Haykû – Ji bo Berken Bereh

Haykû - Ji bo Berken BerehHaykû – Ji bo Berken Bereh

۱٫
bayê kurr qulipt
payîzxêr ket doh
îro jî nehat godot

۲٫
şev taveheyv e
çem bênavber distrê
ey av û av e

۳٫
pûşbera gêlaz
derbas bû bi lez û bez
evîndar im ez

۴٫
esman çîk sayî
kekê min xwedê daye
çêl cêwî zaye

۵٫
kelgerme havîn
geniman serî dane
eve eşq û vîn

۶٫
esrê bihûrîm
l’ber perê çemê dîcle
bextewar im

۷٫
çile, êvarî
li ber fanosa geş
distrê dengbêj

۸٫
berê min li rojava
bablîsok rabû
dengê darqulênekê tê

۹٫
masîreşê biçûk
hê jî digerê
li dawiya cobara nahrê

۱۰٫
bayê şefeqê liba bû
wapûr bi rê ket
qaqlibazek ji refê xwe qetiya

۱۱٫
binxet gola xwînê
sêdar mîna derguşekê
wez nemînim!

۱۲٫
deşta bismil sor e
refek quling li jor e
evdal im

۱۳٫
min tawisek dît
bêçeng û bêper
koçber e şengal

۱۴٫
sînema amûdê şewtî
girê şermola şîn e
cegerxwîn im

۱۵٫
vê çarşema sor
çav li rê me
li haydarpaşayê

۱۶٫
gulhane bêdeng e
pelê dawî jî weşiya
hew diherike çeşmeya abiheyatê

۱۷٫
li beyazitê li sehafekî
çi xweşe behna pirtûkan
di baranê de

۱۸٫
wexte’m nameyek binivîsanda
qediya çû
şeva dirêj ya kanûnê

۱۹٫
li peyarêka arnawudî
rêça du zarokan û pisîkekê
li ser berfa şevûrokê

۲۰٫
kulek biduxan in
şibake bi hilmugulm in
jiyan berdewam e

۲۱٫
bozaci mişt tije ye
kestanefiroş rûbikene
stenbol bûka l’hespê ye

۲۲٫
bêyî zarokan diqufilê
zilamêjiberfê
li parka yildizê

M.O.
çile 2013 payîz 2014 Stenbol

Çavkanî: http://mevlutoguz.blogcu.com