خانه > ZÛGOTINOK > ZÛGOTINOK çîye? Çend zûgotinokêm kurmancî

ZÛGOTINOK çîye? Çend zûgotinokêm kurmancî

ZÛGOTINOK çîye? Çend zûgotinokêm kurmancîZAROK Û ZÛGOTINOK
Di nav kurdan da edebîyata kurdî ya devkî gelekî pêşda çû ye. Dewlemendiya edebiyata devkî ya kurdan xweşiyeke gelekî balkêş dide zimanê kurdî. Di vê nivîsê da ez dixwezim behsa zûgotinên kurdî bikim. Zûgotin beşeke ji edebîyata kurdî ya devkî ye. Zûgotin bi lihevanîna peyvên biqafîye û biaheng hatine çêkirin. Di bîngeha zûgotinan da carinan meselokên biwate carinan jî ên bêwatê têne vegotin. Jixwe pir caran peyvên di nav zûgotinan da jî bê wate ne. Hinek zûgotin hene bê dawî ne. Lê tu li hinekan jî dinêrî dawiya wan wekî hevdu diqede. Hinek kin hinek dirêjin. Jixwe zûgotin wek helbestên kurdan ên kevintirin tên qebûl kirin. Lê di rastiya xwe da ne helbest in. Dema ko em bi nêrîneke fireh, li zimanê kûrdî binêrin, emê dewlemendiya zûgotinên kurdî fehm bikin. Vegotina min eve ko; bi saya zûgotinên kurdî em dikarin li zimanê xwe xwedî derkevin. Bi rê û rêçika zûgotinan em dikarin fêrî zimanê xwe bibin û hînkirina zimanê kurdî ber bi pêş da bibin.

Bi dubarekirina zûgotinan em dikanin zimanê dayikê bi zarokên xwe hezkirin bidin. Bi rastî jî min ceribandiye; dema ko zarok fêrî zûgotinan dibin, gelekî jê hez dikin, cardin, cardin û cardin dubare dikin. Pir caran jî di lîstikên xwe da bikar tînin. Ji xwe zûgotin ji bo mezinan jî pir caran dibin sedema xweş wext derbaskirinê. Di vê qûncenivîsê da ez dixwezim ji we ra du heb zûgotinên balkêş binivîsim.

Ji kerema xwe van zûgotina bixwînin. Eger ko hû dikanin jiber bikin. Û hîni zarok, xwişk û birayên xwe bikin. Ji we hemûyan ra dem xweş…

QULING

Quling quling rêzo, A paşin tew rêzo, Meta min e zînê, Kêrê hildikşînê, Kêra ser bi zengil e, Kuta serê dil ê, Xwîn firiya Musil e, Musil bavê şêr e, Herb a da bi nêr e, Herb a ser şikestî, Herîr pê da bestî, Herîro xaso, Pê dirû keraso, Kerasê kê ye, Ê Fatma Nebiya ne, Çekire ser ciya ne, Diza dizî, Dizo beri bi ku da, Bi Helebê da, Ji Şamê wê da, Şam ji ber çû, Keko ji ser çû, Keko tu bi xwe kî, Tu bi xwedê kî, Çengek zirav têkî, Ziravo, Geniyo, Çûçik pê keniyo, Çûçik meerê reş bû, Xwişiya qula xwe…

DU NIKIL

Silêmanê du nikil, Çû ser darê tirek kir, Hat bin darê fisek kir, Çû mehkemê deng nekir, Hate malê fedî kir.

FERHENGOK

Zarok: çocuk Zûgotin: tekerleme Devkî: sözlü Dewlemend: zengin Balkêş: enfes-hoş Ziman: dil Nivîs: yazı Beş: bölüm-kısım Peyv: kelime bÎgeh: temel Meselok: olay Wate: anlam Carinan: bazen Vegotin: anlatmak Kin: kısa Dirêj: uzun Helbest: şiir Kevin: eski- tarihi Rastî: gerçeklik Nêrîn: bakış Fireh: geniş Saya: sayesinde Rê û rêçik: yol-yordam Fêrbûn: öğrenmek Hînbûn: öğrenmek Dubare: tekrar Ceribandin: tecrube etmek Cardin: bir daha Listîk: oyun Bikaranîn: kullanmak Mezin: büyükler Sedem: sebep Qûncenivîs: köşe yazısı Jiberkirin: ezberlemek

Çavkanî: http://www.gazeteipekyol.com/Yazar-zarok–zgotinok-1977.html

***

***

Çend Zûgotinûkên din ji malpera tirşikê

۱٫ Çivîkê kir çîwçîw nav lê kirin çûk

Kir çîweçîw çivîk im got çima kirin çûk.

