خانه > نثر ادبی Pexşan > Pîr û Kevok // Şahînê Bekirê Soreklî

Pîr û Kevok // Şahînê Bekirê Soreklî

Pîr û Kevok // Şahînê Bekirê Soreklî“Li van bajaran ne tenê pîr û kal ji ber tenêbûnê dikişînin, lê bi hezaran kesên din jî. Ber çend rojan min di rojnameyekê de xwend ku tenêmayînê, yanê bêhevaltiyê, rewşa nefsî ya gellek daniştvanên bajarine Ewropayî gîhandiye wê radeyê ye ku ew bi xwe nameyan ji xwe re dinivîsînin û heta dixin posteyê jî”

Rojeke yekşemê ez li baxçeyê Hyde Park yê li navend bajarê Sydney hêdî-hêdî dimeşiyam. Wek hemî rojên sayî wê rojê jî gellek mirov li wir bûn, lê pîreke di bin darekê de daniştî ji hemiyan bêtir haydariya min kişand ser xwe. Porê wê wek hiriyê sipî bû, lê kincên wê ne yên pîran bûn. Wê wek hinek keçên li dû modeyê diçin pantilon û xîllikekî rengreş û fireh li xwe kiribûn, û li gel ku rûyê wê qermiçî bû jî baş diyar bû ku ew jineke hişyar û têgihîşt bû, yeke ji wan jinên rojavayî bû ku di pîrbûna xwe de jî wê bizavê dikin li gor rewşa îroyîn, ne ya duhinî bijîn. Lê ne rû û kincên wê bûn ku haydariya min kişandin ser xwe.

Li dor wê ۷-۸ kevok kom bûbûn û ji wan carê du yan sê li ser çongên wê bûn. Pîrê pişta xwe dabû dareke ji wan darên bijarteye Australî ku temenê wê bi kêmasî ۶۰ sal û bêtir bû û di bin wê de bi kevokan re diaxift, ne ku bi carekê ve li gel hemiyan, lê her carê bi yekê ji wan re, wekî ku wan yeko-yeko binase. Weqa bi zimanekî nerm û bi dengekî ji hestên hejkirin û pêbaweriyê dagirtî diaxift, te digot qey daya wan e.

Min li gellek parkan kevokên li dor kesan kom bûnî dîtine, lê pirraniya caran bi amanca ku xwarina ji kesan tête avêtin bixwin. Pîr wek keseke ji wan kesên bêyî berpirsiyarî nedixewinî. Bêyî guman wê dizanibû ku dayîna xwarina ji bo lawirên kûvî ne kiryareke durist bû.

Min dil hebû piçekî rawestim, lê min baştir dît wisa nekim. Ji wan piçekî wê de ez li paş xwe fertilîm, min careke din li wan niherî û dû re riya xwe domand. Bawer nakim ku dîmena pîrê û kevokan haydariya gellek kesan kişandibe ser xwe.

Li bajarekî wek Sydnye, bi taybetî li navenda wê, balkişandina kesên di rê de ne tiştekî hêsan e. Ji xwe re vê dîmenê bide ber çav: Em bibêjin li gundekî, yan tew li bajarekî, Pakistanê, Hindistanê, Afrîkayê, beşine ji Emerîkaya Latînî, yan Rojhilata Navîn pîreke porsipî danişe, li dor wê kevok bigihên hev û carê du yan sê ji wan rabin ser çongên wê û şermok li rûyê wê binihêrin; pîr jî bi wan re biaxife û heta wan yeko-yeko bi nav jî bike!

Bêguman navê pîrê dê li tevahiya welêt belav bibe û ew ê yan wek şexsiyeteke oliye pîroz, yan wek dîwaneyeke ku xwedê jê hej dike bête nasîn. Lê li bajarekî wek Sydney pîr ne kes e, yan bi kêmasî va dîmena wê û kevokan çi haydariyeke taybet nahîne holê. Erê, heye ku kesekî wek min dîmenê balkêş bibîne, lê ew jî di xwe de nabîne ku biçe, bi kêmasî wek kevokan, bi wê re piçekî biaxife.

Va yeka jî min dilxemgîn dike û tîne bîra min ku li bajarên mezin, bi taybetî li bajarên Rojavayî ku hejmara daniştvanên wan bi milyonan e, kêşeya herî mezin ji bo bi hezaran kes tenêmayîn e.

Li van bajaran ne tenê pîr û kal ji ber tenêbûnê dikişînin, lê bi hezaran kesên din jî. Ber çend rojan min di rojnameyekê de xwend ku tenêmayînê, yanê bêhevaltiyê, rewşa nefsî ya gellek daniştvanên bajarine eEwropayî gîhandiye wê radeyê ye ku ew bi xwe nameyan ji xwe re dinivîsînin û heta dixin posteyê jî.

Di rojên îroj de, di wê dema ku teknolojî ew qas pêş ve çûye de, di çaxa ku tê de mirov bi posteya elektronî tevahiya naveroka pirtûkekê hema-hema di cîh de ji aliyekî cîhanê digihîne aliyê din, li bajarine mezin yên cîhana me kesine xwe bi encama tenêmayînê dikujine. Pîra li parka bajêr pişta xwe dayî dara mezin jî bêyî guman xweziya xwe bi rojên berê tîne û di eynî demê de ji bo xweristê spasdar e ku bi kêmasî dar û kevokan wek dost ji mirovine hestnazik re dihêle.

Çavkanî: Xendan; http://www.xendan.org/kurdi/drejab.aspx?=hewal&jmara=7545&Jor=12