenjanê digrin.

    Xercê xwendinê ne zêde ye (ji bo her serdemê ۲۵۴ lîreyên Tirkî). Piştî ku weke xwendekar li cem hatin qebûl kirin, xwendekar belgeya xwendekariyê dibine bûroya biyaniyan ya welayetê û destûra mayînê digrin. Ev prosesek hesan e.

    ۵-Kurdî di malbata zimanên îranî da ye û îsal li Zanîngeha Kurdistanê li bajarê Sineyê bo cara duyem beşa ziman û wêjeya kurdî vedibe û bi qasî ۴۰ xwendekarî jî werdigirin û her wiha parêzgarê parêzgeha Kurdistanê ragihandiye ku pirtûka zimanê kurdî bo dibistanan jî amade dibe. Tu vê yekê çawan dibînî?

    Bê guman ev yek pêngaveke gelek girîng e. Sedem çi dibe bera bibe, ji ber kîjan berjewendiya be, avêtina gavek weha ji bo pêşketina ziman û wêjeya kurdî pir girîng e. Ji ber ku di hemî deman de û bi taybetî di vê serdemê de bi hêz bûn, belavbûn û nasandina zimanek bi riya perwerdeya wî ye. Edî ji bo dewlemendbûn û li ser lingmayîna zimanekî tenê zargotin ango bi karanîna devkî ya rojane têrî nake. Teqez pêwist e ew bibe zimanê nivîs û perwerdeyiyê. Ji ber van sedeman eger ev biryarên ku hatine dayîn bêne cih dê pêşerojek rohnî li ber perwerdeya zimanê kurdî vekin.

    ۶-Cara yekem ku sermijarên dersê bo beşa kurdî li Îranê amade bûn 12 salan beriya niha bû lê tê da kurmancî kêm tê dîtin. Kurmancî jî li gorî gotina gellek karnasan zimanê ۸۰% kurdan e. Îsal jî, anegorî gotinên nefermî, beşa ziman û wêjeya kurdî zêdetir soranî ye, tu vê yekê çawan dinirxînî û zanîngeha we dikare çi arîkariyê bide Zanêngeha Kurdistanê?

    Bi rastî di vî warî de ez ne xwedî agahiyên ber firehim. Lê eger weha be, bi nerîna min ev yek ji ber dan û standinên herêma eyaleta Kurdistanê ya Îranê bi herêma Soran a Kurdistana Iraqê re tê. Ev jî bê gûman dibe sedema ku di hişmendî ya gelê Kurd li Îranê de û di ya raya giştî de zaravayê Soranî weke zimanê hemû Kurdan bê naskirin.

    Eger weke ku hatiye plansazîkirin, li Zanîngeha Kurdistanê perwerdeya ziman û wêjeya kurdî despê bike, zanîngeha me, ku di vî warî de êdî xwedî tecrûbe û kadroyên akademîk pispor e, kare gelek yarmetî bide Zanîngeha Kurdistanê. Weke mînak em karin xwendekarên we ji bo serdemek an du serdeman qebûl bikin û wana hînî alfabe ya latînî bikin. Her weha wê xwendekarên we karibin têkevin dersên bi zaravê kurmancî ku li beşa me têne dayîn. Ji vana girîngtir ew e ku dê têkilîyên wêjeyî û zimanî di navbera xwendekarên we û yên zanîngeha me de bêne dayîn. Ev jî hişmendiya heyî ya derbareyê serdestî ya zaravayê Soranî dê biguhere.

    Di vê navberê de pêwist e bê bi bîr xistin ku dema ku ez vê nirxandinê dikim ne ku ez dijberî ya zaravayê Soranî dikim. Bê gûman ev zarava di warê nivîs û wêjeyê de îro pir pêşketî ye û berhemên girîng bi vî zaravî hatine nivîsandin. Mala Xwedê ava ku îro bi xêra zaravayê Soranî em xwedî arşîveka dewlemend ya kurdî ne. Lê rastiyek jî heye: Piranîya Kurdan (ji % 80ê ne be jî) bi zaravê Kurmancî diaxivin. Yekem rojnama kurdî ya bi navê Kurdistanê bi zaravayê Kurmancî hatiye nivîsandin. Weke ku tê zanîn, mayîn an ne mayîn a zimanekî bi hejmara kesên wî xeber didin ve girêdayî ye. Mînak ji ber ku hejmara kesên ku pê xeber didin her diçe kêm dibe, îro zaravayê Zazakî ketiye bin zexta windabûnê. Lê Kurmancî ne weha ye; ne şaş e ku mirov bêje di pêşerojê de, ango di demen pêş de, dê Kurdî di çarçova zaravayê Kurmancî de li ser lingan bimîne.

    ۷-Di raya giştî ya li Îranê da, gellek caran kurd jî tê da, guman dikin ku kurmancî lawaz e, wêjeya wê tuneye, kurmancan tu kar nekiriye, gelo ev yek rast e?

    Na, ev yek ne rast e, lê eger ramanek bi vî awayî bi mirovan re çêbûbe, ewqas jî ne neheqin. Ji ber ku heta demeka nêzîk, ne tenê perwerdeya bi zaravê Kurmancî her weha xebardan û stranên bi kurdî jî li Tirkîye, ku piranîya Kurmancan lê dîjîn, qedexe bû… Bê gûman wekî ku min berî niha jî anî ziman rojnameya Kurdistanê bi zaravayê Kurmancî hate çapkirin. Her weha Celadet Elî Bedîrxanê nemir kovara Hawarê bi vî zaravayî weşand. Helbsetvanê navdar Cegexwîn cara yekem di vê kovarê de helbestên xwe yên bi zaravayê kurmancî weşandin. Lê dîse jî, heta nîveka salên 1980yî Kurmancî ne bû zimanê wêjeyê, bi taybetî yê romanûsê. Sedem jî weke ku tê zanîn qedexekirin û zextên li hemberî zimanê kurdî ne. Kengî ku bandora van zext û qedexeyan ji holê rabû an sivik bû, bi dûhevdû de berhemên bi zaravê kurmancî hatin afirandin. Îro li Kurdistana Tirkiyê geşedaneke mezin heye. Hejmara romanên kurmancî ۱۰۰ derbas kiriye. Bi qasî wê kitêbên kurteçîrokan, helbestan hene. Nêzîkî ۲۰-۲۲ şano û her wiha kitêbên rexnê û ceribandinê (essay) jî bi vê zaravayê tên nivîsîn.

    ۸-Gelo zanîngeha we amade ye berpirsên zanîngeha Kurdistanê bi awayekî fermî wek mêvan vexwîne ku ji nêzîk va tecrubeyên we bibînin?

    Belê, em ne tenê amade ne, her weha em ê kêfxweş bibin ku wana pêşwazî bikin. Di warê akademîk an di warê perwerdeyiyê de çi ji destên me bê, em amade ne ku arîkarî ya berpirsên Zanîngeha Kurdistanê, ku karekî pîroz û dîrokî dane ser milên xwe, bikin.

  3. ۱۶ شهریور ۱۳۹۴ در ۱۸:۴۸ | #3

    این ضرب المثل به صورت زیر نیز به کار می رود:

    (Tu dekî ku) xwîn berdane binî qilêx خوین به‌ردانه‌ بنی قلێغ

  4. ۱۶ شهریور ۱۳۹۴ در ۱۳:۱۸ | #4

    bijî mamûsta berat