۲٫ şîv kundir, paşîv kundir, ez a rindtir naxwim kundir.

۳٫ rovî li rê livî, rê li rovî livî.

۴٫ şemo şemo, sê sêşeman, sê şo sabûn şabaş daye.

۵٫ O mo mushkula ket bêrîka evdila evdila birê fatê keçik anî civatê keçik bîst û sisê bû ser kanîka bilqê bû hotik motik shivana lotik.

۶٫ Fêsê fêsasê bê dînê bê kirasê heqlîn deqlîn çerik çumul bisk û umil lolê yasîn gurçik

۷٫ li deverinan jê re dibêjin zûbêjok, zorbêjok, zûgotinok, zorgotinok, tiştanok, çîvanok, qinik, bizelêv, nezanok, bize lêvan, mamik, çistan, zanîşk jî.. belê bi tirkî jî dibêjin tekerleme û bi ÎngÎlîzî jî tongue twister.. wek nimûne; Tirr û tirp di kevçî de.. Mi tirp xwar tirr ma di cî de..”

۸٫ Derzîya min qul, derzîya te qul
Derzîya min di qula Derzîya te de.

۹٫ Bûk li ser hespa, kes nizane nasîbe kêya.

۱۰٫ Suwar bû kerê
Çû bêderê
Avê vexwar
Neda kerê
Dar û de,
Mişk û maran
Arvanê karan
Îca dora te.

۱۱٫ “derziya min qul, derziya te qul
derziya te di qula derziya min de”
an jî
“darê min qul, darê te qul
darê te di qula darê min de”

û ev jî heye
“tevr û tirr
min tevrê xwar tirr ma li cî”

û ev jî
“gû germ, hirmê gêr bû, min hirmê xwar
hirme germ, gû gêr bû, min hirmê xwar”

û ev jî
“vîjik û guvîj
min guvîjê xwar vîjik ma li cî”

yê ku ji xwe bawer e bila van zûgotinokan zû bi zû li ser hev heft caran tekrar ke.

۱۲٫ şalê te şalwarê te
zavayê mala xalê te
heke bête mala te
tê (tu dê) çi pê bidî

۱۳٫ ez çûm nav rez
min dît hirçek tê de ye
vêca me xwe avêt hev:
min rît wê xwar
wê rît wê xwar
min rît wê xwar
wê rît wê xwar

..
.

۱۴٫ lekim çê, lekim çê, lekim çê, lekim çê (her ku diçe wê bibe çêlek im çêlek im çêlek im….)

۱۵٫ min zû got,
wê pez dot,
wî nan sot,
wan kir cot.

(çêbû lê pirr hêsan bû yaw!)

۱۶٫ KON MA QÎRÊ VE
QÎR MA KONÊ ME VE

۱۷٫ zimbara zimbara zimbara zimbara….DEMA MIROV SER HEVDÛ BIBÊJÊ MIROV DIBÊ BERAZ..

۱۸٫ Du hevalê bimont
çûne bomontî yê.
ji bomontiyê
yek bimont,
yek bêmont
vegeriya.

têbinî: Dema min ev entrî nivîsî li (şişli-Bomontî) bûm û min ev zûgotin, min lihev(ne)anîye.

۱۹٫ wekê din di kurdiya şîr û şekirîn de jê re; bizelêv, qinik û nezanok jî tê gotin..

ji folklora kurdî nimûneyeke argoyî;

Bi rîtma 3/4 tê gotin

Tasika hawiz
Berberî quz
Quz bi çolê ket
Kîr bi dorê ket
Ket newalê
go Şep û lê ket

۲۰٫ “qîrê me ma li kunê me ve
kunê me ma qîrê me ve”

(li şirnex ji bo kon’ê dibêjin kun)

۲۱٫ ÇAR Û ÇAR HEYŞT
ZAROKÊ DEŞT
QULA Wî KET TEYŞT

۲۲٫ “ez çûm ber çem min du sing anî
min yek kuta kadîna kayê
min yek jî da destê dayê”

