خانه > * شعر کرمانجی - Helbestên Kurmancî > Yunus Emre: Evîna te can ji min bir

Yunus Emre: Evîna te can ji min bir

Yunus EmreYûnus Emre (bi tirkiya niha: Yunus Emre) yek ji giringtirîn helbestvanên klasîk yên tirk e. Ew yek ji şaîrên pêşîn e ku bi zimanê gelêrî yê tirkî nivîsiye û niha bi pirranî wek helbestvanê neteweyî yê tirkan jî tê hesibandin. Tesîra wî ji hingê ta niha gelek li ser wêjeya tirkî hebûye.

Helbestên Yunus Emre (1240–۱۳۲۱) bi pirranî li ser evînê ne. Evîna wî dikare hem ya dinyayî be anku li hember jinekê yan keçekê be û hem jî yezdanî be anku ew evîndarê Xwedê ye.

Min xwest piştî Mewlana Celaledînê Rûmî, Se’diyê Şîrazî, Omer Xeyam, Ebû Niwas û Ebû l-‘Ela el-Me’errî bi vê gulbijêrka helbestên Yunus Emre xeleka wergerandina şaîr û nivîskarên mezin yên klasîk yên Rojhilata Navîn bidomînim. Kerem bikin van helbestan bi venivîsîneke nûjen bixwînin.
Vekin û bixwîn

***

Were bibîne ka evîn çi dike

Digerim, dişewitim;
evînê ez bi xwînê sor kirime.
Ne dîn im, ne hişyar im.
Were bibîne ka evîn çi dike.

Carine, wek bayî dibezim,
carine, wek rê tozê radikim.
Carine, wek çemekê diherikim.
Were bibîne ka evîn çi dike.

Daxê yarê li dilê min e.
Digirîm,
Rondik dibin robar.
Were bibîne ka evîn çi dike.

Destê min bigire,
Min rake, bigire bal xwe.
Ji ber te girîme, min aşt ke.
Were bibîne ka evîn çi dike.

Ji welatekî diçim yê dî,
ji nav xerîban li yara xwe digerim.
Ma kî dê hesreta min fam bike?
Were bibîne ka evîn çi dike.

Mîna Mecnûnî li çol û çiya digerim,
yara xwe di xewnan de dibînim
lê gava şiyar dibim, bextreş im.
Were bibîne ka evîn çi dike.

Ûnis, goyînek reben e,
Ji şilka serî ta binê piyan
Birîndar e, ji yarê dûr e.
Were bibîne ka evîn çi dike.

Çavkanî: https://zimannas.wordpress.com