Wêneyên berê naşopînim

Wêneyên berê naşopînimŞilêr Emrahnijad

Wêneyên berê naşopînim
Min kincên xwe bo çi ne ?
Ez wan jiyan nakim
Bîranîn ne min dilşa dikin û ne jiyana min ewleh
Çi bikim bi rojên ku
Xwe kutane nav çavên min ,
Taltir ji reşexala eniya zerkezîkan
Herim ku , nafilitim
Bi min re ku nayên
Ber bi min ve dibezin.
Min dîrok bo çiye?
Ku li kolanên me rojê çend caran xwe dubare dike
Her rojê min avisê xwe dikin
Lezgîntir ji êşa mehane
Ez li ber xwe dibim
Lê!
şilêr 18.9.9

***

***

Ji bo zarokên Şingalê

Ji bo zarokên Şingalê

Kî bi qasî te êşiya ,ku bibe sembol
Dayka te lal.
Ma me sembol kêm hebûne
Kafkayî digot, renge erdê me cehnema seyarokekî din be!
Renge na, bêguman.
Kafirno! de werin cehnem li vir e.

Hat û sibê peykera te jî nitilandin
Û danîn meydanên bajêr.
Gelo kî yê , ji te re jiyan bike?!
Xwedêwo ! te xêr e?
Piştî cehnema te emê herin kû?

  1. Cimo
    ۷ شهریور ۱۳۹۴ در ۰۹:۳۱ | #1

    Silav û hurmet kekê Berat
    Dest xweş û mala te ava ji ber xizmetên te yên bo çanda me.
    Silav û sipasek taybetî jî bo helbestvana hêja xanima Şilêrê. Bi rastî her du helbestên te tijî hestên giran bûn, bi awayekî ku mirov dibêje ku tiştên li helbestê qewimîne û hatine raberkirin, serpêhatîya te bi xwe ne.
    Xebat berdewam.

  2. ۵ شهریور ۱۳۹۴ در ۱۲:۱۰ | #2

    selam hevalê Berat. xwedê quwetê bide te.
    pir rind in van helbestên te parve kirine.
    destê Şilêr jî ne’êşibe. xwedê we te ra û mal ava.