۲۳٫ bese bese dil meqese kevirê rakin bang mêra kin mêr hecîne tifekçine xwîn xwarine pê mirine

۲۴٫ – jajiyê şûziyan şor e
– heft teşt mist nîsk
– rûvî li rê zivirî, rê li rûvî zivirî
– kurm qurm qul kir

۲۶٫ ya allah ya xwedê
melê bazda ser medÊ
bi qewl û resûlê xwedÊ

۲۷٫ kurm qurm dixwe

۲۸٫ qÎ ma konê me ve
konê me ma qiyÊ ve

۲۹٫ heft hirç, heşt hirç
her heft hirç, her heşt hirç
her heft hirçé pişt bi pirç
her heşt hirçé pişt bé pirç

۳۰٫ pişk Û mişk di qulê de
min pişk xwar mişk ma qulê de

۳۱٫ şîvên sofî sîso şeş in:/

۳۲٫ çêçik û kûçik di malê de. çêçik firiya, min çêçik xwar. kûçik
firiya, min çêçik xwar.

min tiliya xwe da qijikê, got “qij”. qijikê berê xwe da min, min
got “qij”

۳۳٫ yên ku dikarin bere vê çend cara li ser hevdu bêjin; sêv xindirî min sêv xwar, gû xindirî min sêv xwar.

۳۴٫ Ji botanê:
“Ez çûm mala Mele Remezan,
Min got bûka mala Mele Remezan
Kanî mera mala Mele Remezan”

“Heşt hirç, her heşt hirç, pişta wan pirç.”

۳۷٫ Xalê Bekir çavê xwe vekir
Eynik dani, li xwe mêze kir
Serê xwe şûşt, riyê xwe şe kir
Xuriniya xwe kir bi şîr û şekir
Şal û şapik li bejna xwe kir
Ne guh da min, ne bi peyva te kir
Rabû bi rê ket, çû Diyarbekir
Ax bêaqil Xalê Bekir.

۴۰٫ sê selik bi avê ve tên yek gû yek tû yek mû;
bi linga diçime gû
bi deva diçime tû
bi desta diçime mû. *

۴۱٫ kî dikare hetanî kû şaş dike bêje

givîj û vîjik li rastê bû min givij xwar vijik ma

çume mala xalê mele remezan min go xalê mele remezan ka merra mala xalê mele remezan xalê mele remezan go merra mala xalêteyî mele remezan li mala mele remezane.

darê min qul darê bavê min qul darêmin di qula darê bavê minda

sê selêk bi avida tên
yek mû, yek tû,yek gû
bidesta çûm mû
bi deva çûm tû
bi pîya çûm gû

۴۲٫ qîr dike, qir dike, kur dike..

۴۳٫ Remo remo repisî
Çû ser darê reqisî.

Çavkanî: http://www.tirsik.net

***

***

***

۱٫ Qinik / Zûgotinok
“Ez çûm mala Xalê Mele Remezan
Min go mala Xalê Mele Remezan
Ka mera mala Xalê Mele Remezan?”
-sê caran tê dubarekirinê-
“Guvîj û vîjik di kevçî de
Min guvîj xwar vîjik ma kevçî de”
– sê caran tê dubarekirinê-
Mînakeke din:
Çîrokê vîrvîrokê
Rûnê rokê
Berda cokê
Co miçiqî
Rûn biriqî
Golika salê
Li garanê
Şengo mengo
Mi çiqa xweş go
mînak
“Heft zîp û heft rîp
Heft ser re û heft ber re
Û heft jî ji xwe û me re
Hê nû here milek giya bîne
Ji ker û golikê xwe re”
Ayhan MERETOWAR (Hunera axaftina Xweş)

***

***

Kurm qurm qul kir.
Heft teşt mist nîsk.
Rûvî li rê zivirî, rê li rûvî zivirî.
Pişk û mişkê di kolê de.
Min pişk xwar û mişk ma tê de.
Min tiliya xwe da qijikê, got “qij”. Qijikê berê xwe da min, min
got “qij”.
Beran borî di malê de, min beran xwar, beraz ma di malê de.
Çêçik û kûçik di malê de. Çêçik firiya, min çêçik xwar. Kûçik
firiya, min çêçik xwar.
Kürt dili ve edebiyatı ders kitabı

Çavkanî: http://docslide.us/documents/zugotinok.html