خانه > * شعر کرمانجی - Helbestên Kurmancî > در پی لیلا Li pey Leylalê

در پی لیلا Li pey Leylalê

در پی لیلا Li pey LeylalêLi pey Leylalê (dîwana helbestan) – Husêyn Mihemed

Xwedê bi hesûdî li te dinerî

Pêşî

Xwedê bi hesûdî li te dinerî

li bedewiya te

li çavên te

û Xwedê xwest

bi bedewiyê

rikeberiyê li gel te bike:

çem û çiya,

derya û daristan afirandin

lê bedewiya kaniyan

tenê awêneyên bedewiya te bûn

candar liv û lebatên xwe

ji bejnûbala te fêr bûn

gulên mêrg û çîmenan

bêna xwe ji te wergirtin

û deşt û zozanan

dirûvên xwe li ber wêneyê te

nîgar kirin

lewre Xwedê di rikeberiyê de xusirî

û daket ser lêvên te.

Tama Xwedê

ji lêvên te seh dikim

Çavkanî: https://zimannas.wordpress.com